Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li Minbicê li dijî welatiyan sûcên şer

Edîtor: Nucan Serdoz
16/12/2024 - 11:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Minbicê li dijî welatiyan sûcên şer
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Ji destpêka êrişên çeteyên “Ceyş El Wetenî” ên dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Minbicê di 27’ê Mijdara 2024’an de, çete sûcên şer û binpêkirinên derexlaqî wekî qetilkirina meydanî, êşkence, talanî û diziyê pêk tînin.

Li gorî çalakvan, torên şopandin û çavdêriyê, hin hûrgiliyên belgekirî li dijî bajarê Minbicê wiha ne:

SÛCA YEKEMÎN: BIDAVEKIRINA MEYDANÎ

Di 2 dîmenan de xuya dibe çawa 4 çeteyên “Ceyş El Wetenî” yên dewleta Tirk a dagirker 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sivîlên ku ne razî bûn çete bikevin bajarê wan, qetil dikin.

Di dîmena yekê de xuya dibe ku çawa çete guleyan li birîndaran dibarînin. Di dîmena din de jî xuya dibe ku çawa serçeteyekî “Ceyş El Wetenî” ji çeteyan re dibêje ku birîndarên di erebeya (Kia) de qetil bikin.

SÛCA DUYEMÎN: ÊŞKENCE Û HEQARETA LI DIJÎ WELAITYAN

Di dîmena sêyemîn de xuya dibe ku çawa çete heqaretê li 3 sivîlên girtî dikin û wan neçar dikin ku teqlîdî (zarî) dengê lawiran bikin.

Di dîmeneke din de yek ji girtiyan kalemêrek heye. Çete bi pehînan û şeqeman li wan didin. Serçeteyek ji kalemêr re dibêje “kalemêrê beraz” û ji çeteyan re dibêje bê rihmet wî êşkence bikin.

Heta niha jî aqûbeta girtiyan ne diyar e û metirsî li ser wan hene.

SÛCA SÊYEMÎN: TALANÎ, WÊRANÎ Û DIZÎ

Di dîmenekê de xuya dibe KU çawa 5 çete dikevin odeyekê ku tê de 3 welatî hene û li wan welatiyan didin, 2 telefonan didizin û hewl didin kamerayên çavdêriyê bişikînin.

Bi sedan xanî û dikanên welatiyan ên Minbic û gundewarê wê ji aliyê çeteyên “Ceyş El Wetenî” ve hatin talankirin û dizîn. Li hemberî vê jî duh (yekşemê 15’ê Kanûna 2024’an) li hember van sûcan şêniyan “Greva Giştî” ragihand.

SÛCA ÇAREMÎN: BINPÊKIRINA HURMETA MALAN

Di dîmenekê de xuya dibe ku çawa çeteyên “Mexawîr Cerablus” ên “Ceyş El Wetenî” êrişî malekê li gundewarê Minbicê dikin, kel û pelên malê didizin û 2 erebeyan (Mercedes 220 û Mohave) talan dikin.

Di kameriyan de jî xuya bû ku çawa çete dikevin malên din ên gund û wan talan dikin û didizin.

SÛCÊN ŞER Û BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN

Sûcên ku çeteyên “Ceyş El Wetenî” yên dewleta Tirk a dagirker li Minbicê û gundewarê wê pêk tînin dikevin xana sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê.

Hin ji wan sûcên tên kirin:

Qetilkirina derveyî qanûnê: li gorî madeya 3’yan a peymanên Cinêvê yên 1949’an qetilkirina meydanî ya birîndar û girtiyan qedexe ye.

Êşkence û heqaretkirin: li gorî peymana têkoşîna li dijî êşkenceyê ya 1984’an heqaretkirin û binpêkirina rûmeta mirovekî/ê qedexe ye.

Hedefgirtina sivîlan: hedefgirtina sivîlan û sermiyanên wan li gorî sîstema Romayê ya dadgeha navneteweyî sûcekî şer e.

Dizî û talanî: li gorî qanûna navneteweyî ya mafên mirovan dizî û talaniya di dema şerên çekdarî de qedexe ye.

CIVATA NAVNETEWEYÎ LI PÊŞBERÎ EZMÛNEKE MIROVAHIYÊ YE

Çalakvanên hiqûqî diyar kir ku domandina sûcan ji hêla çeteyên “Ceyş El Wetenî” ve bêyî ku werin cezakirin, dihêle dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên zêdetir pêk bînin. Ji ber wê jî pêwist e hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina van sûcan li Minbicê û deverên din, bi awayekî lezgîn tev bigerin.

Her wiha civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ji dewleta Tirk a dagirker hesab bixwazin, ji ber ku ew destekê dide komên çete û ew berpirsiyara sûcên ku tên pêkanîn.

Kaynak: ANHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şengalê bernameyekî ji bo zarokên malbatên şehîdan hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

“QSD em in. QSD zarok û keçên me ne”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“QSD em in. QSD zarok û keçên me ne”

"QSD em in. QSD zarok û keçên me ne"

Ciwanên Sosyalîst: Em ê şoreşa Rojava biparêzin

Ciwanên Sosyalîst: Em ê şoreşa Rojava biparêzin

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.