REQA- Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo klûbên futbolê yên kevin lîga ciwanan da despêkirin.
Îro li bajarê Reqayê maçek di navbera Klûba Ewlekariya Hundirîn û Kulûba Stêrka Bakur de hat lidarxistin. Maç ji bo her du aliyan wekhev bi dawî bû û skor 0-0 bû. Hevseroka Buroya Lîstikên Komî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêheval Manar Nejar wuha got:
Me weke Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîga ciwanan a futbolê li dar xist. Ev lîg di asta 4 hereman de ye: Reqa, El-Cezîre, El-Tebqa, Kobanî û Dêrazorê. Lîga ku di 4/20/2025 de dest pê kir û dê di 5/8/2025 de bi dawî bibe.