Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HEYA KU EVÎN Û HEZKIRIN HEBE, WÊ ŞEHÎD NEMIRIN

Rastî eve ku çiya tirsê ranake, ew wêrek û serbilinde, bilindahî jî tenê kesên bilind digire ser zîrweyên xwe. Çiyayên me tenê kesên azad hembêz dike, di dergûşa xwe de wan mezin dike û ji neyaran re jî dibe reş goristan.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
25/07/2024 - 8:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HEYA KU EVÎN Û HEZKIRIN HEBE, WÊ ŞEHÎD NEMIRIN
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Çilmisandina gulê ne sûcê wê ye, ji ber ku ji derve de desteke dirêjî wê dibe û dixwaze bedewiya wê ji xwe re bibe û xwe pê bixemilîne, di wê weşandin û çilmisandinê de dibe ku destdirêj şerm bike; ger şerm nekir jî ewê tu carî şa nebe, ji ber gula di destî wî de nema zindî dibe.

Stran negotina bilbilan ne sûcê wane, ji ber ku di qefesan de hatine girtin û detsdirêj dixwazin bi tena xwe li wî awazî guhdar bike, lê belkî ji bêdengiya bilbilan poşman bibe; ger nebe jî ewê ti caran kêfxweş nebin, ji ber ku bilbil tenê di ezmanan de û bi firîneke azad ve çîvçîv dike.

Sekinîna avê ne şaşitiya wê ye, ji ber çavên birçî ji bo ku wê xweşikahiyê bikin ayidê xwe jê re bi dehan bend lêkirine. Lê ewê qet negihêjin armanca xwe ji ber rawestandina avê ewê genîbûnê bi xwe re bîne, bixwzibin jî ewê êdî dengê wê xurexurê nebihîzin.

Li ser çiya jiyan kirin jî pişta xwe saxlem kirin e. Lê ti carî ji dijmin re nebûye pişt, tevî ku burc û kelehan pêşkêşî lutkeyên çiyayên me dikin jî, lê çiya tu  carî qebûl nekiriye û ew neparastine. Her wiha ewê qebûl neke û neparêze jî. Gelo sedema vê çiye? Rastî eve ku çiya tirsê ranake, ew wêrek û serbilinde, bilindahî jî tenê kesên bilind digire ser zîrweyên xwe. Çiyayên me tenê kesên azad hembêz dike, di dergûşa xwe de wan mezin dike û ji neyaran re jî dibe reş goristan.

Şehadeta me jî ne şerme ne jî sûcê me ye. Belkî tenê sûcekî me dibînin, ew jî eve ku (em Kurdin û xwedî welatekî dîrokî û dewlemendin). Lê şerê me û şehadeta me jî nîşan dide ku em zarokên vê axê ne; li şuna ku em destdirêjî bikin, bi xwînê av didin, em ti tiştî bi zorê nagirin lê azadiyê didin. Em mirinê çênakin, zindîbûnê difirînin, ranawestînin, herikînê pêş dixin. Em Kurdin natirsin, mêrxasiyê belav dikin. Em şehîdin namirin.

Şehîdên me yên qada Metînayê jî wek ronahiya jiyanê ewê her dem pêşiya me ronî bikin.

Ew kîjan dil bû ku dikarîbû di sînga xwe de, di wê qefesa teng de heşt dilên ku hezkirina gerdûnekê dihewandin hilgire nava xwe?

Gelo ew kîjan dile? Yan jî dilek heye ku dikare li beramberî lehengiya heştan ne sekine?

Ew kîjan çav bûn ku bi wî hecmê xwe xemla cîhanekê di heşt çavan de dîtibûn û ronahî li ser milyonan çav belav dikirin?

Gelo ew kîjan çavin yan jî çav hene ku  bikaribin li beramberî xweşikbûna heştan ronahiya xwe wenda nekin?

Dîrok di nava deh rojan de rûpelên xwe bi tîpên zêrîn xemiland, di pirtûka xwe ya lehengî û egîdiyê de navê heştan neqişand.

Rûpelek bû Herekol, yek bû Rojda, yekê navê xwe kir Serhildan, yekê jî kir Ferhad, yeka din xwe lê zêde kir û navê wê bû Avêsta. Rûpelekê nivîsand Şoreş, yekê jî xwe xemiland bi navê Viyan, yekê jî zêde kir û got min jî navê xwe kir Bawer.

