HELEB – Yekîtiya Jinên Ciwan yên bajarê Helebê di bin durişmeya “Bi aşqê û silavên rojê re xwebûn” kampa Xwebûn ya sê roja vekirin.
11 jinên Ciwan bi hedefa xwe perwerdekirinê tevlî kampê dibin. Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê kampa Xwebûn ji jinên ciwan re di 19’ê Nisanê de vekir û 21’ê mehê bi dawî bibe.
Di Kampê Xwebûn de li ser Dîroka Kurdistanê, Jin û Xwezayê û Nasnameya Jinên Ciwan perwerde bên dayîn. Di heman demê de atolyeya hunerê, nîqaş û geştên xwezayê û gelek aktîvîteyên din jî di bernameyê de hene.


