Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Mizgîniya Newrozê: Derfetên me çêbûn ku SÎHA’yan bêbandor bikin, 15 SÎHA hatin xistin

Fermandariya Biryargeha NPG'ê mizgîniya Newrozê eşkere kir: Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûne xwedî wê derfetê ku balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) bêbandor bikin. Hêzên me bi giştî 15 SÎHA anîn xwarê.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/03/2024 - 10:35
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Mizgîniya Newrozê: Derfetên me çêbûn ku SÎHA’yan bêbandor bikin, 15 SÎHA hatin xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi vî rengî ye:

“Em cejna azadî û vejînê ya gelê xwe Newrozê bi bihareke nû pêşwazî dikin. Cejna Newrozê beriya her tiştî li Rêber Apo pîroz dikin ku fikir, îrade, ruh û berxwedêriya azadiyê da me, bi hezkirin û hurmeteke mezin Rêberê xwe silav dikin. Cejna Newrozê li gelê Kurdistanê yê leheng ê ku di oxira azadiyê de hemû berdêlan dide ber çavên xwe, li gelên xwişk û bira, li dostên gelê me û hemû mirovahiya demokratîk a ku ji vê kevneşopiyê bawer dike, pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan de ku ev roja meşaleya azadî û eykîtiya me bi agirê Newrozê di bedena xwe de hîn bi wate kir, hemû şehîdên leheng bi minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê nobedarên ala serketinê ya şehîdên xwe bin, di nava têkoşîna ‘Rêbertiya azad, Kurdistana azad de’ xwedî li bîranîna wan derkevin.

Tê zanîn, dewleta Tirk a qirker a ku bi salan e li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me di her astê de êrîşan dike, rewşa jeo-stratejîk a Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê dike û bi piştgiriya siyasî, leşkerî û teknîkî ya ku ji hêzên herêmî û navneteweyî werdigirin, hewl dide li dijî têkoşîna me serwer be. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi tecrîdkirina gelê me û tevgera me ji cîhanê, bi bêparhiştina gelê me ji dostên xwe, dixwaze encamekê bi dest bixe. Lê mîna di hemû mijarên din de, di vê mijarê de jî dewleta Tirk a qirker mêtinger li hemberî doza mafdar a gelê me nekariye encama dixwaze bi dest bixe.

MAKÎNEYÊN MIRINÊ SÎHA’YAN BI SEDAN MIROVÊN ME QETIL KIRIN

Di vî şerê topyekûn ê li dijî tevgera me de, dewleta Tirk herî zêde pişta xwe bi SÎHA (Balafirên bê mirov ên bi çek) germ kir, ku bi piştgiriya hin hêzên navneteweyî karîbû çêbike. Rejîma AKP-MHP’ê bi van amûran êrîş bir ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û xelkê me yê welatparêz û jê bawer kir ku bi vê çeka teknîka dawî ya serdemê dikare encamê bi dest bixe. Bi taybetî bi van makîneyên mirinê di serî de li Başûrê Kurdistanê û Rojava li gelek deverên cuda li hemberî xelkê me yê bêguneh bi dehan êrîş kir, bi sedan mirovên me qetil kir.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ BÛN XWEDÎ WÊ DERFETÊ KU SÎHA’YAN BÊBANDOR BIKIN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê beriya her tiştî bi pêngavên taktîkî bersriv da van êrîşên dewleta Tirk a qirker mêtinger û bi berxwedana xwe ya mezin a li ser bingeha ruhê Newrozê nîşan da, plana dagirkeriyê ya faşîzmê ya li ser Başûrê Kurdistanê têk bir. Li gel vê yekê, tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo tecrîdkirina gelê me li qada navneteweyî, gelê Kurd sîstema fuze ya ji bo vî şerî pêwîst peyda kir û gihîşt wê astê ku dewleta Tirk bixe nava hevsengiyekê. Dewlet û artêşa Tirk gelekî baweriya xwe bi SÎHA’yan tîne, li her deverê propagandaya wê dike, xwe dispêre wê û hewl dide hevsengiya şer biguherîne û li Kurdistanê her roj bi sûîqestan komkujiyan dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku SÎHA’yan bêbandor bikin. Ji 13’ê Sibata 2023’an û vir ve hêzên me 15 SÎHA’yên bi cûreyên cuda anîn xwarê.

