DRAGUÎGNAN – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Draguignan ê Fransayê semînerek bi pêşengiya “Ji Rêber APO re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li dar xistin. Di semînerê de her wiha bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên girêdayî wê , yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên di encama êrîşên li ser Bendava Tişînê de hatin qetilkirin, axaftin hatin kirin.
Di axaftinên hatin kirin de; Piştî ku pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi serketî bi dawî bû, bal hate kişandin ser wê yekê ku divê ciwan çawa însiyatîfê hembêz bikin.
Bi bal kişandin ser rol û mîsyona ciwanan a di sala duyemîn a pêngavê de, hate destnîşankirin ku xwendin û pêşxistina parêznameyên Rêber APO xwedî girîngiyeke mezin e.
Piştî nîqaşan sînevîzyona li ser nameyên Şehîd Asya Elî û Rojger Hêlîn ên di 23’ê Cotmeha 2024’an de li dijî TUSAŞ’ê li Enqereyê çalakiya fedayî kirin û berxwedaniya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin, hate nîşandan.
Semînera ku bi sedan ciwan tevlî bûn bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.



