Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hêzên YPG-YPJ’ê du xwişkên Êzidî rizgar kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2023 - 17:36
di nav Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
Hêzên YPG-YPJ’ê du xwişkên Êzidî rizgar kirin
ParvekeTweet

HESEKÊ – Hêzên YPG-YPJ’ê, li Rojavayê Kurdistanê du xwişkên Şengalî Besê Xidir û Aliye Xidir ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û radestê malbata wan kirin.

Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo yên ji gundê Solax ê Şengalê, 3’yê Tebaxa 2014’an di fermana 74’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin. Xwişkên hev, piştî 9 salan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji Kampa Holê hatin rizgarkirin. Di dîmena ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a YPJ’ê hat parvekirin de, xwişkên Êzidî qala hovitiya ku li wan hatiye kirin, dikin.

‘DIVÊ HEMÛ JIN WERIN RIZGARKIRIN’

Di destpêka dîmenê de Besê Xidir wiha dibêje: “Li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê ez, dayik, bira û xwişka min, em ji Şengalê birin Dêrazora Rojavayê Kurdistanê. Birayê min ji me cuda kirin. Piştî mehek du mehan dayika min jî ji me cuda kirin. Dema ku birayê min ji me cuda kirin, birin nav çeteyên xwe. Dema dayika min jî birin me pirs kir ku wê bibin kû, wan got ku wê bibin nav dewleta îslamî. Piştî mehekê û nîv çeteyan ji me re got ku dayika we di encama bombebaranê de miriye.”

Besê Xidir wiha li axaftina xwe wiha dewam kir: “Birayê min hat, got dixwazim xwişkên xwe bibim gel xwe mezin bikim, lê çeteyan qebûl nekir û jê re got tu zarok î çênabe. Wê demê birayê min 12 salî bû. Piştre em birin Bahozê û kampa Holê. Li wir ji me re got hûn ne xelkê Hemisê ne, hûn xelkê Şengalê ne. Em destpêkê matmayî man û me ew fikir qebûl nekir ku xelkê Şengalê ne. Demek pê ve çû heta me qebûl kir. Me li kampa Holê testa xwînê çêkir ka em xelkê Şengalê ne yan na. Li kampê tu zoriyek li me nehate kirin ku ev test were çêkirin. Ji me re got ku ger di testên we de derbikeve hûn xelkê Şengalê ne, em ê we vegerînin warê we. Heta gotin ku ger vegerin Şengalê û derkeve holê ku hûn ne ji wir in, em ê berpirsyariya vegera we bigirin ser xwe.”

Besê Xidir wiha diyar kir ku li kampa Holê gelek guman hebû ku YPG welatiyên Şengalê ji kampê vedigerîne warên wan û wiha domand: “Me destpêkê bawer nekir, ji ber ku me nedizanî. Lê bi pişt re me di medyaya dîjîtal de dît ku YPG çawa jinên Şengalê vedigerîne warê wan û di nav xizmên xwe de kêfxweş in. Em spasiya YPG’ê dikin ku em vegerandine. Hêvîdar in hemû jinên Şengalê li xizmên xwe bên vegerandin.

‘EM Ê TU CARÊ QENCIYA YPJ’Ê JI BÎR NEKIN’

Aliye Xidir 14 salî ye ku yek ji keçên ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatiye rizgarkirin û wiha dibêje: “Em li Kampa Holê di nav malbatan de dijiyan. Ew ne malbatên me bûn û wan nedizanî malbatên me yên rastîn li kû derê ne. Dema ku em nû gihiştin kampê me qebûl nekir. Lê belê, ez nikarim li ser tiştên xerab ên ku di bin desthilatdariya DAÎŞ’ê de qewimîn, bifikirim. Em zarok bûn me dayika xwe nedît, niha jî mezin bûne êdî nabînin. Ger dayika xwe bibînim ez ê gelek kêfxweş bibim. Her kesê ku vedigere, diçe gel malbat û xizmên xwe. Li gel malbatên xwe dimînin û malbatên xwe yên rastîn dibînin.”

Aliye Xidir, qala hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê kir û wiha got: “Her kesê ku ji destpêkê ve biçe nav çeteyên DAÎŞ’ê û kuştinan bibîne, gelekî metirsîdar e. Em jî gelek ditirsiyan. Piştî ku hatin rizgarkirin gelek kêfxweş bûn. YPJ’ê bi şêweyeke dostane nêzî me bû. Wan ji me fêm kir û li gel me bûn. Gelek xebat ji bo me kir. gelek spas ji bo tiştên ku ji me re kirine. Alîkariya bi me re kiriye em ê tu carê ji bîr nekin.’’

Aliye Xidir, herî dawî daxwaz kir ku keç û jinên din wek wan werin rizgarkirin û vegerin cem xizmên xwe û azad bijîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê şehîd Alî Firat bi rêzdarî bi bîr anî

Nivîsa Pêş

“Dijmin bila bizane ku em ê tehemûla tu gefan li ser Rêberê xwe nekin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Dijmin bila bizane ku em ê tehemûla tu gefan li ser Rêberê xwe nekin”

"Dijmin bila bizane ku em ê tehemûla tu gefan li ser Rêberê xwe nekin"

ROJEVA 11’Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

ROJEVA 14'Ê TIRMEHÊ 2023’YAN

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.