Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Kongreya Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniya encamname bi dawî bû

Edîtor: Nucan Serdoz
08/08/2024 - 20:49
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe, Video
Reading Time: 8 mins read
A A
Kongreya Ciwanên PYD’ê bi daxuyaniya encamname bi dawî bû
ParvekeTweet

HESEKÊ- Meclîsên Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 2. kongreya xwe li salona Çanda Serdem a Hesekê lidar xist. Kongreya ku bi beşdariya nêzî 500 delegeyî saet derdora 10.00’an de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir, bi axaftina vekirinê ya Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah berdewam kir.

Ebdullah di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê Meclîsa Ciwanên PYD`ê xwe bigihîne hemû jinên ciwan û ciwanan û wan bi rêxistin bike. Ebdullah her wiha got ku divê endaman hem xebata ciwanan hem jî xebata partiyê pêş bixin û xurt bikin.

Piştre li ser navê Tevgera Ciwanan Zana Mistefa derket ser dikê û konferans silav kir. Mistefa di axaftina xwe de diyar kir ku Rêber APO rolek û mîsyoneke pêşeng daye ciwanan û bal kişand ser girîngiya hembêzkirina vê rolê. Zana Mistefa diyar kir ku li her cihê ku ciwan û jina ciwan hebe divê azad bibe û wiha got: “Sedsala ku em tê de dijîn dê çarenûsa gelê me diyar bike, pêwîste em li gorî wê rola xwe bilezin, di warê fîzîkî û fikrî de xebat bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin şoreşa xwe biparêzin.” Mistefa diyar kir ku ew weke tevgera ciwanan ji xwe, Rêber APO û gerîla bawer dikin û got, “Eger em di îdeolojiya Rêber APO de kûr bibin, em dikarin azadiya Rêber APO pêk bînin.”

Di konferansê de bal hat kişandin ser yekîtî û tifaqa Kurdan û berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê jî hate silavkirin.

Piştî axaftinan konferans bi xwendina raporên xebatên du salan berdewam kir.

Piştre Perspektîfa Rêbertiyê bi dîmen hat temaşekirin. Piştî ku perspektîf hat temaşekirin, peyamên silavkirina Meclîsên Ciwanên PYD’ê yên Libnan û Ewropayê hatin tameşekirin.

Piştre li ser bingeha helwesta me ya ciwanan a di ser xeta Rêber APO de, Nirxandina Pêvajoya Siyasî û Leşkerî û Nirxandina Rewşa Rêxistinî û Îdeolojîk nîqaşên berfireh hatin kirin. Der barê çalakî û xebatêb pêşarojê de de nêrîn û pêşniyar ji aliyê ciwanan ve hatin pêşkêşkirin.

Kongre bi hilbijartina endamên meclîsê yên nû û daxuyaniya encamname bi dawî bû.

GİŞTÎNAMEYA KONGRA CİWANEN PYD

Sîstema hegemunîk bi qompiloya nav netewî xwest Rêbertîya me ji gel û jin û ciwana qutbikin. Lê berxwedana Rêbertî dide meşandin van politikayanî vala derxistin.  Ji  bo wê niha gel me û tevahî mirovahî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO nava tekoşînekî bê hempa de ye. Hemû hêzên navnetewî ji bo ku vê berxwedanê bidin rawestandin nava itîfaqên herî qirêj de ne. Hemû şerê ku niha tê meşandin ji bo berjewendiye xwe dikin. Parçekirin û helandin li ser tevahiya gelan didin meşandin. Qirîza ku rojhilata navîn û tevahiya cihan derbas dibê jî bingehan xwe ji van digrê. Li ser van esasan carekî din dixwazin rojhilata navîn perçe bikin û bi rêvebibin. Her wiha li hember gêrilaye azadiye ên ku ji berxwedana Rêber APO ilhama xwe digrin erîşekî ne merdane dide meşandin. Ji ber gêrîla ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêviya serkeftine.

Li ser van esasan di demekî wiha de de em wek ciwanê PYD di bin slogana “Bi Parastin û Rêxistinkirina Ciwanan em ê  Destkeftiyên Şoreşê Biparêzin û Civaka Demokratîk Mîsoger Bikin” de kongreya xwe ya 2.yemin li dardixin.

