MEXMÛR – Tevgera Jinên Ciwan TJCM ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), duh 5’emîn Kongreya xwe ya bi dirûşmeya ‘Emê xwe bi rêxistinkirinê bigihînin serkeftinê’ lidar xist. Kongre bi tevlîbûna hejmarek zêde ya jinên ciwan, nûnerên sazî û komîteyan pêk hat.
Salona kongreyê bi pankartên ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Me ye, Sosyalîzm Jiyana Me ye’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Meşa Ciwanan Meşa Ber Bi Azadiyê Ve Ye’, ‘Jin Bi Xwe Gerdûn e’ hat xemilandin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê, Endama Tevgera Jinên Ciwan Kajîn Ozek axaftina destpêka kongreyê kir.
‘Armanca me rêxistinkirina jinên ciwan e’
Kajîn Ozek destpêkê kongreyê diyarî Rêber APO kir û wiha got: “Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku ev kongre bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Peyamên Rêber Apo yên ji bo me jinan, bu wesîle ku em hîn zêdetir kar û xebatên xwe birêxistin û xurttir bikin. Armanca me ya sereke ya ji kongreyê ew e ku em wek jinên ciwan ên Mexmûrê, hîn zêdetir xebatên xwe xurt bikin û xwe bighînin jinên ciwan ên din jî.”
Piştî axaftinê dîwana kongreyê hat hilbijartin. Piştre perspektîfên Rêber APO hatin xwendin. Piştî wê, rapora salane ya xebatên TJCM’ê hat xwendin. Piştî xwendina raporê rewşa Rêber APO, pêvajoya bi banga 27’ê Sibatê re destpê kirî, rewşa siyasî, pirsgirêkên jinên ciwan, êrîşên taybet ên li ser jinên ciwan û rêyên çareserkirina wan pirsgirêkan hatin nirxandin û nîqaşkirin. Piştre sînevîzyoneke têkildarî Rêber APO hat temaşekirin.
Kongre bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.