Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Tirkiye divê ji vê rejîma terorê rizgar bibe’

Edîtor: Nucan Serdoz
29/12/2023 - 9:39
di nav Analîz, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Tirkiye divê ji vê rejîma terorê rizgar bibe’
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku ew ê wezîfeyên xwe yên ji bo destkeftiyên şoreş û civakê bidomînin, bila têkildarî vê yekê ti xema gel nebe û got: “Me DAÎŞ têk bir. Em ê êrîşên îro jî pûç bikin.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi wesîleya dawiya salê ji ANF’ê re axivî.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bihara gelan re projeyeke nû pêşkêşî gelê Sûriye, Rojhilata Navîn û gelên cîhanê kir û wiha got: “YPG û YPJ’ê di di bin sîwana QSD’ê de rolê parastina vê projeyê girt ser xwe. Me destpêkê hemû êrîşên îsitxbaratî, leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk û dewletên statuger pûç kir. Di heman demê de ji bo ku hemû gelên Sûriyeyê di nava sîstemeke demokratîk de bijîn, me proje pêşkêş kir. Di vî warî de me hemû êrîşên li dijî destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pûç kir û komployên wan berevajî kir. Di encama vê de jî me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Her tim bi gelê Sûriyeyê re diyalogên me çêbûne.

Îsal gelê Siwêda jî anî ziman ku modela Rêveberiya Xweser ji wan jî modela herî guncaw e. Ji dervey herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ti devera Sûriyeyê sîstemeke nîne ku gel xwe bi rengekî azad îfade bike û rêxistin bike. Ne li herêmên desthilatdariya Şamê ne jî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de sîstemeke wiha nîne. Em dest ji sîstemê berdin, zemîneke demokratîk nîne. Bi taybetî di sala 2023’an de weke ku hatî dîtin, hin dewlet weke dewlet tevnagerin. Di nava van de dewleta Tirk tam weke dewleteke mafya û terorê tevdigere. Têkîliyên xurt ên Hakan Fîdan bi dewletê mîna Talîban û Efganistanê re ku hilberandin û bazirganiya hişberê lê zêde ye, heye. Bi taybetî sînorên Bakurê Kurdistanê ji bo van bi rengekî xurt bi kar tîne. Hem di nava Tirkiyeyê de bazirganiya hişberê zêde tê kirin hem jî derbasî welatên Sûriye û Ewropayê tê kirin.”

Nûrî Mehmûd ragihand ku dewleta Tirk teknolojiyeke pêşketî û hêza xwe ya hewayî bi kar tîne, lê tevî vê yekê jî li dijî hêzên me yên leşkerî ti encamê bi dest naxe û wiha got: “Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi rengekî vekirî ragihand ku wê sûcê şer bikin, yanî binesaziya nû hedef bigirin. Vê yekê dikin. Matbaayan, depoyên genim, santralên elektrîkê, kargeh û saziyên ku gel pêdiviyên xwe lê pêşwazî dikin, hedef digirin. Yanî mirovahiyê hedef digire. Divê Yekîtiya Ewropa û NATO êdî vê yekê bibîne. Komeke mafyayê îro dest daniye ser dewleteke stratejîk û vê zihniyetê di çarçoveya xwe de bi kar tîne. Di vî warî de divê Yekîtiya Ewropa, NATO û gelên Tirkiyeyê bi taybetî jî gelê Tirk li dijî vê yekê tedbîrên xwe bigire. Divê Tirkiye ji vê rejîma mafya û terorê rizgar bibe.

Ji destpêka şoreşê heta îro şerê me yê li dijî DAÎŞ’ê dewam dike. Weke ku tê zanîn bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê di girtîgehên me de ne. Nêzî 50 hezar malbatên DAÎŞ’iyan li Kampa Holê ne. Evane hemû li qadê xeteriyeke mezin ava dikin. Li gel vê jî çeperên çeteyan li qadên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hene. Desthilatdariya Şamê li qadên xwe mîna Tedmurê, evane ji bo çeteyan çeperên paş in û timî ji bo DAÎŞ’ê qadan ava dikin. Yanî heyîna van herêman, heyîna girtîgehan û heyîna kampan, ji xwe xeteriyeke mezin ava dikin. Divê civaka navneteweyî ji bo DAÎŞ’ê biryarên nû werbigire. Li girtîgehên me zêdeyî 10 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hene, eger evane bên berdan dikarin 10 DAÎŞ’iyên din jî rêxistin bikin. Li gel vê jî li Holê zêdeyî 50 hezar zarok hene. Ev zarok ji aliyê malbatên xwedî zihniyeta DAÎŞ’ê ve tên mezinkirin. Evane hemû bi potansiyela DAÎŞ’ê mezin dibin. Li dijî vê yekê di standartên cîhanê de tedbîrek tune ye. Li gel vê jî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de çete hene. Dewleta Tirk bi piştgiriya ku ji YE û NATO’yê digire, li van herêman DAÎŞ’ê dide jiyîn.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bê guman îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek heye. Ev modela civakê ye. Wezîfeya bingehîn a hêzên me, parastina destkeftî û armancên civakê ye. Em ê wezîfeya xwe ya parastina destkeftiyên şoreş û civakê bi cih bînin. Em ê li dijî hemû êrîşên faşîst û nîjadperest wezîfeyên xwe yên parastinê bi cih bînin. Bila xema gelê me têkildarî vê yek nebe. Em ê li pey şopa şehîdan rêya xwe dewam bikin. Li dijî her cure êrîşê, encex rêxistinbûneke xurt wê serketinê bîne. Me DAÎŞ têk bir, em ê êrîşên roja îro jî pûç bikin. Serketin wê ya me be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 29’Ê KANUNÊ 2023’AN

Nivîsa Pêş

Li Brezîlyayê çalakiya”ROJAVA BIPAREZÊ”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Brezîlyayê çalakiya”ROJAVA BIPAREZÊ”

Li Brezîlyayê çalakiya"ROJAVA BIPAREZÊ"

NPG’ê bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir

NPG’ê bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir

Manşet

  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.