Enter your email Address

Çarşamba, Ağustos 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em Şoreşa Rojava silav dikin, girîngiyê didin diyaloga li Sûriyeyê

KCK'ê Şoreşa Rojava silav kir û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşê derkevin û li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bidin û got: "Em girîngiyê didin diyalog û muzakereyên li Sûriyeyê. Heke ev pêk were wê planên Erdogan vala derkevin.”

Edîtor: Axin Mahir Dicle
18/07/2024 - 23:02
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: Em Şoreşa Rojava silav dikin, girîngiyê didin diyaloga li Sûriyeyê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê daxuyand ku şoreşa xwe dispêre felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. KCK’ê bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşê derkevin û bi tundî bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk a dagirker.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Gelê Rojava û hêzên şoreşger ên Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi biryareke dîrokî pêngava azadkirina Rojava ji Kobanê dest pê kirin. Ev pêngava dîrokî di demeke kin de veguherî Şoreşa Rojava û piştre jî bi pêşketina pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encam bû. Em 12’emîn salvegera vê pêşketina dîrokî dijîn. Em vê pêşketina dîrokî di serî de li gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelên Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen, hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn, gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan û hemû hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz pîroz dikin. Di salvegera 12’emîn de gelên şoreşê û parêzvanên wê bi rêzdarî silav dikin.  Em cangoriyên ku di pêşketin û parastina şoreşê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, di şexsê şehîdên Şoreşa Rojava de bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê ditewînin û soza xwe dubare dikin.

ENTERNASYOLÎST HATIN SILAVKIRIN

Dema behsa Şoreşa Rojava tê kirin pêwîst e her tim enternasyonalîstên ku hevgirtina dîrokî ya herî mezin û herî watedar nîşan dane, bi bîr bînin. Ji çar aliyê cîhanê gel ji bo parastina Şoreşa Rojava di çeperên şer de şer kirin û têkoşiyan. Di vê têkoşînê de gelek hevalên enternasyonalîst şehîd bûn. Em jî wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Weke gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn em bêsînor deyndarê wan in. Em hezkirin û hurmeta xwe ya bêdawî careke din ji wan re tînin ziman. Careke din em spasiya xwe pêşkêşî dostên xwe yên navneteweyî dikin ku ji bo Şoreşa Rojava, azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bêyî navber têkoşiyan.

ŞOREŞA ROJAVA XWE DISPÊRE FELSEFEYA RÊBER APO

Şoreşa Rojava bi taybetmendiyên xwe, nirxên nû li mirovahiyê zêde kir. Di meşa azadiya gerdûnî ya gelan, jinan û çînên bindest de weke pêşketineke nû di nava dîrokê de cihê xwe girt. Şoreşa Rojava li dijî mêtingerî, newekhevî, zilm û neheqiyê li ser mîrateya têkoşîna dîrokî ya azadiya bindetan pêşket. Di vî warî de koka xwe digihêje dîrokê. Ji ber xwe dispêre felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, di dîroka şoreşê de rê li ber geşedanên nû vekir. Rêber Apo bi teoriya xwe ya modernîteya demokratîk û paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê, çareseriyeke girîng ji pirsgirêka azadiyê ya serdema me re aniye. Rêber Apo, ji bo derbaskirina pergala mêtingeriyê ya pênc hezar salan û modernîteya kapîtalîst a ku bi çanebariya zêde civak û xwezayê bi tinekirinê re rû bi rû hiştiye, hişmendî û rêxistinî ya herî pêşketî pêşkêşî mirovahiyê kiriye. Li ser vê yekê Şoreşa Rojava bûye pêşketina herî girîng û herî pêşketî ya sedsala 21’an. Ya ku Şoreşa Rojava pêkan û watedar dike ev taybetmendî ye.

DI SERDEMA ME DE PÊŞKETINA HERÎ GIRÎNG Û WAYEDAR E

Şoreşa Rojava bi danasîna sîstema rêveberiya xweser a bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rê li ber çareserkirina xitimandina ku şoreşên di dîrokê de pê re rû bi rû mane û bûne sedema têkçûnan, vekir. Xwe spartina azadiya jinê, hişt ku li hemberî zîhniyeta baviksalarî ku sedema hemû mêtingeran e, bi ser bikeve û hişmendiya azad pêş bixe. Ev taybetmendiyên bingehîn Şoreşa 19’ê Tîrmehê kiriye pêşketina herî girîng û watedar a serdema me.

DOMANDINA PARASTINA ŞOREŞÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Li aliyê din Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkê heta îro li hemberî her cure êrîşan li ber xwe da, li ser piyan maye û bi vî awayî xwe îspat kiriye. Helbet ev serkeftin bi têkoşîna gelan, hêzên şoreşger û hevgirtina navneteweyî pêk hat. Di serdemeke wiha de ku xetereyên fetisandina şoreşê her ku diçe zêde dibe de pir girîng e ku ev têkoşîn hîn zêdetir pêş bikeve. Bi vê boneyê em bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên şoreşger ên Rojava, Rojhilata Navîn û hêzên hevgirtinê yên navneteweyî yên cîhanê dikin ku têkoşîna parastina şoreşê bidomînin û geş bikin.

