Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Peyama ji qadên berxwedanê: Em ê rê nedin dagirkerî û xiyanetê

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li qadên berxwedanê li dijî dagirkeran şer dikin destnîşan kirin ku ew ê dagirkeran li ser axa Kurdistanê nehewînin û diyar kirin ku divê gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê rabin berxwedanê.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
24/07/2024 - 8:17
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Peyama ji qadên berxwedanê: Em ê rê nedin dagirkerî û xiyanetê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bejahî û hewayî bi çalakiyên bi bandor bersivê dide dewleta Tirk ku bi piştgirya PDK’ê êrîşeke nû ya dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li Qadên berxwedanê yên Girê Bahar û Sergelê cih digirin ji ajansa me re axivîn.

‘DARBEYÊN BI BANDOR LI DIJMIN DIXIN’

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Girê Bahar û Sergele û wiha got: “Di serî de hevreyên xwe Canfeda Efrîn û Canfeda Soro yên di operasyona dagirkeriyê ya 3’ê Tîrmehê de şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin. Operasyona ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ne tenê ji bo Kurdistanê metisiye, ji bo hemû cîhanê rewşeke metirsîdar e. Ji ber ku hedefa dagirkeran mêtînkarî û dagirkirina tevahiya Rojhilata Navîn e. Em dikarin mînaka vê ya herî şênber jî li ser axa Kurdistanê bibînin. Ji destpêka operasyona dagirkeriyê ve gelek gund hatin şewitandin û xirakirin. Ne tenê gundan, erdnîgariya xwezayî ya Kurdistanê jî dişewitîne. Em hêzên Gerîlayên Azadyê li dijî vê dagirkeriyê bi hêzeke taktîk û stratejîk ve li dijmin didin.”

‘EM Ê AXA KURDISTANÊ JI DEWLETA TIRK RE BIKIN GOR’

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn wiha got: “Weke hevalên me yên şehîd gotin, em ê axa Kurdistanê ji dewleta Tirk a dagirker re bikin gor. Em ê leşkerên Tirk bixin rewşeke wisa ku wê êdî nikaribin gavê biavêjin axa Kurdistanê. Jixwe niha jî tê dîtin hevalên me bi tarz û taktîka gerîla dijmin kilîd kiriye. Em li gel hemû şert û mercên zehmet bi hêza xwe ya îradeyê derb li dewleta Tirk a dagirker dixin. Ji ber ku em li ser fikir û felsefeyê vê şerê didomînin, bawerî û armanca me heye. Em di wê baweriyê de ne ku em ê di vê rêya baweriyê de serkeftinê bi dest bixin. Banga me ji bo gelê me ev e; Her kesê ku dibêjin em welatparêz in divê xwe berpirsyar bibînin û tevlî vê berxwedanê bibin. Ger bi vê berxwedanê re bibin yek, bila her kes di wê baweriyê de be ku em ê zîhniyeta qirêj a dewleta Tirk a dagirker afirandiye, bi hev re tune bikin.”

‘EV DER AXA ME YE’

Gerîla Berçem anî ziman ku armanca êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê eşkere bûye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Armanca dagirkeriyê ew e ku xelkê Başûr neçarî koçberiyê bikin û axa wan talan bikin. Em dikarin vê yekê li qada Sergele bibînin. Dewleta Tirk a dagirker li qada Sergele bombe li gundan dibarîne û dişewitîne. Berteka xelkê pêş dikeve, lê divê xelkê Başûrê Kurdistanê rabin berxwedanê. Divê destûr nedin ku dagirker bikevin axa wan. Ji ber ku xwediyên rast ên van axan Kurd in. Divê li hemberî dagirkerên ku bi rehetî li gundan digerin û li hemberî çeteyên dagirker ên gundiyan ji malên wan derdixin bêdeng nemînin. Ev der axa me ye, em ê destûr nedin ku dagirker bi rehetî axa Kurdistanê dagir bike. Rastiyeke din jî ew e ku PDK’ê Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike. Em Gerîlayên Azadiyê helwesta me ya li dijî dagirkeriyê zelal e. Em ê nehêlin dagirker û xiyanet bi ser bikeve. Helbet em ê vê bi gelê xwe re bikin. Bila gelê me baş bizane ku Gerîlayên Azadiyê her tim li gel wan e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi hev re serkeftinê bi dest bixin.”

‘EM Ê DAGIRKERAN LI VÊ AXÊ NEHEWÎNIN’

Gerîlayê HPG’ê Erdal ê li qada Berwedanê ya Sergele cihê xwe digire, wiha axivî: “Operasyona ku 3’ê Tîrmehê di saet 8-9’ê êvarê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi piştgiriya PDK’ê hate destpêkirin, ji aliyê hevalên me ve bi tarz û taktîka gerîla bi awayekî dijwar derb li dagirkeran hat xistin. Leşkerên Tirk ên dagirker ku derb xwarin veciniqîn. Pêşwazîkirina dijmin a bi berxwedanê re ev peyam da dagirkeran, her cihê axa Kurdistanê ku hûn gav biavêjin wê ji we re bibe gor. Her wiha PDK ku axa Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike, divê ji xwe re bêje bes e. Gelê Kurd jî divê li dijî xiyaneta PDK’ê rabin berxwedanê. Em Gerîlayên Azadiyê çi dibe bila bibe dagirkeran li vê axê nehewînin. Dagirkerên ku derb dixwin hêrsa xwe bi şewitandina gund û bombekirina qadên daristanê yên Kurdistanê derdixin. Soza me ji bo gelê me ew e ku heta Kurdistana azad ji berxwedana xwe tawîz nedin û heta dawî li ber xwe bidin.”

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dosya Taybet: Me Şoreş bi rihê ciwantî despe kir

Nivîsa Pêş

HRE: 10 Dagirker hat kuştin û 7 jî birîndar dibe

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
HRE: 10 Dagirker hat kuştin û 7 jî birîndar dibe

HRE: 10 Dagirker hat kuştin û 7 jî birîndar dibe

HPG: Di çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin

HPG: Di çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin

Manşet

  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.