AACHEN – Li navenda bajarê Aachen Elisenbrunnen ê Elmanyayê, bi pêşengiya ciwanên Kurd û jinên ciwan ên endamên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) êrîşên li dijî Rojava û Sûriyeyê hatin protestokirin.
Gelek Kurdistanî û dostên wan jî tevlî çalakiya ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin lidarxistin bûn.
Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê û pankartên “Rojava verteidigen Türkische Besatzung stoppen” (Rojava biparêzin, Dagirkeriya Tirk rawestînin) û “Şerê Tirkiyeyê li ser Kurdan rawestînin” (Şerê Tirkiyeyê li dijî kurdan rawestînin) hatin vekirin.
Li dû deqîqeya rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, li ser navê JXK, Xwendekarên Kurd, Partiya Çep a Elman, Rêxistina Ciwanên Partiya Çep a Elman û Antîfaşîstan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ji bo tinekirina Şoreşa Rojava van êrîşan plan kirine û hate gotin ku bingeha van êrîşan dijminatiya li Kurdan e. Her wiha bal hat kişandin ser rola dewleta Elman a di van êrîşan de û alîkariya çekan a ji bo dewleta Tirk a dagirker.
Di axaftinên li ser navê JXK’ê de hate destnîşankirin ku bingeha van êrîşan Zîhniyeta Serdest a Mêr e û hate gotin ku bi van êrîşan dixwazin Şoreşa Jinê tine bikin, lê tevî vê yekê jî wê li her derê di nava têkoşînê de bin.



