Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

NPG’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir:

Edîtor: Nucan Serdoz
24/11/2024 - 11:26
di nav Giştî
Reading Time: 6 mins read
A A
NPG’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir:
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargeha NPG’ê têkildarî sala 47’an a damezrandina PKK’ê got, “Weke fedaiyên ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye, em ê bi performanseke bilind û tempoya serketinê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê bi daxuyaniyekê pîroz kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Salvegera 46’an a damezrandina partiya me PKK’ê di serî de li Rêberê tevgera me, damezrînerê partiya me, fedaiyê destpêkê û kedkarê herî mezin li Rêber Apo, gelê me yê welatparêz, malbatên şehîdan, dostên hêja yên partiya me, berxwedêrên li zindanan, hevrêyên li her qadê têdikoşin û li tevahiya sempatîzanên PKK’ê pîroz be.

Partiya me PKK partiyeke şehîdan e ku ji bo wateyeke rast bide şehadeta hevrê Hakî Karer, ji bo xwedîderketina li bîranîna wî û nehiştina xwîna wî li erdê, li ser bingeha serxistina armancên wî ava bû û nîv sed sal e di vê oxirê de bênavber dimeşe. Artêşa Şehîdan ku pêşengiyê ji partiya me PKK’ê re dike, di nava têkoşîna ji 46 salan de nirxên mezin, pîvanên bilind, mezinahiya herî cewherî ya mirov, manewiyata bilind, ruhê fedaî yê Apoyî û jiyaneke hêja û bi wate afirandin ku di oxira wê de mirov mirinê didin ber çavên xwe. Ev nirxên me yên pîroz di şexsê xeta şehîdan de şênber bûne ku çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ye. Di şerê me yê bêeman ê 46 salan ê PKK’ê de her şehadetek bû navê heqîqeta meşa ber bi serketinê. Em hemû şehîdên xwe yên ezîz ku ev heqîqet bi xwêdan, can û xwîna xwe afirandin, di şexsê şehîdê me yê mezin ê partiyê hevrê Hakî Karer de bi hurmet, hezkirin bi bîr tînin.

MILÎTANÊN PKK’Ê YÊN TÊK NAÇIN HATIN AFIRANDIN

Partiya me PKK ku bi pêşdîtina kûr û hewldanên mezin ên Rêber Apo bi pêş ket û mezin bû, di têkoşîna xwe ya 46 salan de mîna ku bi derziyê bîrê bikole hebûn ji tinebûnê, vejîn ji çikandinê, rizgarî ji qirkirinê, serxwebûn ji mêtingeriyê û gelekî leheng ê ber bi azadiyê ve dimeşe, afirand. Têkoşîna PKK’ê ku her kêliyeke xwe weke destanê derbas bû, di nava şoreşê de şoreş kir, ji bo hebûn û azadiyê rastiya gelekî berxwedêr afirand ku bêteredût têdikoşe. Heqîqeta jin a azad û milîtaniya PKK’ê ya bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dike afirand û ji gelên bindest û tevahiya mirovahiyê re kir diyarî. Partiya me PKK’ê mejiyekî mezin, çand, ziman, uslûp, bawerî, manewiyat û rêbaza jiyanê ya azad afirand û li Kurdistanê şoreşa herî civakî ya bingehîn pêk anî. Heqîqetên ku di şexsê PKK’ê de derketin holê; li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rastiya mafdarî û neheqî, başî û nebaşî, azadî û koletî, demokrasî û netewedewletî, bedewî û qirêjî, rastî û şaşitî, fedaîtî û teslîmkarî, sekna azad û xiyanet, serbilindî û ketî, sosyalîzm û kapîtalîzm raxist pêş çavan.

PKK ku îdeolojî û paradîgmaya Apoyî bi baweriyeke mezin, îrade, sebir, hewldan, ked û têkoşîneke bi kêlî bi kêlî xiste pratîkê, bi serbilindahiyeke mezin sal 47’emîn a damezrandina xwe ya fermî pêşwazî dike. Bêguman ev serketin hemû berhema keda bêdawî ya Rêber Apo, gel û hevrêyên me yên şehîd, berhema têkoşîna fedaî ya rêbaz, tempo û uslûba Apoyî ye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji çiyê heta bi metropolan ketin nava biryargehên şer ên dijmin û sekneke bi lehengî nîşan dan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya bêeman, ruhê têkneçûnê û rêbaza serketinê ya PKK’ê temsîl kirin. Pêşengên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrê Sara Tolhildan Goyî, Rûken Zelal, Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn û herî dawî hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ku li Enqereyê çalakiya li dijî TUSAŞ’ê kirin, raxistin pêş çavan bê ruhê fedaî yê Apoyî dikare çi bike. Çalakiya fedaî ya dîrokî ya hevrê Asya û Rojger ji Berxwedana Zindanan a Amedê heta bi Zîlanan weke xeleka dawî ya çalakiyên fedaî yên dîroka me ya têkoşînê pîvanên çalakiya fedaî bi pêş ve bir û ji gelek aliyan ve gihand asta herî bilind. Pêngava gerîla ya sala dawî, berxwedana xwe ya fedaî û çalakiyên xwe yên bi tempoya bilind hemû hesab û planên dijmin ser û bin kir, rejîma faşîst anî ber hilweşînê û em hîn bêhtir nêzî serketinê kir.

NEMIRÊN SALA TÊKOŞÎNÊ YA 46’EMÎN

Hevrêyên me Alan Milazgîr, Şêxmûs Malazgîrt, Berwar Dersîm, Orhan Cîhat Bîngol, Şiyar Efrîn, Tekîn Goyî, Serhat Jêhat Patnos, Mehmet Cûdî, Dr. Sara Tolhildan, Bêrîtan Nûrhak Çiya, Herekol Şiyar, Hevrê Çiya, Şervan Varto, Canşêr Şêrawa, Ekîn Rodî, Xebat Turkmen û Piling Germiyan ên di sala 46’emîn a têkoşînê ya PKK’ê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, her wiha fermandarên me yên fedaî yên Apoyî yên weke Dersim Nûrhaq, Medya Egîd, Sabrî Bagok û Karker Tolhildan ên mohra xwe li têkoşîna me xistin, bûn fermandarên sembol ku nîşan dan ruhê PKK’ê têk naçe.

BIRYARDARIYA ME YA SERKETINÊ JI HER DEMÊ BÊHTIR XURT E

Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku ji milîtaniya fedaî ya Apoyî, rêbaza jiyanê ya Apoyî û ji meşa li ser xeta şehîdan ti carî tawîzê nadin, biryardariya me ya ji bo serxistina têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê me ji her demê bêhtir xurt e. Weke neferên fedaî yên Apoyî ku bi temamî berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye û amade ye di vê oxirê de her bi awayî berdêlan bide, bi ketina nava sala 47’an a avabûna fermî ya partiya me PKK’ê de em diyar dikin ku bi performans û tempoya serketinê em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin. Em sala nû ya partiya xwe PKK’ê careke din li tevahiya gelê xwe û hevrêyên xwe pîroz dikin û di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên ciwanên Êzidî serdana Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) kirin

Nivîsa Pêş

“Dema ku em xwe zane bikin emê bigihijin wateya rast ya jiyana azad”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Dema ku em xwe zane bikin emê bigihijin wateya rast ya jiyana azad”

"Dema ku em xwe zane bikin emê bigihijin wateya rast ya jiyana azad"

HPG: Droneyek hate xistin, radarek hate îmhakirin

HPG: Droneyek hate xistin, radarek hate îmhakirin

Manşet

  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê 5 kes hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrîn 2 Ciwanên Kurd qetil kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.