DEWLETA TIRK PIRSGIRÊK Û PEVÇÛNAN KÛR DIKE

Dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku dev ji zîhniyeta xwe ya dagirker a qirker bernedaye, ji destpêkê heta îro ji bo Şoreşa Rojava têk bike êrîşî ser Şoreşa Rojava dike û ketiye nava her cure têkiliyên qirêj. Hemû çeteyên paşverû, faşîst bi taybetî DAÎŞ’ê bi rêxistin kir û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ji ber ku bi çeteyan re encamên ku dixwest bi dest nexist, bi xwe rasterast dest bi êrîşan kir û axa Rojava û Sûriyeyê dagir kir. Li cihên ku dagir kiriye rejîmeke wêrankerî û hovîtiyê ava kir, demografiyayê diguherîne û ev jî rê li ber derketina her cure kiryarên dermirovahî vekir. Ji bo li Sûriyeyê rê li ber pêşketina çareseriya demokratîk û jiyana bi hev re bigire, her cure rêbaz bikar anî. Bi zanebûn milyonan Sûriyeyî ber bi Tirkiyeyê ve kişand, ji bo şer kûr bibe çeteyan xwedî kir. Hewl da ku gelan bi hev bide şerkirin. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi hişmendiya paşverû û neo-osmanî rejîmek pir xeternak ava kir. Ev rejîma paşverû, faşîst, neo-osmanîst sedema sereke ya kûrbûna pirsgirêk û nakokiyên li Sûriyeyê.

EM DIYALOG Û MÛZAKEREYÊN LI SÛRIYEYÊ GIRÎNG DIBÎNIN

Em pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalog û muzakereyê, bi awayekî demokratîk, wekhev bên çareserkirin girîng dibînin. Çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê bi vê feraset û rêbazê pêkan e. Em weke Tevgera Azadiyê vê yekê pir girîng dibînin û piştgiriyê didinê. Her kesê ku li paşeroja Sûriyê û gelê Sûriyê xwedî derdikeve, divê xwedî nêzîkatî û hewldaneke wiha be. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku bi vê nêzîkatiyê tevbigerin û pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Em bang dewleta Sûriyê û her kesên ku alîgirê çareseriya pirsgirêkan e dikin ku di çarçoveya yekbûna Sûriyeyê de pirgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Ger ev yek pêk were, planên şefê faşîst Tayyîp Erdogan ên ji bo hilweşandina Sûriyeyê û şerkirina gelên Sûriyeyê li dijî hev, wê bi temamî pûç bibe.

Careke din em 12 saliya Şoreşa Rojava ji dil û can pîroz dikin. Em Şoreşa Rojava ku nirxeke hevpar a mirovahiyê ye, li hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin. Her wiha em bang li her kesî dikin ku li dijî dagirkerî û îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê helwesteke tund nîşan bidin û piştevaniya gelê Kurdistanê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan Salvegera Şoreşa Rojava Piroz Kirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan Salvegera Şoreşa Rojava Piroz Kirin

Jinên Ciwan Salvegera Şoreşa Rojava Piroz Kirin

60 Saniyê de Nûçeyên Rojê

60 Saniyê de Nûçeyên Rojê

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Meşek Li Dijî Madeyên Hişber Lidar Xist
  • Li Qamîşloyê ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû
  • XELîL XEMGÎN BANGA MEŞA DIRÊJ DIKE
  • Çand û hûnera kurdî di nava ciwan û zarokên Hesekê zindî dibe
  • Ciwanên li Marsîlyayê ji bo Armancên Perwerdehiyê Belgefîlma Vejîna Kurdan Temaşe Dikin
  • Meclîsa Ciwanên Dem Pankartek ji bo Balkişandina ser Qirkirina Êzidiyan Alıqandin
  • Ciwanên Reqayê deshilatdarî û demokrasî nîqaş kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Qamîşloyê  ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû

    Li Qamîşloyê ji bo Ciwan û Zarokan Hewzek û Parkek Nû Vebû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Meşek Li Dijî Madeyên Hişber Lidar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • XELîL XEMGÎN BANGA MEŞA DIRÊJ DIKE

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Akademiya Şehîd Hogir a xwendekaran bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Serhed: Wek hunermend, divê em beşdarî Meşa Dirêj bibin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya 13 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 8,ê adarê li Girê Spî bi meşekê hat pîroz kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Salvegera PKK‘ê li Halebê ji aliyê ciwanan ve hat pîroz kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Em li ser rêya dayikên berxwedêr in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li gundê El-Arif pêk anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.