Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Li Rojava 15 hezar sporvanên ciwan hene

Edîtor: Nucan Serdoz
15/11/2023 - 8:26
di nav Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Rojava 15 hezar sporvanên ciwan hene
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Hevserokê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel anî ziman ku ew sporê weke rêxistinyeke civakî dibînin û got, ew hewl didin xwe bigihînin ciwanan hemûyan û derfetan pêşkêş bikin ku ciwan karibin sporê bikin. Li Rojava kurdan di sala 1983’an de gund bi gund xwe bi rêxistin dikirin û pêşbirkên futbol, voleybol û basketbolê lidar dixistin. Ya herî zêde jî futbol bû. Rêxistiniya sporê ya ku xwe dispêre sala 1983’an bi Şoreşa Rojava re di sala 2014’an de hîn bêhtir xurt bû. Meclîsên Sporê yên Herêmên Firat, Efrîn, Cizîr, Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê hene ku bi karê perwerde û rêxistiniyê radibin.

Ev 7 meclîsên sporê bajar bi bajar xwe bi rengê komîteyê bi rêxistin dikin. Li gel van meclîsan Ofîsên Sporê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hene. Sporên tîman (futbol, voleybol, basketbol), sporên şexsî (kişik, karate, bîsîklet, siwarkarî, atletîzm, avjenî, avêtin, tenîs û hwd.) sporên jinan (hemû beş), kontrolkirin, şopandin, qanûn (pîvanên sporê, şert û mercên tevlîbûna li nava tîman, têkiliya navbera tîm û kulûban, wezîfeyên diyarkirina pîvanên sporê), dîplomasî (li ser şert û mercên tevlîbûna tîman a li lîgan hevdîtinan dike, lîgan bi rêxistin dike) û ofîsa navenda sporê; bi giştî xwe bi rengê 8 beşan bi rêxistin dike. Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku 7 meclîs, 8 ofîs û kulûbên sporê bi ser ve ne. Ji bo sîwaneke van karên sporê hebe û xwe hîn bi xurtî bi rêxistin bike, îsal ava bû.

Kulûbên sporê ji bo karibin di nava Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih bigire herî kêm du sporvanê şexsî û tîm hebe, divê bi rêk û pêk tevlî çalakiyên sporê bibe, herî kêm cih bide tîmeke jinan û endamên kulûbê jî herî kêm 75 be.

NÊZÎ 15 HEZAR CIWAN DI NAV DE NE

Nêzî 15 hezar ciwan di nava karên sporê de hene. Kulûbên Sporê yên Jinê li herêma Cizîrê xwe bi rengê Kulûbên Sporê yên Peyman, Waşokanî, Vedeng, li Kobanê Kulûba Sporê ya Nesrîn, Kulûba Sporê ya Tebqayê, li Reqayê Kulûba Sporê ya El Fûrat xwe bi rêxistin dikin.

Kulûbên Sporê yên ku hem sporvanên jin hem jî yên mêr di nav de hene Kulûbên Zîban, Serdem, Ciwanên Tebqa, Ciwanên Minbicê, Bakur, El Fûrat û Nisrîn e. Li Qamişloyê Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê û Stadyûma Heysem Kiço ji bo futbolê têne tercîhkirin. Li Minbic, Reqa, Kobanê, Tebqa, Tirbespiyê jî salonên sporê hene ku hem ji bo futbolê hem jî ji bo voleybol, lîstikên tîm ên şexsî hene. Li Qamişloyê amadekariyên saloneke nû ya sporê tê kirin ku hemû beşên sporê lê bêne kirin.

WÊ GIRÎNGÎ JI PERWERDEYÊ RE BÊ DAYIN

Hevserokê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel anî ziman ku karên sporê li her bajarî hatiye birêxistinkirin û got, “Desteya Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo belavkirin û pêşvebirina sporê gaveke girîng avêt. Bi konferansekê re ku îsal pêk anî, ji teşwîqkirina sporê û mayindekirina karên sporê Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Ji bo daxwaz û motîvasyona ciwanan a ji bo sporê bê xurtkirin, girîngî ji perwerdeya sporê re tê dayin. Ji bo spor di jiyana ciwanan de bibe xwedî cihekî girîng, ji bo spor li nava civakê belav bibe, tevkariyê dike.”

ARMANC XWEGIHANDINA HEMÛ CIWANAN E

Bozan Berkel ragihand ku li herêmê sporên futbol, voleybol, basketbol, kişik, tenîsa maseyê û karate zêde ye û got, “Hema bibêje li hemû herêmên me beşa sporê li nava jin, zarok û mêran hatiye birêxistinkirin. Em sporê weke rêxistiniyeke civakî dibînin. Yekîtiya Spor û Ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plan dike kuk derfetên cuda bide ciwanan ji bo karibin sporê bikin û ji bo li hemû herêman bala ciwanan biçe ser sporê û hunera xwe bi pêş ve bibe, projeyan plan dike.”

TEVLÎBÛNA JINAN GIRÎNG E

Endama Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûha Mihemed destnîşan kir ku tevlîbûna jin ên ciwan li nava sporê wê di guherîn û veguherîna civakê de xwedî roleke mezin be û got, “Yek ji armancên me yên esasî ew e ku jin bi rengekî çalak tevlî sporê bibin. Tevlîbûna jin ên ciwan li nava sporê wê rengê sporê jî biguherîne. Berê karê sporê li herêmên me gelekî kêm bû. Beriya şoreşê jî spor tenê bi mêran dihate naskirin, nêzîkatiyeke welê hebû ku mîna spor tenê ya mêran e. Jinan bi şoreşê re di qada sporê de jî bû xwedî mafê gotinê, bi kulûb û tîmên sporê pêşengî kirin. Bêguman di asta tê xwestin de nebe jî karên me yên sporê bi pêş ketiye. Lê belê bi Yekîtiya Sporê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê rêxistiniya me hîn xurtir bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 15’Ê MIJDARÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Karasû: Meşa Gemlîkê divê bibe parçeyekî têkoşîna demokrasiyê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karasû: Meşa Gemlîkê divê bibe parçeyekî têkoşîna demokrasiyê

Karasû: Meşa Gemlîkê divê bibe parçeyekî têkoşîna demokrasiyê

KJK’ê ji bo 25’ê Mijdarê bang kir

KJK'ê ji bo 25'ê Mijdarê bang kir

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.