LÎSTEYA SÎHA’YÊN HATIN XISTIN

Li gorî vê yekê;

– 13’ê Sibata 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2

– 18’ê Sibata 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2

– 8’ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê ANKA

– 14’ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê BAYRAKTAR TB2

– 21’ê Hezîrana 2023 li ezmanên Garê ANKA

– 22’ê Hezîrana 2023 li ezmanên Qendîlê AKSUNGUR

– 5’ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Garê AKINCI

– 8’ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Garê BAYRAKTAR TB2

– 17’ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Qendîlê ANKA

– 30’ê Tîrmeha 2023 li ezmanên Qendîlê AKINCI

– 15’ê Tebaxa 2023 li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ANKA

– 5’ê Mijdara 2023 li ezmanên Zap / Şikefta Birîndara BAYRAKTAR TB2

– 6’ê Mijdara 2023 li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê AKSUNGUR

– 28’ê Kanûna 2023’an li ezmanên qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê BAYRAKTAR TB2

– 1’ê Adara 2024’an li ezmanên Zap / Çiyareş balafira bêmirov a bi çek a bi tîpa ANKA ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.

DÎMENÊ KETINA SÎHA’YAN HATE QEYDKIRIN, WÊ WERE WEŞANDIN

Ji derveyî hin çalakiyên ku ji ber pirsgirêkên teknîkî dîmenê wan nehatin bidestxistin, dîmenên hemû çalakiyan hatin qeydkirin û di van dîmenan de bi rengekî zelal tê dîtin ku amûrên dijmin ên navborî ketine xwarê. Dîmen û belgeyên çalakiyan wê ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê re ji gelê me yê hêja û raya giştî re were weşandin.

Di vê pêvajoya nû ya em bi Newrozê re dikevinê, li ser rêya azadiyê ya ji bo gelê Kurdistanê, rêyeke derketinê û di Kampanyaya ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî de asteke lûtkeyî îfade dike. Li ser vî bingehî Newroza 2024’an jî wê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoya dîrokî de têkoşîna azadiyê ya gelê me wê di qonaxeke hîn jortir de bê meşandin. HPG’ê wê bi rola ku dikeve ser milê xwe rabe, bi armanca azadiya Rêber Apo wê li gorî ruhê demê li ser xeta rast wezîfeyên xwe yên demê bi serkeftî bi cih bîne. Di vî warî de em li dijî hemû hêzên ku dixwazin xwişk-biratiya gelan û azadiya wan bixin metirsiyê, ji her demê bêhtir bi îdîa ne ku bi rola xwe rabin, biryardariya me ji her demê zêdetir e. Îro potansiyela me ya şerkirinê ya bi derfetên taktîk û teknîkê û performansa bilind, biryardariya me ya teqezkirina serkeftinê hîn xurttir bûye.

Em mizgîniya Newrozê bi gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe re parve dikin û li ser vî bingehî em Newroza 2024’an ku Newroza pêngaveke mezin a azadiyê ye, li hemû gelê xwe yê welatparêz, hevrêyên xwe yên li zindanan, çiyayan û hemû qadên têkoşînê li ber xwe didin pîroz dikin û di meşa serketina dîrokî û pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de ji her kesî re serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kalkan: Kes nikare vê rabûna azadiyê bisekinîne

Nivîsa Pêş

Peyama Ciwan û Gelê Qudurbek ji bo Newrozê 2024’an

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Peyama Ciwan û Gelê Qudurbek ji bo Newrozê 2024’an

Peyama Ciwan û Gelê Qudurbek ji bo Newrozê 2024'an

Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê li dijî febrîqeya paletê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê li dijî febrîqeya paletê çalakiya sabotajê kirin

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.