Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Encamnameya Konferansa Jinan: Abdullah Ocalan kilîda çareseriyê ye

Edîtor: Nucan Serdoz
12/11/2023 - 16:45
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 8 mins read
A A
Encamnameya Konferansa Jinan: Abdullah Ocalan kilîda çareseriyê ye
ParvekeTweet

ENQERE – Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hate eşkerekirin. Konferans, duh bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi rêveberiyên herêmî yên azad ve” hat lidarxistin. Konferans, di şexsê Hevrîn Xelef, Yûsra Derwêş û Kader Ortakaya yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin de diyarî hemû jinên têkoşer hate kirin.

Di encamnameya ku bal kişand ser “Nûnertiya wekhev” de ev tişt hatin gotin: “Me pêvajoya ku bi 3 endamên meclisan dest pê kir, bi prensîba nûnertiya wekhev û hevserokatiyê tacîdar kir û di dîroka têkoşîna jinê de weke destkeftiyeke mezin da nîşandan. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an de me prensîba hevserokatiya xwe ya nûnertiya wekhev di hemû mekanîzmayên xwe de bi cih anî. Li hemberî êrişên li ser pergala xwe me yek gav jî paşve neavêt. Ji ber ku em ne yên ku rêveberiyên herêmî di nav avahiyên şaredariyan de bi cih dikin û em yên ku demokrasiya xwecihî esas digirin. Em di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de li ser esasê nûnertiya wekhev, tevgeriyan. Me meclisên xwe li gorî prensîba xwe ya nûnertiya wekhev ji gund heta taxan, ji navçe heta bajaran ava kir.

Di vê dema ku em ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve diçin em soz didin ku em ê pergala xwe bi awayekî herî xurt ava bikin. Divê gumana kesî tunebe ku em ê nikaribin di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de ji endamên meclisên me yên bajaran bigire heta endamên meclisên şaredariyan û hevşaredaran  bi awayekî aktîf tevlêbûna jinan misoger nekin.

Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê têkoşîneke gelekî mezin e ku di nava saziyan de nikare bê bicihkirin e. Navend û stargehên jinan ên ku ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, wê ji nû ve werin vekirin û qadên hilberîna wan ji nû ve bên vekirin. Têkoşîna jinên ku li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi berxwedana xwe jiyaneke nû avakirin bûye çavkaniya hêviyê. Ev pêvajoya ku ji gundên jinan heta kooperatîfan, ji qanûna jinan heta zanîngehên jinan di nav xwe de hewand bû nexşeya polîtîkaya me ya Rêya 3’emîn. Ev rastiya ku avakirina Komara Demokratîk di demokrasiya rêveberiyê herêmî re derbas dibe careke din nîşanî me da. Ji mekanîzmayên biryargirtinê bigire heta mekanîzmayên rêveberiyê, dîrok bi mînakên tije ye ku tu pergalek ku mirov û jin tê de nebe, nikare bijî. Li ser van hemû rastiyan em ê bi modela rêveberiyên xwe yên herêmî yên azadîxwaz ên jinan îdiaya xwe ya Komara Demokratîk pêk bînin. Di her xebata ku em ê bi pêşengiya jinê bimeşînin, li dijî feraseta mêrsalar a monîst, zayendperest, mîlîtarîst em ê hemû rengên civakê bi hemû cudahiyên xwe hembêz bikin.

HEBÛNA GELÊ KURD LI ÎMRALIYÊ TÊ TECRÎDKIRIN

Hikûmeta ku bi siyaseta dijmin hewl dide xwe li ser piyan bihêle, îro veguheriye rejîmeke tecrîdê. Bi kûrkirina tecrîdê re şer gurr kir. Birêz Ocalan 24 meh in di bin tecrîda mutleq de tê ragirtin. Em îro jî wek duh dibêjin. Hebûna gelê Kurd e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin. Em ê bê rawestan bibêjin Birêz Ocalan temînata aştiya bi rûmet a li van xakan e. Kilîda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi fikrên xwe ji bo gelên cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn hêviya herî mezin e. Yên ku tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bike û wî bigihîne azadiya fizîkî, jin in. Têkoşîn û biryardariya ku di pêşengiya jinê de mezin dibe ye. Em ê bi vê bawerî û biryarê tevbigerin. Bi pêkanîna paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û rêveberiyên herêmî em ê tecrîda mutleq bişkînin.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET

