Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Emê li dijî desthilata qetilker ji bo jiyana azad a hemû pêkhateyên Sûriyê tekoşîn bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
05/02/2025 - 15:45
di nav Giştî
Reading Time: 6 mins read
A A
Emê li dijî desthilata qetilker ji bo jiyana azad a hemû pêkhateyên Sûriyê tekoşîn bikin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakûr û Rojhilatê Surî têkildarî ‘Kongreya Serkeftinê’ ya ku çend roj berê li Şamê hat lidarxistin û hin biryarên di kongreyê de hatin girtin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku “Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em ti carî hikûmeteke ku bi îradeya gel neyê hilbijartin û gel tê de nebe qebûl nakin. Ji ber vê yekê em radigihînin ku em li dijî desthilatdariya Sûriyê ya demkî ya ku Colanî û serkirdeyên çeteyên qetlîamker di nav de ne kabul nakin û em ê li dijî wê di her qadê de têbikoşin.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Nasnameya ciwanan nasnameya ku li dijî neheqî, bêadaletî û zilmê serî radike û her tim li dijî wan di nava têkoşînê de ye. Di dîrokê de jî bi pêşengiya ciwanan li dijî hemû pergalên xwedî zihniyeta desthilatdar û zihniyeta koledariyê têkoşîn hatiye dayîn. Mînaka vê ya herî dawî û berbiçav Şerê Vîetnamê, Bihara Ereban û şoreşa bi pêşengiya jin û ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Dema ku refleksên ciwanan ên li hemberî komkujiyên heyî derketin holê, bêyî cudahiya nijad, netewe, ol, ziman û baweriyê ye. Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, ji çar aliyê cîhanê bi hezaran ciwanên ji netewên cuda berê xwe dan Kobanê da ku dawî li vê zilmê bînin. Em dibînin ku di vê serdemê de jî ruhekî wiha tê parastin û jiyîn, bi dehan ciwanên ji netew û baweriyên cûda berxwedana xwe li Tişrînê de didomînin. Divê ev ruhê heyî îro hîn berfirehtir û mezin bibe û li hemû herêmên Rojhilata Navîn bi taybet Sûriyeyê belav bibe.

Colanî ya ku piştî rûxandina rejîma Baasê li Şamê bû desthilatdar, li Sûriyeyê tu rengê qebûl nake. Der barê jinan de biryaran dide û bi hezaran kesên ji mezheba Elewî qetil dike. Goristanên Xiristiyanan wêran dikin. Sûriyeya ku cîhê dewlemendî, reng, mîrateya dîrokî û bi dehan baweriyan e zuha dikin û ber bi hilweşandinê ve dibin. HTŞ bi afirandina tirs û xofê di nava civakê de dixwaze nîzama xwe ya şerîetê ava bike. Armanc dike ku jinan ji qada giştî derxîne, cûdahiyan tine bike û yên ku jiyanek azad dixwazin bêdeng bike.

Bêguman pergala ku tê xwestin bê afirandin, di heman demê de êrîşeke mezin e li ser Sîstema Konfederalîzma Demokratîk ku niha bingehê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avêtin e. Sîstema ku hewl tê dayîn bê afirandin, pergala koletiyê ye, sîstemeke ku ji zanist, çand, dîrok, hûner û felsefeyê dûr e û tenê bi xwîn û terorê tê jiyîn.

Lê belê ser van axan bi sedsalan Kurd, Ereb, Ermenî û Suryaniyan hevre jiyane e. Dewlemendiya van axan bi hebûn û yekitiya van gelan xurt bûye û xwe dîtiye. Yekitiya gel û hêza ciwanan a ku beriya deh salan şer kir û Kobanê radestî vê zîhniyeta jehrî ya DAIŞ’ê nekir, wê îro mînaka xwe li tevahiya Sûriyeyê nîşan bide. Ji bo van nirxan bi hezaran şehîd hatin dayîn. Ciwan û jinên ciwan ji bo parastina xwe û hebûna van gelan li eniyên herî pêş bi qehremanî şer kirin.

Jin û ciwanên ku bîngeha avakirina civakê ne, kirina obje û kole tê wateya kolekirina civakê. Ser vî esasê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em ti carî hikûmeteke ku bi îradeya gel neyê hilbijartin û gel tê de nebe qebûl nakin. Ji ber vê yekê em radigihînin ku em li dijî desthilatdariya Sûriyê ya demkî ya ku Colanî û serkirdeyên çeteyên qetlîamker di nav de ne kabul nakin û em ê li dijî wê di her qadê de têbikoşin. Em soz didin ku em ê bêdeng nemînin, em ê li ber xwe bidin, heta ku Sûriyeyek demokratîk û wekhev ava bibe em ê li her qadê xebat û tekoşîn bikin. Rastiya HTŞ û DAIŞ’ê wê dîsa bi rastiya jin û ciwanan têk biçe, lewma em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, nirxên şehîdan biparêzin.

Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger em li gel bawerî û olên Elewî, Durzî, Xiristiyan û gelek nasnameyê din ên ku rastî van pêkanînan tên in. Em dibêjin, “Bijî têkoşîna jiyana azad û demokratîk a yekitiya hemû gelan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan li Qamişloyê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Nivîsa Pêş

Li Mexmûrê Perwerdeya Ragihandinê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Mexmûrê Perwerdeya Ragihandinê

Li Mexmûrê Perwerdeya Ragihandinê

Bîranînên Nobetdarên Tişrînê bi Şehîd Bavê Teyar re

Bîranînên Nobetdarên Tişrînê bi Şehîd Bavê Teyar re

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4’ê Nîsanê li qadên gerîla hate pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.