Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Jîn û jiyana wargeha Mexmûrê

Edîtor: Nucan Serdoz
27/09/2023 - 14:00
di nav Çalakî, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Jîn û jiyana wargeha Mexmûrê
ParvekeTweet

MEXMÛR – Hunermendên biçûk ên koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi huner û stranên xwe ji niha ve balê dikişînin. Koma muzîkê ya Jînim Jiyanim ji 10 kesan pêk tê û ev bi qasî sê sal in, li Navenda Stêra Zêrîn a Mexmûrê perwerde dibînim. Bi dehan caran di pîrozbahî û şahiyan de çûne ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirine. Gelek caran, ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO şermezar bikin û moralê bidin gel, di çalakiya nobetê ya ku ji 20’ê Tîrmehê ve li Wargeha Mexmûrê hatî destpêkirin de, stranan dibêjin.

Piranî stranên vê komê şoreşgerî û potporî ne. Tenê yek armanca vê komê heye, ew jî xwedî li çand û hunera Kurdî derketin û fêdeyek dayîna civaka xwe ye.

Ji ber vê armancê timî xwe perwerde dikin û pêşdixin. Komînalbûn û bi hev re xebat meşandina vê komê, timî bala gel kişandiye û bûye sedem ku zarok û ciwanên wargehê hîn zêdetir berê xwe bidin Navenda Stêra Zêrîn. Kom ji aliyê gelê wargehê ve jî pir tê hezkirin û êdî hemû kes wan nas dike û piştgiriya xwe bi wan re didin nîşandan. Koma Jînim Jiyanim wek navê xwe jîn û jiyana wargehê ye.

Endamên Koma Jînim Jiyanim a Stêra Zêrîn, li ser karên xwe ji ANF’ê re axivîn.

Endamê Koma Jînim Jiyanim Yasîn Apaydin anî ziman ku dema ew stranan dibêjin kêfxweş dibin û got: “Em koma Jînim Jiyanim in. Em bi kêfxweşî stranan dibêjin û gel kêfxweş dikin. Em dixwazin Rêberê me bi fîzîkî bê azadkirin. Stranan ku em dibêjin, em diyarî Rêber Apo û gerîlayên serê çiya dikin.”

Viyan Yîgît jî got, “Em wek kom, ev sê salin bi hev re perwerde dibînin û stranan dibêjin. Em li vir xwe fêrî hunera Kurdî dikin.”

Dezdar Utun jî got, “Em stranên li ser Rêber Apo, şehîd, gerîla û Kurdistanê dibêjin. Di her stranên me de mijarek heye.”

Nalîn Apaydin jî wiha hestên xwe bi me re parvekirin: “Koma me navê wê Jînim Jiyanim e. Wateya wê pir xweşe, hem jine û hem jîyane. Em wek kom bi stranên xwe gel kêfxweş dikin. Li cihê çalakiyan em stran û hunera xwe pêşkêş dikin. Em bi stranên xwe êrişên li ser Kurdan şermezar dikin û em bang li tevahî ciwanan dikin da ku xwedî li çand û hunera Kurdî derbikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di van kêliyan Şehîd Şeyîd Evran û Şehîd Aslan Qamişlo tên oxirkirin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Hesekê bîranînek ji bo Şehîd Sara û Şehîd Rukên li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Hesekê bîranînek ji bo Şehîd Sara û Şehîd Rukên li darxistin

Ciwanên Hesekê bîranînek ji bo Şehîd Sara û Şehîd Rukên li darxistin

Yekîtiya Jinên ciwan ên Kobanê Xwendawendên Azadîyê bi bîranîn

Yekîtiya Jinên ciwan ên Kobanê Xwendawendên Azadîyê bi bîranîn

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.