Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ destpê kir

Dostên gelê Kurd li 74 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re' dan destpêkirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/10/2023 - 17:00
di nav Daxuyanî, Ewropa, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ destpê kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Dostên gelê Kurd li 74 bajaran daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin. Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin.

Tevî welatên Ewropayê li Bangladeş, Pakistan, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîka Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendên din di heman demê de daxuyanî hatin dayin.

Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.

Daxuyaniya ku li 74 navendan bi hev re hate dayin, bi vî rengî ye:

“Kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ ya navneteweyî, tevgerên civakî, partiyên siyasî, şaredarî, sendîka, aktîvîst, rewşenbîr û bi milyonan Kurd û dostên wan ên li tevahiya cîhanê li dora armancekê digihîne hev. Ev armanc jî ew e ku lîderê Kurd Abdullah Ocalan tevlî pêvajoyeke diyalogê ya nûkirî bê kirin, ji pirsgirêka Kurd re ku pirsgirêka sed salî ya Tirkiyeyê ye çareseriyeke siyasî û adîl peyda bike.

Abdullah Ocalan lîderekî siyasî yê Kurd e ku li tevahiya cîhanê ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê siyasî tê dîtin. Di Sibata 1999’an de bi operasyoneke îstîxbaratê ya navneteweyî hate revandin û ji Tirkiyeyê re hate şandin. Ji hingî ve girtî ye û bi salan têkiliya wî ya bi derve re hate qutkirin. Êşkence û kiryarên din ên zalimane yên biçûkxistinê lê hatin kirin.

Tevî vê yekê jî tevgera ku Ocalan ava kiriye û mirovên jê sûdê werdigirin, li refên herî pêş ên têkoşîna diyarkirina çarenûsa Kurdan û di nava tevgerên demokrasiyê yên pir etnîkî û pir olî yên li Rojhilata Navîn cih digirin. Teoriyên wî ji bo her kesên ku li tevahiya cîhanê ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe, azadiya jinê û dawîanîna li newekhevî û mêtingeriyê bûye çavkaniya sûdwergirtinê.

‘Pirsgirêka Kurd’ a ku li Tirkiyeyê nehatiye çareserkirin -Şer û nearamiya siyasî ya ji ber redkirina mafên siyasî û medenî yên bingehîn ên 20 milyon Kurdên li Komara Tirkiyeyê ne- bû sedem ku bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bibin û li tevahiya cîhanê neteweperestiya tund, olperestî û otokrat xurt kir. Pêwendiya vê yekê bi pirsgirêkên herî cidî yên herêmî û global heye -dagirkerî, nijadperestî, zordariya li jinan, nexweşbîniya olî, mêtingeriya aborî, xerakirina hawirdorê- ku bandorê li jiyana bi milyonan mirovî dike.

Kampanya ji aliyekî ve navneteweyî ye, ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Kurdistan di navbera çar dewletan de Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye parçekirin. Yên ku beriya sed salî ev parçekirin pêk anîn di serî de Îngilistan û Fransa hêzên Ewropî bûn. Şerê Tirkiyeyê yê li Rojhilata Navîn li dijî Kurdan encama stratejiyeke nû ye ku bi piştgiriya bêşert a dehan salan a DYE û endamên din ên NATO’yê û bikaranîna van hêzan li dijî dewletên mîna Rûsya û Îranê ye, ku hewl dide ji her aliyan li dijî Kurdan tawîzan werbigire.

Navneteweyî ye, ji ber ku çareseriyên Abdullah Ocalan navneteweyî ne. Çarçoveya çareseriya siyasî ya ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd diyar kiriye, dikare şer û zilma sed salî ya Tirkiyeyê û li welatên cîran bi dawî bike. Teoriyên gerdûnî yên ku çarçoveya çareseriyên wî destnîşan dikin, ji zêdebûna newekheviyê heta bi guhertina avhewayê, li dijî bilindbûna otokratên rastgiriya tund, ji bo her mirovên ku li alternatîfa krîzên heyî digerin dikare bibe modelek.

Abdullah Ocalan bikare tevî pêvajoya siyasî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd bibe û fikirên xwe bi pêş ve bibe, wê azadî û aştî ji bo me tevan zêde bibe. Mixabin, rêbertiya otorîter a li Tirkiyeyê bi vê dizane û ji vê senaryoyê zêde ditirse. Ji lew ma bi piştgiriya civaka navneteweyî, ji bo parastina desthilata xwe û dirêjkirina şer, nêzîkê sê salan e Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de dihêle.  

Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawîn de sala 2019’an got ku fersendê bidin ew ê pirsgirêka Kurd di hefteyekê de çareser bike û ji roja hikumeta Tirk dawî li hevdîtinên ji bo aştiyê aniye, wî ji bo çareseriya siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurd fikirên xwe hêj bêhtir bi pêş ve birine. 

Tirkiye li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkeriya xwe zêde dike û li hundir û ji der ve zextan li ser mixelefetê zêde dike, Kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û dinya ji her demê bêhtir hewceyê çareseriyeke siyasî ne. 

Em ji tenduristî û ewlehiya Abdullah Ocalan ji berê bêhtir bi fikar in. Tecrîd di qada navneteweyî de wek awayekê êşkenceyê tê qebûlkirin. Berdewambûna êşkenceyê bi vî awayî bi sê salan, gelek xeternak e. Ji xeynê ‘cezayên dîsîplînê’ ku bi armanca astengkirina hevdîtina pê re tên dayîn û gefên kuştinê ku lê hatine xwarin di der heqê aqûbeta Abdullah Ocalan de tu tiştî nizanin. 

Ev rewş wiha nabe. Ji wê boneyê em van daxwazan dikin:

Divê demildest bihêlin ku Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike û derfeta bê dayîn ku di çareserkirina siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi awayekê adilane û serbestî bi rolê xwe rabibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê li dijî komploya navneteweyî daxuyanî da

Nivîsa Pêş

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin’

'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin'

Yeketiya Jinên Ciwan ya Kobanê: “Kes nikare roja me tarî bike!”

Yeketiya Jinên Ciwan ya Kobanê: "Kes nikare roja me tarî bike!"

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.