Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

YPJ nasnameya 2 hevrêyên xwe yên ku di erîşên Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê şehîd bibûn eşkere kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
12/02/2024 - 15:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
YPJ nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan – Duh erîşên dewleta tirk ya ku li Qamişlo li beramberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê êrîşeke namerdane pêk anî de diyar kir ku Fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûne her wiha daxuyanî ya Fermandariya Giştî YPJ’ê wisa ye:

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Feraseta qirker û faşîst a dewleta Tirk a dagirker bi êrîşê terorî yên ku li hemberî jinên pêşeng û têkoşer  pêk tîne, şoreşa azadiya jinê taybet dike armanc. Ev êrîş, êrîşên siyasî ne û li ser bingehê konsepta înkar û îmhayê tên pêkanîn. Dewleta Tirk a ku bi polîtîkayên daîreya şerê taybet tê rêvebirin, tola têkçûna DAIŞ’ê radike. Fermandarên jin ên ku bi awayekî pêşeng tekoşîna li dijî DAIŞ’ê dane meşandin û li tevahî cîhanê bi nav û deng bûn, mohra xwe li dîrokê dan û bûn rûmeta tevahî gelên azadîxwaz, bi awayekî zanebûn ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve tên armanc girtin.

Di dîroka 11’ê Sibata 2024’an de balafirên bê mirov ên dewleta dagirker û faşîst a Tirk li beramberî Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Suriyê êrîşeke namerdane pêk anî. Di vê êrîşê de fermandar û rêhevalên me Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn. Em ruhê pak yê şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Di serî de ji malbatên hêja yên Fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik, em ji tevahî gelê xwe yê welatparêz, ji jinên şoreşger û têkoşer û rêhevalên van lehengên azadiyê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin hevalên xwe yên gazî û tevahî gelê xwe ku wê xwîna wan li erdê nemîne. Tolhildana wan dê erk û berpirsyariya me ya sereke be.

Fermandar Sorxwîn (Fatma Sakan) di sala 1985’an de di nava malbateke xwedî çanda berxwedaniya netewî, li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vedike. Fermandar Sorxwîn ji eşîra Celaliyan e ku li hemberî dagirkeran ala serhildanê rakirin û heta roja me ya îro jî tu car serî netewandin. Kesayetên mîna Şîrîn Elemhûlî û Zeynep Celaliyan bûn şopdarên vê çanda berxwedanê û îro jî fermandar Sorxwîn bi helwesteke netewî di kesayeta xwe de serhildêriya jina Kurd a dîrokî esas girt û her kêliya jiyana xwe ji bo azadiya jin û gelê xwe bê dûdilî têkoşîn kir.

Di sala 2014’an de dema ku hovîtiya DAIŞ’ê li bajarê Kobanê giha asta lûtkeyê, jinên ciwan ji bakur, ji başûr û ji rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobanê destanên lehengiyê nivîsandin. Berxwedaniya hevrê Sorxwîn û ya tevahî şervanên YPJ’ê li cîhanê deng veda. Bi vî rengî jin herikîn qadan û bi sedan jinên enternasyonal berê xwe dan warê Rojavayê Kurdistanê.

Fermandar Sorxwîn di şerê xwe yê li hemberî DAİŞ’ê de, bi taktîkên xwe yên dewlemend, bi cesaret û dilwêrekiya xwe ve xofeke mezin xiste dilê neyaran. Bi vî rengî hevrê Sorxwîn bû pêşenga şerê Kobanê û gelê Kobanê jî xwedî li fermandara xwe ya dilwêrek û keça xwe Sorxwîn derketin.

Fermandar Sorxwîn di berxwedaniya li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê de bi awayekî giran birîndar dibe û ji bo ku gelê xwe ji tarîtiya DAIŞ’ê biparêze roniya çavê xwe feda kir. Her çendî hevrê Sorxwîn giran birîndar dibe, lê nirxandina Rêber APO ya ku dibêje; “Gazî şehîdên me yên nemir in” ji bo xwe esas digre û bê ku kêliyekê raweste heta dawî di berxwedaniya dîrokî ya Kobanê de cihê xwe digre. Bi vî awayî xwedî li nirxên azadiya jin derket û di pêşxistin û mezinkirina YPJ’ê de, bû xwedî rol û mîsyoneke girîng.

Fermandar Sorxwîn sembola egîdiya jinan e. Di şer û jiyana xwe de bû îfadeya sekna jina wêrek, ji xwe bawer û dilsoz. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku bi pêşengiya Jîna Emînî ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavî tevahî cîhanê bû, yekemîn çirûska xwe ji lehengên mîna Şîrîn Elemhûlî, Jiyan Mako, Sorxwîn Rojhilat û Zeynep Celaliyan wergirt. Her yek ji van jinên leheng bi cesaret û fedekariyeke mezin, rêya azadiyê ji bo jinên Rojhilatî, Fars û ji bo tevahî jinan nîşan dan.

