NAVENDA NÛÇEYAN– Li navçeya Dep (Karakoçan) a Xarpêtê ya bajarê Mazlûm Dogan û navçeya Curnê Reş (Hîlvan) a Rihayê ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e, pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê” hate lidarxistin.
Gultan Kişanak di pîrozbahiya Newrozê ya li DEP’ê de bertek nîşanî Erdogan ê ku gotibû, “Bavahiyeke krîtîk derbas bû” da û got, “Bara krîtîk ew e ku di şert û mercên azad de ji bo Birêz Ocalan di nava vê pêvajoyê de cih bigire, derfet bên afirandin.” Gelek kes bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dema gel demeke dirêj govend gerand, ji qadê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Endamê Partiya DEM’ê Omer Ocalan di Newroza navçeya Curnê Reş a Rihayê de axivî û got, “Em ê siyaseta xwe ya demokratîk li her derê berfireh bikin. Du jinên ku xwestin bi ala bi rengên zer, kesk û sor beşdarî pîrozbahiyê bibin, hatin binçavkirin. Li ser bertekên li ser vê rewşê polîsan piştî ku rapor amade kirin bêyî ku bên binçavkirin jin serbest berdan. Al ji ber ku rengên zer, sor û kesk hebûn hatin desteserkirin.
Beriya pîrozbahiyê bi saetan jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qadê û bi stranên Kurdî govend gerandin. Pîrozbahiya ku gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmên “Şehîd Namir” û “Silav silav ji Îmraliyê re silav” hatin berzkirin.