Dîrokê bang li gelê Kurd kir got binêrin ka çi kirin ji min van canên ciwan,

Serbilind bin ewin rastiya şerkeriya we Kurdan,

Min îro lênûsa xwe neqişand û axa we jî hembêzkir heşt evîndarên xwe

Dibêjin evîndar bi dîtina yaran sermest dibin, can didin

Lê ew kîjan evînadarin ku ax jî sermest kirine

Dibêjin evîndar gelek caran negihane hev

Lê ew kîjan evînadar bûn ku ji bo yara xwe şer kirin û îro bi rûyekî dev li ken evîna xwe hembêz kirine

Cardin dibêjin evîndar bi şerkeriya xwe çêbûne û xwe di ber de feda kirine çûne

Lê ez dîsa pirs dikim, ew kîjan evîndarin ku bi çûyîna xwe re navên xwe hiştine, tovên nû çandine?

Dibêjin evîndar di ber evînekê de canên xwe dane

Lê gelo ew kîjan evine ku bi hezaran can xwe di ber de feda kirine

Gelo ma evîna însanekî wisa li mirov dike,yan jî evîna insana ne ku dilên evîndaran hembêz dike

Dixwazim bizanibim, ma gelo evîna rast eve, yan evîna heştan e, heşt rêhevalên ku evîndarê axê bûn, heşt stêrkên ku ronahiya dilê evîndarên ciwan ên ku nû riya evînê nas dikirin bûn. Ma ne evîna rast eve?

Xaka Kurdistanê baskên xwe vekiriye û pêşwaziya evîndarên xwe dike

Dayikek bi keça xwe û bûkaniya wê şa dibe, dayikek bi kurê xwe û zavatiya wî şa dibe

Lê îro heşt dayikan bûk û zavayên xwe xemilandin

Ma ewê kî ji wê evîndarê hesûd nebe bi wê dildariya wê.

Beko ewanên serdemê dibêjin ew negihane evîna xwe, ji bo wê şer kirin, lê îro laşên wan cemidî û sar e, kulmek ax tuneye ku wê xweşikbûyînê bistirîne ji çavan

Lê ji bîr kirine ku ew evîndarên rasteqînin ku bi helandina goşt û hestî ve xwe digihînin yara xwe.

Ev serê çend şevane ezman bi ronahiyeke muezem pesnê xwe dide

Hemû çavên ku beriya xilmaş bibin û bikevin nava xewn û xeyalan li wê ronahiyê bi heyranî û matmayinê temşe dikirin

Di mejî û dilên xwe de gelek pirs dikirin

Gelo ev çi ronahiyeke ku mirovan ber bi xwe ve dikşîne?

Gelo ezman çima wisa serbilind bûye û neqşîne?

Lê tenê heşt stêrk xuya dikin, ma ronahiya heştan çawa dikare dinyayê ronî bike

Belê îro heşt stêrk li ezmanê welatê min zêde bûn

Şewqa li ezman ronahiya dilê heştan bû

Stêrkan ji ber ronahiya wan şerim kirin, ji ber xweşikbûna wan xwe bêdeng kirin

Lê ew bi mange şevê re jî ketibûn pêşbirkê

Heyva berfîn ku her kes dildarê wê dibû

Lê îro ji ber çelengbûna heştan şermîn bû

Nizanîbû ku ew egîd û cengawerên gelan bûn

Nizanîbû ku ew pêşengên şerên giran bûn

Nizanîbû ku ew rêwiyên azadiyê bûn

Û îro jî berê rêwîtiya wan li ezman bû

Bi ruyekî devliken gotin em hatine bi temamî, lê rêya me berdewam e

Emê ronî bikin riya rêhevalên xwe ev erka me pêşengane

Ezman jî bi kêfxweşî cih da wan, bi serfirazî got hun bixêr hatine, êdî mala we ezmane

Êdî bila her kes bizanibe ku raz û sirê bedewiya li ezman hebûna heştane.

Çavlanî: YJA-STAR.com

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîden Tîrmeh’ê yê Ciwanan

Nivîsa Pêş

HRE: Em hevrêyê xwe Brûsk Meydana bi rêzdarî bi bîr tînîn

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
HRE: Em hevrêyê xwe Brûsk Meydana bi rêzdarî bi bîr tînîn

HRE: Em hevrêyê xwe Brûsk Meydana bi rêzdarî bi bîr tînîn

Karwaneke din yê leşkerên dagirker hate Dêrelokê

Karwaneke din yê leşkerên dagirker hate Dêrelokê

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêra Zorê Civînek Komînê Lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.