Herî dawî jî fermandar Sorxwîn weke fermandareke gazî di Federasyona Gaziyên Bakûr Rojhilatê Sûrî de ji bo hevalên xwe yên gaziyên şoreşê erkên girîng dabû ser milê xwe. Hevrê Sorxwîn bi zanistiyeke kûr, ji her hevalek xwe yên gazî re bû çavkaniya hêz û moralê. Ne tenê bi xebatên gaziyan re sînordar ma, herî zede jî hewlda ku ji pirsgirêk û pêşxistina gel û jinan re çareserî biafirîne û bi vê yekê re jî di dilê gel û jinan de cihê xwe girt.

Hevrê Azadî Dêrik (Emîne Seyîd Ehmed) jî di sala 1982’an de li bajarê Dêrika Hemko ji dayîk dibe. Hevrê Azadî di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Dema ku çirûska şoreşê Rojavayê welat ronî kir, berê xwe da nava refên şoreşê û yekîneyên destpêkê yên parastina jin de cihê xwe girt. Hevrê Azadî bi sekna xwe ya dilsoz ji bo azadiya gelê xwe bê hesab, bê teredut têkoşiya. Ji destpêka şoreşê heta kêliya xwe ya dawî, xwe di xeta parastina rewa de kûrkirin esas girt. Li ser bingehê pîvanên Şerê Gelê ê Şoreşgerî weke fermandareke pêşeng şerê azadiyê da meşandin. Bi sekna xwe ya dilnizim bû mînaka milîtaniya jina azad. Hevrê Azadî bi girêdan û dilsoziyeke mezin ji bo mayîndekirina şoreşa jin di hemû qadên şoreşê de bi awayekî aktîf cihê xwe girt.

Herî dawî li ser bingehê pêşniyar û daxwaza xwe hevrêya me Azadî derbasî xebatên federasyona Gaziyên şer bû. weke berpirsa kar û barên hevalên gazî kedeke mezin da raber kirin. Her wiha ji bo parastin, perwerdekirin û dermankirina hevalên gazî bi gelek saziyên herêmî û navnetewî re kar û xebat da meşandin. Bi dildariyeke mezin, bi berpirsyariyeke şoreşgerî û eşqa hevaltiyê yek bi yek bi hevrêyên xwe yên gazî re eleqedar bû û di avakirina Federasyona Gaziyên Şer ên Bakûr Rojhilatê Sûrî de roleke mezin hilgirte ser milê xwe. Hevrê Azadî di hemû qadên şoreşê de bi coş û kelecaneke mezin li berxweda û têkoşîna azadiyê da meşandin.

Weke YPJ me di pêşengiya fermandarên weke Sorxwîn û Azadî de, li hemberî DAIŞ’ê şerekî bê hempa da meşandin, lê dewleta Tirk a dagirker îro bi hedefgirtina jinên pêşeng, ne tenê tola DAIŞ’ê radike, her wiha têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku bûye bela serê mirovahiyê dixwaze lewaz bike. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên ku sûcên şer in û bi taybet jî di salvegera komploya 15’ê Sibatê de êrîşeke bi vî awayî pêk anîn, cardin îradeya jina azad û gelan armanc kiriye. Jinên ku bi fikir û ramanên Rêber Apo civaka xwe parastinê esas digrin, ji bo xwe weke metirsiyeke mezin dibînin. Em jî weke hevrêyên Sorxwîn û Azadî’yan, weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ em diyar dikin ku li dijî her cure êrîşên dij-mirovî yên dewleta dagirker û faşîst a tirk, bi taybet jî di dema salvegera komploya navnetewî de emê têkoşîna xwe heya avakirina siberojeke azad û aram bidomînin.

Em bang li tevahî jinên cîhanê û saziyên navnetewî dikin da ku li hemberî feraseta qirker a dewleta Tirk bêdeng nemînin. Ne tenê gelê me, îro tevahî jin û gelê cîhanê deyndarê berxwedaniya fermandar Sorxwîn û Azadî ne. Ji ber wê jî em cardin bang li tevahî tevgerên azadîxwaz yên jinan dikin da ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk xwedî helwesteke siyasî û polîtîk bin.

Em ji gelê xwe û tevahî jinên azadîxwaz re soza tolhildanê didin. Bila faşîzma AKP-MHP baş bizanibe, YPJ hêza tolhildana sedsalê ye. Emê agirê azadiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro rêheval Sorxwîn û Azadî jî bûn pêtên wê, hertim geş bikin ta ku hemû textên desthildariya mêr birûxin. Em soz û peymana girêdana bi xeta şehîdan û pêkanîna xeyalên wan careke din dûbare dikin.

Nasnameya Hevrê yên me wiha ye:

Nasnav: Sorxwîn Rojhilat

Nav û Paşnav: Fatma Sakan

Navê dayîk: Gozel

Navê bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo – 11.02.2024

Nasnav: Emîne Seyîd Ehmed

Nav û Paşnav: Azadî Dêrik

Navê dayîk: Alya

Navê bav: Yûsif

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo – 11.02.2024

Fermandariya Giştî Ya YPJ

 

 

1 Ji 3
- +

1.

2.

3.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan a xwendekar li Heleb û Şehbayê Panêlek lidar xist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan a xwendekar li Heleb û Şehbayê Panêlek lidar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan a xwendekar li Heleb û Şehbayê Panêlek lidar xist

QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin

QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin

Manşet

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.