Heleb – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li taxa Eşrefiye ya Helebê meşek girseyî ji bo piştgiriya civaka Elewî û hemû gelê Sûriyeyê hate lidarxistin. Meş li Qada Dîwarê Zeytûnê dest pê kir û li Qada Dîwarê Şehîdên Şoreşê bi dawî bû.
Beriya çalakiyê, ji bo bîranîna hemû Şehîdên Azadiyê deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştî vê yekê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, Xelîl Muhammed û Perî Ararat axaftinên duzimanî (Kurdî – Erebî) kirin.
Di axaftinan de tekezî li ser peyamên yekîtî û hevgirtinê hate kirin, û meş bi dirûşmeya “Gelê Sûriyeyê yek e” bi dawî bû.



