TIŞRÎNÊ – Bi dirûşmeya “Em ji mirinê mezintir in” berxwedana Bendava Tişrînê dikeve roja xwe ya 28’an.
Weke ku tê zanîn ji ber ku dewleta Tirk a faşîst be navber bendavê bombe dike, bendav di rewşa krîtiktê de ye. Ev tê wê wateyê ku li seranserê Rojava dê pirsgirêkên kerebê derkevin. Ji ber vê sivîlên li seranserê Bakur – Rojhelate Suriye nobedê digirin.
Duh ciwanên Reqa, Dêrazor û Tepqayê berê dan Tişrînê.
Ciwanan bi dînamîzma xwe dest bi roja 28. a nobetê kirin .Dema ciwan danê sibehê li hev kom bûn, gelê Cizîrê û ji Reqa, Dêra Zor û Tepqayê tevlî wan bûn. Bi hev re bi dirûşmeyên Dîlane ev roj pîroz kirin.