TEPQA – Yekitiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Bi Eşq û Silavên Roje” ve kampa Xwebûn vekir.
Piştî Kobanê, Reqa û Dêrezorê jinên ciwan ên Efrînê jî bi dirûşmeya “Bi Eşq û Silavên Rojê re Xwebûn” li Tebqayê kom bûn. Kampa ku bi dehan jinên ciwan tevlî bûn, li Kela Cabar a dîrokî hate lidarxistin. Di roja ewil a kampa 3 rojan de jinên ciwan beşdarî semînera li ser ‘xwedawendan’ bûn. Piştre lêgerîna wan li derdora Keleha Cabarê bi lîstik, pêşbirk û çalakiyên hunerî berdewam kir.
Di roja duyemîn a kampê de nameya ku Rêber Apo bi wesîleya 8’ê Adarê ji jinan re nivîsandibû hate xwendin û li ser xwebûn û nasnameya jinê nîqaş hatin kirin.
Di roja sêyemîn û dawî de jinên ciwan çûn gundekî bedew ê Tebqayê. Li wir wan xeyalên xwe bi hev re parve kirin û li ser çawaniya pêkanîna wan xeyalan nîqaş kirin.