Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

QSD’ê mikurhatinên şaneyeke sîxurtiyê weşandin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê mikurhatinên şaneya sîxurtiyê ya bibû sedema şehadeta berpirsê navenda têkiliyên leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan weşandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/12/2023 - 16:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
QSD’ê mikurhatinên şaneyeke sîxurtiyê weşandin
ParvekeTweet

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) mikurhatinên şaneya bibûn sedema şehîdxistina berpirsê navenda têkiliyên leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan weşand.

Li gorî QSD’ê mikurhatinên şaneyê wiha ne:

“3 xayînên ajan bi dewleta Tirk û çeteyên wê re koordîne dikirin da ku kiryarên qetilkirin û teqînan li dijî kesayetên leşkerî û sivîlan pêk bînin, tevliheviyê û rewşeke bi tirs di nav şêniyan de belav bikin.

3 ajan beşdarî teqandina erebeya berprisê navenda têkiliyên leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Bozan bibûn ku beriya mehekê hatibû kirin. Lê hêzên me li hemberî wan bû mertal. Hêzên me di demeke kurt de şebeyeke ajanan kifiş kir û wan girt. Şebeyê li xwe mikur hat ku destê wê di kirinên qirêj de heye.

Hûrguliyên îtîrafên şaneyê wiha ne:

Ajana bi navê Meysa got: “Pirsgirêk di navbera min û hevjînê min de derket. Min mal terik kir û çûm mala xizmê xwe. Kesekî bi navî Mueyed ez ji malbatê xwestim, lê malbata min qebûl nekir pê re bizewicim. Mueyed bi hinceta ku hevalê birayê min Hisên  ecarê dihat mala me; lê ji bo min dihat mala me. Min zanî ku têkiliyên wî bi birayê min re di bikaranîna madeya hişbir a ’HBose / Crystal’ de sînordar bû.”

Birayê Meysa ajan Hisên jî li xwe mikur hat û got: “Mueyed carê dihat mala me û bi xwişka min Meysa re diciviya. Mueyed xwişka min îqna kir ku ji hevjînê xwe yê berê Nasir cuda bibe. Min hewl da Meysa dûrî Mueyed bixin. Rewşa navbera min û Meysa de gihaşt asta pevçûnan. Rojekê bi şev ez, dayika min, Meysa û Bozan li malê civiya bûn. Mueyed peymana deng ji min re şand û pirsa kesên li mala me kir. Min got, ez, dayika min, xwişka min û Ebû Ehmed (Bozan) li mal in. Ji min xwest ez wêneyekî wî (Bozan) bikişînim û jê re bişînim.”

Meysa bi domdarî got: “Mueyed bi telefonê li birayê min Hisên geriya. Jê re got ku ew  dixwaze ji kesekî xilas bibe. Hisên jê pirsî wisa çawa ye. Mueyed jê re got: çawa tu bixwazî wisa şîrove biki.

Ajan Mueyed di mikurhatinên xwe de got: ” Min mayîn an bombeyek ji kesekî bi navê Heyaran xwest. Heyran got ku li gel wî mayîn û bombe nin in. Ji min pirsî çi li mayîn û bombeyan bikim. Min got: hema wisan.. karekî min pê heye. Pirsa xwe dûbare kir. Min jê re got ez ê Bozan (Ebû Ehmed) bikujim.

 Pirsa cihê wî (Bozan) ji min kir. Min jê re got, li taxa Sebi Behrat dimîne. Lê ji bo peydakirina mayînê jî got: Ez soz nadim te. Lê eger ez peyda bikim ez ê agahî bidime te.

Roja din, danê esirê ez çûm sûkê, di cihê şûştina erebeyan re derbas bûm. Li wir min Heyran dît. Ji min re pirsî: Tu li ku derê yî? Min got: Va li vir im. Wî erebeya xwe dişûşt, min jî motorsîklêta xwe dişûşt. Heyran ji min re got: Emanet li cem min e, bi şev were û bigire. Mebesta wî bombe û mayîn bûn. Derdera saet 12’ê êvarî ez çûm mala Heyran, bombe û mayîn dane min. Ji min re got eger werim girtin behsa wî nekim. Min  çawaniya aktîfkirin û teqandina mayînê jê pirsî. Ji min re got: tu mayîn deyne cihê wî tenê û guh nede teqandina wê. Min pirsa navê heval Bozan jê kir, gelo wî dinase yan na. Got, wî nas nake, lê min dizanî ku baş wî nas dike.

Ajan Hisên wiha pê de çû: “Piştî demekê, saet derdorê 3 ê şevê bû Mueyed hat gel min, mayîn pê re bû. Ji min xwest mayîn bixin erebeya heval Bozan. Dema dît ez teredudu bûm, ji min re got: tu bi min re werî û derdorê kontrol bike, ez ê mayînê bi cih bikim. Piştre pirsa cihê Meysa ji min kir. Min got: Li malê ye. Meysa yekser hat gel me. “

Meysa agahiyên din der barê kiryarê tirsanek de vegot: Saet derdora 3 şevê bû Mueyed hat û ji birayê min Hisên re got: ha vaye kîs, mayîn û bombeyên te dixwestin tê de ye.  Mueyed ji min xwest cilên derketin li xwe bikim û pê re biçim. Ya ku dixwest min kir û em bi hev re derketin. Piştî 15 deqeyean Mueyed vegeriya û ji min re got biçime malê. Roja din Mueyd hat girtin. Piştî wî bi rojekê ez û birayê xwe Hisên hatin girtin.

Ajan Mueyd têkildarî  detayên teqandina erebeya şehîd Bozan ev parve kir “Em çûn dikana Necim ê xwediyê motorsîklêtan a li taxa Sebi Behrat. Derdera saet 01.00 ez çûm mala Hisên û Meysa. Min ji Hisên xwest ku mayînê di erebeya heval Bozan de bicih bike, lê qebûl nekir. Piştî min jê re got: Em ê her du biçin, hingî qebûl kir. Min ji Meysa xwest ew jî bi me re were. Nêzî saetekê em rûniştin, heta saet bû nêzî 02.30’an. Di wê wextî de min û Hisên  madeya hişbir a HBose / Crystal bi kar dianî. Piştre ez, Hisên û Meysa derketin, em li ber dikanekê sekinin. Piştre Mesya cihê erebeyê ji me re diyar kir. Em nêzî erebeyê bûn û me mayîn di erebeyê de bi cih kir.

Mûeyed ê ajan diyar kir ku di 6’ê Îlona 2023’yan de hat girtin.

Ajan Meysa di dawiyê de got, ew poşman bûye ji ber ku şehîd Bozan bi plana hedekirina wî û bicihkirina mayînê di erebeya wî de agahdar nekir.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist’

Nivîsa Pêş

Nasnameyên karkerên li Şengalê şehîd bûn, aşkera bûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Nasnameyên  karkerên li Şengalê şehîd bûn, aşkera bûn

Nasnameyên karkerên li Şengalê şehîd bûn, aşkera bûn

HRE: Leşkerek, 3 çete û 2 polîs hatin kuştin

HRE: Leşkerek, 3 çete û 2 polîs hatin kuştin

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.