HESEKE – Li bajarê Hesekê Lîgayê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ve ser navê Şehîd Hogir Dirbesiyê a ku li Başurê Kurdîstanê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, turnuvayê futbolê hat despêkirin. Turnove bi beşdarbûna gelek tîmên ciwanan ên Heseke li Lîstogeha Şehîdên Miftî hat li darxistin.
Di destpêkê de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Lîstokê yekemîn di navbera tîma Şehîd Çiya û tîma Waşokanî destpêkir. Tîma Şehîd Çiya bi encama 2 bi 1 bi ser ket. Turnuve wê berdewam bike.