Ciwan di şoreşa 19 Tirmehê de bûn pêşengên gel û ji bo azadiya gelê xwe di nava tekoşînekî bê hempa de bûn.  Heta gihiştin asta ku bi sedan rêhevalê me di oxira vê armancê de cane xwe feda bikin. Ji bo pêkanina xwen û xeyalê bi sedan şehîdên şoreşê em carekîdîn soza xwe dubare dikin da ku em xwe bigihinin serkrftinê. Di heman demedê ji bo em karibin xebatê xwe carekî din ber çavan re derbasbikin û rexnedayînek rast bidin, nîqaş hatin meşandin. Di heman demedê ji bo em karibin di xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî de û di xebatên înşaya Netewa DemKratîk de bi rola xwe ya pêşengtî bilêzin û em karibin tevahî ciwanan rêxistin bikin plansazî hatin derxistin.

Li ser van esasan kongreya me gihişt van encaman.

1- derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber APO de .

– Meclîsa ciwan PYD Azadiya RÊBER APO weke azadiya tevahi mirovahi dibîne û fiziki azadiya ya RÊBER APO dixe navenda tevahi xebatên Meclîsa ciwanên PYD de.

– Meclîsa Ciwanên PYD ji bo danasîna fikir, felsefe û ramanê Rêber APO wê hertim ciwanan perwerde bikê.

– Xwendina pirtukên RÊBER APO yê parezname û dahurandin were dewamkirin û xurtkirin.

– Di hamleya Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî de rola xwe ya pêşengtîyê bilêze. 

 -Ji bo berxwedaniya gerilla rêze çaleki werin bi rêxistinkirin û hertim çalakbûyin were esas girtin.

– Ji bo ku Şerê Gel ê Şoreşgeri hem ji aliyê fikrî hem jî ji aliyê pratiki ve were bi rêxistinkirin kar û xebatên birdozik û rêxistinî werin meşandin.

2- Di derbare xebatên rêxistinî û çalakî de .

– Meclîsa Ciwanên PYD di xeta Şerê Gel ê İoreşgerî de xwe rexistin dike û bi şîara mala xwe, taxa xwe, welatê xwe bipareze, xebat didê meşandin .

– Meclîsa Ciwanên PYD wê li beranberê hemû cureyên şerê taybet wek sixurkirin, fuhuş û madeyên hişbir, û koçberî, her wiha li hemberi zeyenperestî û şerê psikolojik ê ku dijmin dimeşine,  vala derxine û jı bo pêşilêgirtinê di xeta parastina cewheri de têkoşin xwe bilind bike.

– Li dijî tevahî hêzên dagirker û metinger têkoşina birdozîk û rêxistinî were xurt kirin.

– Li dijî moderniteya kapitalist a ku civakê bi her awayî diheline û pergala desthilatdariyê pêş dixe, têkoşina azadîyê meşandin .

– Ji bo zanekirina ciwanan ji hemu aliyan de komxebat û panel werin rexistinkirin.

– Civînên rêxistinî weren meşandin

-Vekirina Akademîya ciwanÊn PYD tAybet ji bo avakirina ji milê zanist û di fikir û felsefeya Rêber APO dE xwe kur kirin û milê îdeolojîk û siyasî da perwerde yên vekirî werin lidarxistin.

– Vekirina navenda ciwanên PYD ji bo bi rexistin kirina ciwanan werin destpêkirin.

– Perwerde û hişyarkirina ciwanan li ser zirarên maddeyên hişbîr bi rêyên sinevizyon, broşur û dersan werin kirin.

– Berfirehkirina çerçoveya Klûba Werzîşê ya Berxwadan û aktîfkirina hemû endamên klûbê di nava rêxistina ciwanan a PYD de were kirin.

Meclîsa ciwan PYD

 

1 Ji 13
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çanda Kurdî ne tenê Kurdî Axaftine Parastina Nirxê Dîrokê ye

Nivîsa Pêş

Yekemîn roja gera ciwanan a li Berlînê bi dawî bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekemîn roja gera ciwanan a li Berlînê bi dawî bû

Yekemîn roja gera ciwanan a li Berlînê bi dawî bû

Ciwanên Ereb li ser “Tamîrkirina telefonê” perwerde dibînin

Ciwanên Ereb li ser “Tamîrkirina telefonê” perwerde dibînin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.