Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

“Xeyala Şerzan ya herî mezin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo e”

HPG nasnameya şehîd Şerzan Gabar eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
03/07/2024 - 13:55
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
“Xeyala Şerzan ya herî mezin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo e”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina HPG’ê li ser şehadeta gerîla Şerzan Gabar ê ji Kobanê daxuyaniyek da.


Nasnav: Şerzan Gabar
Nav paşnav: Elaa Ûrfalî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Leyla-Hesen
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Hezîrana 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Di 9’ê Hezîrana 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê hevrêyê me Şerzan Gabar şehîd bû. Hevrêyê me Şerzan ku ji bo hilanîna tola hevrêyên şehîd hilîne tevlî nava refên têkoşînê bû, ji roja tevlî bû û heta kêliya şehadetê bi wêrekî, dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê û hevrêtiya xwe ya xurt bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Şerzan ji Kobanê dest bi têkoşîna azadiyê kir û têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê gihand asta herî bilind. Hevrêyê me Şerzan wê her tim di nava têkoşîna me de bê bîranîn.

Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Şerzan bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bi bîr bînin.

Hevrêyê me Şerzan li Kobanê ku bi têkoşîna xwe ya ji bo mirovahiyê bû sembola berxwedanê ji hemû gelên bindest re, li nava malbateke ji eşîra Şêxan ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wî û dilsoziya bi cewhera Kurdîtiyê re, hevrêyê me girêdayî çand û kevneşopiya xwe mezin bû, hîn biçûkanî têkoşîna me ya azadiyê bihîst. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, hevrêyê me şens dît ku milîtanên Apoyî nas bike, ji sekna wan a li nava jiyanê û têkiliyên hevrêtiyê bi bandor bû. Bavê wî tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anî û sala 2013’an şehîd bû. Vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Şerzan kir. Ji ber vê jî hîn bêhtir bala xwe çû ser têkoşîna me ya azadiyê, ji bo karibe di nava karên şoreşê de bi berpirsyarî rabe kete nava lêgerînan. Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê bi pitşgiriya dewleta Tirk a qirker cara duyemîn êrişî Kobanê kirin û komkujî li gelê me kirin, ev yek ji bo hevrêyê me Şerzan bû hinceta têkoşînê. Bi bandora hevrêyên me yên di Berxwedana Kobanê ya dîrokî şehîd bûn û tecrîda li ser Rêber Apo biryar da ku tevlî nava refên berxwedanê bibe.

Li ser vê bingehê di sala 2016’an de beşdarî nava hêzên azadiyê bû, bi perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk di demeke kurt de tevlî nava çeperên berxwedanê bû. Hevrêyê me ji aliyê leşkerî ve xwe şareza kir, ji bo tola gelên me ji çeteyên DAÎŞ’ê hilîne xwest bi biryardarî tevlî çalakiyan û pêngava bibe. Li ser vê bingehê beşdarî gelek pêngavan bû û ji bo gelên me ji çeteyên DAÎŞ’ê bêne rizgarkirin kedeke mezin da. Hevrêyê me Şerzan ku haya xwe ji pêvajoya dîrokî ya gelê me û tevgera me hebû, kete nava lêgerîna wê yekê ku hîn bêhtir bar hilgire. Zanîbû ku heta ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe şareza neke nikare wezîfeyên demê bi rengekî hêja bi cih bîne, ji bo vê jî tevlî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû. Hevrêyê me Şerzan di gelek branşên leşkerî de bû pispor, tecrûbeyên leşkerî û perwerdeya ku tevlî bû ji bo xwe kir bingeha têkoşîneke hîn xurt.

Hevrêyê me Şerzan anî ziman ku xeyala wî ya herî mezin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û jiyana li Kurdistaneke Azad e, ji bo vê jî zanîbû ku divê têkoşîneke mezin bimeşîne. Di encama kûrbûnê de gihîşt wê encamê ku têkoşîna xwe tenê li çiyayên Kurdistanê li nava refên gerîla dikare mezin bike, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Şerzan bi perwerdeyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû, demek beriya demekê xwest biçe qadên şerê giran û berpirsyariyên xwe yên pêvajoyê bi cih bîne. Lê belê bawer dikir ku divê di taktîkên gerîla yên dema nû de xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibe, lewma beşdarî nava perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû. Bi avantaja ji tecrûbeyên leşkerî ev perwerde bi serketî qedand û bi fedakariya di vê pêvajoyê de her wiha bi sekna xwe ya dilnizm a li nava jiyanê, di anva hevrêyên xwe de bû cihê hurmetê. Hevrêyê me zanîbû ku bi têkiliyeke xurt a hevrêtiyê dikare hemû zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe rake, bi vê armancê kûrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me ku bi fedakarî kar kir, di her karî de bi kedkariya xwe li pêş bû.

Hevrêyê me Şerzan 9’ê Hezîrana 2024’an ji ber qezayeke bêşensî şehîd bû. Bi kesayetiya xwe ya sade, xwezayî, durust û hevrêtiya xwe ya xurt wê her tim di dilê hevrêyên xwe û têkoşîna azadiyê de be. Rêbertiya Azad û Kurdistana azad xeyalê herî mezin ê hevrêyê me Şerzan bû. Em soz didin ku heta vê armanca wî pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bênavber dewam bikin.”

 

 

1 Ji 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Heftanînê lê dan

Nivîsa Pêş

Girtiyên PKK û PAJK: “Em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê bibin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Girtiyên PKK û PAJK: “Em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê bibin”

Girtiyên PKK û PAJK: "Em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê bibin"

Salvegera 5’emîn a şehadeta Helmet Diyar

Salvegera 5’emîn a şehadeta Helmet Diyar

Manşet

  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.