Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

KCK’ê şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî

KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên di 31’ê Adarê de li Mehabadê û Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30’ê Adarê de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin bi bîr anî.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/03/2024 - 11:00
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK’ê şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30’ê Adara 1972’an de li Kizildereyê û Qazî Mihemed, Hacî Baba Şeyh û Seyfî Qazî yên di 31’ê Adara 1947’an de li Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin bi bîr anî.

KCK’ê diyar kir ku Komara Mehabadê di têkoşîna azadiyê ya sed salî ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e û got: “Qazî Mihemed û hevalên wî weke leheng, fedekar û ewladên hêja yên gelê Kurd di dîrokê de cih girtin. Gelê Kurdistanê tu carî fedekarî, têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nake.”

Di daxuyaniya xwe de KCK’ê Şehîdên Kizildereyê jî bi bîr anî û got: “Em şoreşgerên mezin Mahîr Çayan û hevalên wî yên ku bi wekhevî, azadî, biratiya mafan û hevpariya têkoşînê bawer kirin û ji bo vê têkoşiyan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

Yek ji pêşengên neteweyî yên Kurd, welatparêzekî mezin ê Kurd û damezrênerê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî Hecî Baba Şeyh û Seyfî Kadî  yên di 31’ê Adara 1947’an de li Qada Çarçira ji aliyê rejîma Şahê faşîst ve hatin qetilkirin. Em wan di salvegera qetilkirina wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê di şexsê wan de bi bîr tînin û soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.

DI TÊKOŞÎNA AZADIYA MEHABADÊ DE XWEDÎ CIHEKÎ GIRÎNG E

Qazî Mihemed û hevalên xwe bi dilsoziyeke mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebatîn û têkoşiyan. Bi avakirina Komara Mehabadê di rizgariya gelê Kurd de gaveke dîrokî avêtin. Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Îngilistan û Sovyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrîşî Komara Mahabadê ya ku nû hatibû avakirin kirin, Qazî Mihemed û hevalên wî yên têkoşer li Qada Çarçirayê îdam kirin. Têkoşîna Qazî Mihemed û hevalên wî û xiyaneta ku li wan hat kirin bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên modernîst ên kapîtalîst çawa nêzî Kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe çawa dikarin xiyantê li Kurdan bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Mehabadê derket holê ku berpirsiyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê hêzên modernîteya kapîtalîst in û ev nêzîkatî îro jî didome.

Komara Mehabadê her çend di encama xiyanet û êrîşa dewletan û hêzên dijminên gel û azadiyê de hat rûxandin jî, lê ev zêdetirî sed sal in di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Qazî Mihemed û hevalên wî jî mîna Şêx Seîd û Seyîd Riza ji helwesta xwe ya azadiyê tawîz nedan û ferzkirina teslîmiyetê ya dijmin red kirin. Van helwestan di hişmendiya gelê Kurd de cihekî girîng girtin û di pêşxistina xeta berxwedanê ya Kurdistanê de kedeke mezin girtin. Qazî Mihemed û hevalên wî wek lehengên, fedakar û ewladên hêja yên gelê Kurd derbasî dîrokê bûn. Gelê Kurdistanê tu carî fedekarî, têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nake. Helbet têkoşîn û xebata van pêşengên dîrokî di pêşketina neteweya demokratîk û destkeftiyên ku îro gelê Kurd bi dest xistine de xwedî pareke mezin e.

ŞEHÎDÊN KIZILDEREYÊ HATIN BIBÎRANÎN

Dewleta Tirk a dagirker ku yek ji wan hêzeke kedxwar û qirker e di 30’ê Adara 1972’an de li Kizildereyê bi qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî komkujiyeke din a mezin kir. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin, şoreşgerên mezin Mahîr Çayan û hevalên wî yên ku bi wekhevî, azadî, biratiya mafan û hevpariya têkoşînê bawer bûn û ji bo vê têkoşiyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Dewleta Tirk dewleteke qirker, dij Kurd, kolonyalîst e ku ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn hatiye avakirin. Bi mîsyona pêkanîna qirkirina Kurdan û parastina berjewendiyên modernîteya kapîtalîst tevdigere. Nêzîkatiya wê ya li hemberî Kurd, şoreşger, sosyalîst û hêzên azadîxwaz ên demokratîk di çarçoveya vê mîsyonê de ye. Komkujiya ku li Kizilderyê kir jî bi vê wezîfeyê ve girêdayî ye. Mahîr, Denîz û Îbrahîman ji bo ku Tirkiye ji vir derxin, bingehek wekhev û azad ava bikin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bidin meşandin, têkoşiyan. Hebûna gelê Kurd û pêwîstiya bi azadî diyarkirina îradeya xwe ya netewî ya demokratîk bi zelalî anîn ziman û parastin. Rêber Apo nêzîkatiya wan gelekî nirxand û şoreşa azadiya Kurdistanê weke berdewamiya têkoşîna wan dît û pênase kir. Em vê fehm dikin û nêzîk dibin û em bawer dikin ku bi pêşxistina vê nêzîkatiyê em ê bigihin armanca wekhevî, azadî û demokrasiyê. Bi vê boneyê em careke din bang li gelan, jinan û her kesê ku li wekhevî, azadî û demokrasiyê digerin, dikin ku hîn zêdetir bên ba hev, têkilî û tifaqên xwe berfireh bikin û li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Yên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAÎŞ’ên Tirk in

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan ên PYD’ê yên Helebê civîna xwe ya salane li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan ên PYD’ê yên Helebê civîna xwe ya salane li darxistin

Jinên Ciwan ên PYD'ê yên Helebê civîna xwe ya salane li darxistin

KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!

KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Konferansa Jinên Ciwan belavok hate belavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Lavrîoyê bi boneya 14’ê Tîrmehê bi bîranîn!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.