BEHDÎNAN- Gerîla TV dîmenê wesayîta zirxî ya ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hatî îmhakirin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî dabû: “17’ê Nîsanê di saet 13.45’an de wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cîhaza Jammer a li ser wê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Yekîneyên me yên Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze bersiv dan û wesayîta zirxî îmha kirin. Ev çalakî ji bo bersiva êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi rengekî zêde pêk anîn, hatiye lidarxistin.”



