BARCELONA – Bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst û RiseupforRojava, êrîşên çeteyên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Barcelonayê hate protestokirin. Çalakiya ku li ber MACBA ya Barcelonayê (Museu d’Art Contemporani de Barcelona) dest pê kir, li ber Konsolosxaneya Tirk bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.
Çalakgerên ku beriya meşê çalakiya rûniştinê pêk anîn, li ser rêya qada MACBA’yê nivîsa “Erdogan terorîsta” (Terorîst Erdogan) nivisandin
Çalakgerên ku li pêşiya MACBA’yê dest bi meşê kirin alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê û bi pankarta ku li ser Em Rojava biparêzin, em jiyanê biparêzi nivîsîbû meşiyan.
Meşa ku gelek caran dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin, li ber Konsolosxaneya Tirk bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Di daxuyaniya çapemeniyê de; Bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ, SMO û HTŞ’ê yên paramîlîter ên cîhadîst ên li dijî Şoreşa Rojava. Her wiha hate protestokirin ku dewletên Ewropayê li hemberî van êrîşan bêdeng mane û alavên leşkerî dane dewleta Tirk.