Di konferansa me de careke din hate destnîşankirin ku qada herî mezin a têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bi taybet li ser jin û ciwanên kurd, rêveberiyên herêmî ne. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê em ê di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên xurtir bimeşînin. Em ê bi hev re behsa rê û rêbazên vê bikin. Em ê bi meclisa xwe ya jin û ciwanan re bi hev re tevbigerin û gund bi gund, tax bi tax bigerin û çalakiyên hişyariyê li dar bixin. Em ê van polîtîkayên qirêj, bi taybetî yên li hemberî jinên ciwan li ku bin, derxin holê. Bi ji nû ve avakirina saziyên xwe yên ku dê di vî warî de xebatan bimeşînin, bi van saziyan, ekîbên gerok ku em ê ava bikin û meclisên tax û gundên xwe, em ê ti tax û kolanekê li pey xwe nehêlin. Ji ber ku em vê pir baş dizanin! Rêbaza herî bi hêz a li dijî polîtîkayên şerê taybet berfirehkirina rêxistinbûn û hevgirtina jinan e.

Em baş dizanin ku di têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên tifaqa mêr a faşîst a AKP-MHP’ê ku bi înkarkirina gelê Kurd hebûna xwe diparêze û nûnertiya xwe ya herêmî, bi qeyûman didomîne hêza pêşeng a têkoşîna jinê ye. Em vê rastiyê dizanin ku rêveberiyên herêmî mekanîzmaya ku dê li dijî vê yekê têkoşîna herî xurt bimeşîne ne. Polîtîkayên me yên li ser pirzimaniyê ji şaredariyan bigire heta navên tax û gundan bûn hedefa qeyûman û girtina 33 saziyên me yên ziman, dibistanên Kurdî, kreş û navendên jinan herî zêde bandor li jiyana jinan kir. Zimanê zikmakî maf e û em ê heta dawiyê dev ji parastina wî bernedin. Em ê paradîgmaya xwe ya li ser pirzimaniyê li ku bin bi cih bînin. Em ê alternatîfên xwe yên ku têkoşîna me ya li hemberî astengiyên li pêşiya zimanê kurdî berfireh bikin pêş bixin, em ê saziyên xwe yên şaredariyê ji nû ve vekin û heta dawiyê em ê saziyên xwe biparêzin.

DARISTAN WÊRAN DIBIN

Şerê ku li ser xweza, rûbar, gol, dar û daristanên me bi sîyaseta rantê û talanê tê meşandin, cîhê nefesê ji me re nehiştiye. Ji Cûdî heta Akbelenê daristanên me wêran dibin û ji me re cihekî jiyanê nayê hiştin. Şewata daristanan bi taybetî li Kurdistanê û hiştina bajarên dîrokî di bin avê de jî êrişên bi armanca tunekirina dîrok û çanda gelan e. Polîtîkaya betonkirinê ya ku ji aliyê qeyûman ve tê meşandin îro tevna bajarên me berovajî kiriye.

Li hemberî van êrişên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bajarên xwe yên dostên jinan ji nû ve ava bikin. Em ê kêliyekê jî dev ji parastina dar û daristanên xwe bernedin. Em ê qadên xwe yên jiyanê li gorî paradîgmaya xwe ya ekolojîk ji nû ve ava bikin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re li her cihê ku em bi rêxistin bûn em bi jinan re hatin cem hev. Me konferans, komxebatên herêmî pêk anîn û bi jinan re hevdîtin kir. Me di konferansa xwe de li gorî pirsgirêk, dîtin û pêşniyarên ku di hevdîtinên xwe de bi jinan re nîqaş kirin, biryarên girîng girtin. Me baweriya xwe nû kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî zîhniyeta serdest a mêr ku li qadên rêveberiyên herêmî belav bûye, weke hemû qadên partiya me, bi berfirehkirina rêxistinbûna jinê ye. Em careke din bi moral û motîvasyona ku me ji konferansa xwe girtiye teqez dikin. Em hêza xwe ji pabendbûna bi paradîgmaya xwe digirin. Em ê hem civaka demokratîk hem jî xwe bi feraseta rêveberiya herêmî ya ku di nava avahiyên şaredariyan de hilnayê ji nû ve ava bikin. Bi vegera li cewhera xwe em ê paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê pêk bînin. Paradîgmaya me heye, hêz, bawerî û îradeya me heye ku em vê pêk bînin, her tiştê ku ji jin û civakê hatiye girtin em ê paşde bigrin. Em ê jiyana azad ava bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan Kobanê civinek li dar xistin

Nivîsa Pêş

Şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê li Helebê hatin bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê li Helebê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê li Helebê hatin bibîranîn

Ciwanên Rojava li Munih rolê xwe di şoreşê de didin nasîn

Ciwanên Rojava li Munih rolê xwe di şoreşê de didin nasîn

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.