Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin’

Edîtor: Nucan Serdoz
10/10/2023 - 17:45
di nav Analîz, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Nirxandinên gerîlayên YJA Starê û HPG’ê bi vî rengî ne:

JI BO RÊBERTÎ, JINAN Û GELÊ ME EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN

Rojîn Têkoşer: Divê hikumeta Tirk zanibe; Dibe ku Rêbertî bi fîzîkî dîlgirtî be, lê belê ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve ti carî nikare li nav çar dîwaran bê ragirtin. Ji bo têkbirina komployê û şikandina tecrîdê em ê jî têkoşîna xwe mezin bikin. Zext û zordarî wê nikaribe berxwedan û têkoşîna me lawaz bike. Çiqasî çekên kîmyewî bi kar bînin, çiqasî hewl bidin me tune bikin jî em ê ji bo Rêbertî, gelê xwe, jin û ciwanan têkoşînê mezin bikin. Dibe ku dijmin me bi çekên kîmyewî îro bikuje, lê belê bila ji bîr nekin ku sibe bi hezaran kes wê bikevin şûna me.

Divê gelê me jî zanibe, heta ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve azad nebe ev mêtingerî û zext wê dewam bike. Lewma divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî bê misogerkirin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîna xwe mezin bikin. Divê her kes li ber êrîşên li ser Rêberê me, gelê me û gerîla rabe. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîn û berxwedanê heye. Rêbertî ji bo jinan hemûyan paradîgmaya jinê afirand û jin li ku dibin bila bibin divê tevlî vê têkoşînê bibin. Ji ber ku sîstema bi serweriya mêr êrîşên li dijî jinan her roj zêde dike. Jin jî divê bi paradîgmaya Rêbertî xwe zane bike û tevlî têkoşînê bibe. Azadiya Rêberê me azadiya gelan hemûyan e. Rêbertî ji ber ku ji bo gelan têdikoşe 25 sal in li zindanê dîl tê girtin. Em careke din dibêjin ku komploya li hemberî Rêbertî qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe heta serketinê dewam bikin.

EM Ê BERXWEDANA XWE HÎN MEZIN BIKIN

Arîn Merwan: Hêzên hegemonîk di şexsê Rêbertî de li hemberî gelê Kurd komployeke navneteweyî kirin. Bi vê komployê xwestin gelê Kurd û Rêbertî tune bikin. Gelê Kurd li hemberî komployê rabû ser piyan, çalakiyên fedaî kir. Tecrîda ku niha li ser Rêbertî tê ferzkirin tecrîdeke ji rêzê nîne. Li dijî tecrîdê çalakiyên gelê Kurd û dostan dewam dikin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li hemberî tecrîdê çalakiyên fedaî dikin. Heval Rûken, Sara, Rojhat û Erdal jî mînaka vê ne. Dijmin timî dibêje ku wê gerîla tune bike, lê belê wê nikaribe vê bi ser bixîne, ji ber ku em dilsozên felsefe û îdeolojiya Rêbertî ne. Em gel û gerîla bi têkoşîneke hevpar dikarin tecrîdê bikişînin. Çalakiyên me yên li hemberî êrîşên li ser Rêberê me û gelê me bênavber wê dewam bikin. Di vê demê de ku em di pêvajoyeke dîrokî de ne bi rengekî bêeman em li ber xwe didin û em ê berxwendana xwe hîn mezin bikin.

HEVALÊN ME YÊN FEDAÎ NÎŞANÎ ME DAN KU DIVÊ EM ÇAWA ŞER BIKIN

Havîn Arjîn: Beriya her tiştî em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Ji bo şermezarkirina komployê gelek çalakiyên fedaî hatin kirin. Her wiha li hemberî êrîşên hovane yên li ser gerîla û gelê me, li navenda Enqereyê hevalên me çalakiyeke fedaî kirin. Em hevalên xwe yên di vê çalakiya mezin û bi wate de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Hevalên me yên fedaî nîşanî me dan ku di vê pêvajoyê de divê em çawa şer bikin. Her kesên ku xwe weke demokrat, welatparêz pênase dikin divê ji bo şikandina komployê têbikoşe. Divê bikin ku komplo bê têkbirin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî bê misogerkirin. Em ê jî heta dawiyê li ser vê bingehê têbikoşin.

HETA KU RÊBER APO AZAD BIBE, NAVENDÊN DAGIRKERAN DI HEDEFA ME DE NE

Xoşmêr Kotol: Hêzên hegemon di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêber Apo komployoa navneteweyî dan destpêkirin. Komployê 25 salan dewam kir û dikeve sala 26’an. Di şexsê hevalê Halît Oral de hemû şehîdên me yên li dijî komployê bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ çalakiya fedaî kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê şopdarê têkoşîna wan bin. Dewleta Tirk a faşîst 8 salên dawî êrîşên li ser gelê Kurd bê navber dewam kir. Di heman demê de tecrîda li ser Rêberê me jî giran kir.

Dijmin ku naxwaze dengê Rêber Apo bigihêje gelê Kurd û cîhanê, tecrîd giran kir. Lê belê Rêber Apo bi fikir, felsefeya xwe cîhan li dora xwe kom kir. Li ser vê bingehê gelek gel ketin bin bandora fikrên Rêber Apo û piştgirî dan. Dewleta Tirk a ku bombeyan li qadên gerîla dibarîne bila bi vê zanibe; heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe wê navendên wan hemû di hedefa me de bin. Endamên Tabûra Nemiran hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn li ser vê bingehê çalakiyeke fedaî kirin. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em ê jî li her qadê têkoşîna xwe dewam bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ destpê kir

Nivîsa Pêş

Yeketiya Jinên Ciwan ya Kobanê: “Kes nikare roja me tarî bike!”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yeketiya Jinên Ciwan ya Kobanê: “Kes nikare roja me tarî bike!”

Yeketiya Jinên Ciwan ya Kobanê: "Kes nikare roja me tarî bike!"

Ciwanên Qamişlo ji bo 29 şehîdên asayîşê daxûyanîyek dan

Ciwanên Qamişlo ji bo 29 şehîdên asayîşê daxûyanîyek dan

Manşet

  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.