Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Şêniyên Mexmûrê: Em hatina PDK’ê ya Qereçoxê qebûl nakin

Edîtor: Nucan Serdoz
04/11/2023 - 18:00
di nav Analîz, Başûr, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 3 mins read
A A
Şêniyên Mexmûrê: Em hatina PDK’ê ya Qereçoxê qebûl nakin
ParvekeTweet

MEXMÛR – Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî lihevkirina navbera hêzên PDK û Iraqê ya li ser çiyayê Qereçox meşek girseyî lidarxistin. Li ser navê gelê wargehê şandeyek bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de ji rayedarên Iraqê re hat gotin ku wek gelê wargehê ew hebûna çekdarên PDK’ê li derdora xwe qebûl nakin. Rayedarên Iraqê jî diyarkirin ku wê Qereçox radestî hêzên PDK’ê nekin û hêzên wan di hemû xalan de hebin.

Meşa şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ji bo şermezarkirina li hevkirina hikumeta Iraq û PDK’ê ya li çiyayê Qereçoxê dabûn destpêkirin bi dayîna daxuyaniyek ji bo çapemeniyê bi dawî bû.

Di saet 14:30’an de meş bi kombûna gelê wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta li ber seytereya hikûmeta Iraqê ya derketina wargehê berdewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedan Mexmûrê”, “Bimire xiyanet” û “Bê Serok jiyan nabe’ hatin bilind kirin. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Piştî ku meş gehişt li ber seytereya hikûmeta Iraqê, şandeyek ji rêveberên wargehê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêkanîn. Ev hevdîtin nîv demjimêrê dewam kir. Piştî ku hevdîtin qediya şandeya ku hevdîtin pêkanî, ji xelkê wargehê re encamên hevdîtinê eşkere kirin.

Ji Şandeyê Mamoste Seîd Çomlek têkildarî naveroka hevdîtinê ji girseya gel re axivî û got: “Me bi dehan car ji rayedarên Iraqê re jî daye diyar kirin ku em hatina PDK’ê ya li çiyayê Qereçoxê qebûl nakin û îro jî li ser heman mijarê, em li vêderê kombûne. Li ser vê mijarê me dîsan bi fermandarê Iraqê yê payebilind re hevdîtinek kurt pêkanî. Di vê hevdîtinê de me carek din daxwazên xwe dubare kir, me got em hebûna PDK’ê ya li çiyayê Qereçoxê qebûl nakin, em dixwazin parastina me ji aliyê hikûmeta Iraqê ve pêk were. Her çiqas PDK hêzekî Kurd e, lê hevkariya dewleta dagirker a Tirkiye dikin  baweriya me bi wan nayê, bêhtir baweriya me bi Iraqê tê. Axaftinên ku rayedarê Iraqê ji me re gotî eve; “Nûçeyên ku di çapemeniyê de hatine weşandin şaşin, yanî li gorî hatî diyar kirin em Qereçox radestî PDK’ê nakin.

Em dixwazin em û hun ji hev bawer bin, em garantiyê didin wê di her noqteyekê de hêzên me hebin, wê hem parastina herêmê û hem jî parastina wargehê bikin.” Yanî weke encam em dikarin bêjin wê di Qereçox de, xalên Iraqê yên ku li ser me xeteriyê pêkbînin li gorî daxuyaniyên hêzên Iraq wê nebe. Me jî got emê bişopînin, wan jî gotin ku jixwe hêzên PDK li herêmê bi cih nebûne, hêzên Iraqê li herêmê bi cihbûye. Eger hûn bawer nakin hûn dikarin piştî demekê din bên di cihê wê bixwe de bişopînin. Me jî gotine ji civaka me îqna bibe em dixwazin bibînin, eger em îqna nebîn wê çalakiyên me bidomin.”

Piştî axaftinên şandeyê gel belav bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di konferansa li Parîsê de, atolyeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê’ hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

Me di Konferansa Ciwanên Cîhanê de ji jinên ciwan pirsî: “Jin Jiyan Azadî” êdî li her derê deng vedide!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Me di Konferansa Ciwanên Cîhanê de ji jinên ciwan pirsî: “Jin Jiyan Azadî” êdî li her derê deng vedide!

Me di Konferansa Ciwanên Cîhanê de ji jinên ciwan pirsî: “Jin Jiyan Azadî” êdî li her derê deng vedide!

Çalakiya Mexmûrê bi nobeta xwendevanan ve bi biryardariyêk bilind didome

Çalakiya Mexmûrê bi nobeta xwendevanan ve bi biryardariyêk bilind didome

Manşet

  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.