OSNABRÛCK – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Osnabrûck ê Elmanyayê bi mîtîngekê protesto kir.
Mîtînga ku li ber Osnabrück Hauptbahnhofê hat lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Endamên TCŞ’ê bi hilgirtina alên TEV-DEM, PYD, YPG û YPJ’ê gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Rojava” berz kirin.
Di daxuyaniya li ser navê aktîvîstên TCŞ’ê Osnabrûckê de hat gotin, “Dewleta Tirk çekên ku ji Elmanya û Amerîkayê wergirtiye, li dijî Rojava û Kurdan li Kurdistanê bi kar tîne. Sivîl tên bombekirin. Li Tişrînê bendav tê bombebarkirîn. Sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk bi hevkariya bi Elmanya û welatên Rojava re hêsan dibe. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Eger hûn naxwazin bibin aliyekî sûcên şer ên dewleta Tirk, divê hemû peymanên çekan ên bi dewleta Tirk re betal bikin.”



