NAVENDA NÛÇEYAN – Banga Rêber APO li gelek bajaran bi awayekî zindî hate şopandin. Sed hezaran kesan peyama Rêber APO bi dirûşmeyan pêşwazî kir.
MAXMUR
Xelkê Mexmûrê guh dan peyama Rêber APO. Piştî peyama Rêber APO bi dawî bû bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate qîrkirin.
WAN
Bi deh hezaran kesên li Qada Bajar a Wanê hatin gel hev, li banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guhdarî kir û temaşe kir.
Gel ji bo guh bide bangê ji sê deriyan ketin nava qadê. Li Wanê ku welatiyên li bajarên derdor jî li hev civiyan, coş û hêvî balê kişand.
AMED
Ji bo guhdarîkirina peyama dîrokî ya Rêber APO bi awayekî zindî temaşe û guhdarî bikin, bi deh hezaran welatiyên ji bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê berê xwe dan Amedê û bi zindî li peyamê guhdarî kir.
Piştî daxuyanî bi dawî bûyî, girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok APO” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kir.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Di pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,Tişrînê û Helebê li peyama Rêber APO a ku Şandeya Îmraliyê dixwîne, bi coşeke mezin guhdarî dike.
SILÊMANÎ
Xelkê Silêmaniyê bi girseyî li Parka Azadiyê li pêşiya ekrana mezin kom bû.
Banga Rêber APO ya dîrokî ji aliyê gel ve bi eleqe û kelecaneke mezin hate temaşekirin. Piştî peyama Rêber APO bi dawî bû bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate qîrkirin.


