Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed pîroz kir

Di peyama fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) hate gotin "Ev çalakiya we ya serketî ne tenê derb li dijmin xist, her wiha rastiya şerê li Kurdistanê jî careke din raxist pêş çavan, mîna sîleyekê li rûyê eniya şerê taybet xist ku dijmin bi derewan ava kiriye."

Edîtor: Nucan Serdoz
30/11/2023 - 11:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji bo hemû fermandar û şervanên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed peyamekê pîrozbahiyê weşand û we çalakiyê ku 18 dagirker cezakir pîroz kir.

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Hevalên hêja!

Beriya her tiştî em salvegera damezrandina PKK’ê li we hevrêyên xwe yên hêja careke din pîroz dikin, bi hurmet we silav dikin. Ji pêşengên sembol ên têkoşîna me hevrê Şîlan Kobanê û hevrê Fûad, Ciwan, Zekeriya û Cemîl ên pê re di 29’ê Mijdara 2004’an de şehîd ketin, di salvegera şehadeta wan de bi hurmet bi bîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe afirandin, şoreşa azadiyê û têkoşîna pîroz bênavber dewam bikin û xwedî li bîranînên wan derkevin.

Di 26’ê Mijdarê de ku şeva partiya me PKK ava bû, li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê yê Metînayê li hemberî dagirkeran Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed hate lidarxistin. Bi ruhê fedaî yê Apoyî ji 5 baskan ve bi ser dijmin ve çûn, bi taktîka serdegirtin û êrîşê bi rêbaza baz li dijmin hate xistin. Derbên bi bandor ên li dijmin hate xistin, nîşan dide ku di rêbaza tevgerê û nepenîtiyê de ziravî û kûrbûnek hatiye bidestxistin. Bi afirîneriya rêbaza demê û ruhê fedaî yê Apoyî, 18 leşkerên din hatni cezakirin ku fermandar jî di nava wan de hebûn. Di heman demê de çûn ser cenazeyên wan û misoger kirin ku hatine cezakirin, çekeke nîv otomatîk a BKC, bombeavêjek, 2 çekên ferdî yên MPT-55 û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. Ne tenê ev hate kirin, her wiha di nîvê şevê de, di nava şerê giran de agahiyên li ser hin leşkerên hatin cezakirin hatin misogerkirin û qeydkirin. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn çalakiyeke ku li gorî taktîka demê ye, bi rêbazeke welê hate kirin ku bêyî windahî bê dayin derba giran li dijmin hate xistin û çek ji ser dijmin hate rakirin.

Em hemû fermandar û şervanên ku ji plankirin heta bi pratîkkirinê di her qada Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn de cih girtin, ked dan û pêşengî jê re kirin, ji ber serketina wan pîroz dikin.

Her wiha gelekî bi wate ye ku navê Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê, Endama Konseya Fermandariyê ya HPG’ê, Fermandara me ya Qada Botanê, fermandareke jin a Kurd a leheng, şoreşger û mîna milaketan pak û fedaî hevrê Şehîd Leyla Sorxwîn Amed lê hate kirin û di şeva damezrandina PKK’ê de hate kirin.

Ev çalakiya we ya serketî ne tenê derb li dijmin xist, her wiha rastiya şerê li Kurdistanê jî careke din raxist pêş çavan, mîna sîleyekê li rûyê eniya şerê taybet xist ku dijmin bi derewan ava kiriye. Derewên şerê taybet ên dewleta Tirk bi carekê têk bir ku windahiyên xwe qet eşkere nake, yan jî dema neçar dimîne beşek biçûk eşkere dike û windahiyên gerîla yên ku qet nebûye, mîna ku bûye nîşan dide.

Em hevrêyên xwe hemûyan ên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kirin û derbeke giran li dijmin xistin, careke din bi hestên şoreşgerî ji dil silav dikin, di wê baweriyê de ne ku di sala nû ya partiyê de wê serketinên hîn mezin bi dest bixin û serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Roja duyem a Meşa Dirêj bi pêşwazîkirina gelê Tirbêspîyê dest pê kir

Nivîsa Pêş

Armanc Med: Ev şer wê bi serketinê bi encam bibe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Armanc Med: Ev şer wê bi serketinê bi encam bibe

Armanc Med: Ev şer wê bi serketinê bi encam bibe

Girtiyên Siyasî: Bi ruhê azadiyê em çiqasî hêzê tevlî xwe bikin ewqasî em ê nêzî azadiyê bibin

Girtiyên Siyasî: Bi ruhê azadiyê em çiqasî hêzê tevlî xwe bikin ewqasî em ê nêzî azadiyê bibin

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.