Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

PKK’ê Diyar Xerîb bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
26/06/2023 - 19:00
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK’ê Diyar Xerîb bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDINAN – cKomîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta wî Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) ê ku di 26’ê Hezîrana 2019’an de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Qendîlê şehîd bûbû bi bîr anî.

Di daxuyaniya PKK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di êrîşa hewayî ya dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê de di 26’ê Hezîrana 2019’an de li Qendîlê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hevrê Diyar Xerîb (Helmet) şehîd bûbû. Ji ser şehadeta hevrê Helmet çar sal derbas bû. Di vî çar salî de em Tevger û gel, me hewl da em li ser şopa heval Helmet bimeşin û armanca wî bi ser bixînin. Me derbên giran li faşîsma AKP û MHP’ê da û tola hevrê Helmet stend. Li ser vî esasî di salvegera çaremîn a şehadeta wî de em lehengê mêrxas ê gelê me yê Başûrê Kurdistanê û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Helmet, bi rêzdarî  û hezkirin bi bîr tînin. Em soza xwe ya ku em ê bigihêjin armanca wî û bîranîna wî zindî bihêlin jî dubare dikin. Em diyar dikin ku em ê di sala 5’an de bi têkoşîna mezin ku em ê pêş bixin, tola hevrê Helmet hilînin.”

EW ŞOREŞGEREKÎ MEZIN Ê WELATPARÊZ BÛ

Wekî ku tê zanîn, hevrê Helmet welatparêz û şoreşgerekî mezin bû ku ji nav gelê me yê Başûrê Kurdistanê rabûye. Di salên xwe yên ciwantiyê de li hemberî îxaneta ku wekî dûvika pergala qirker û mêtinger e helwesta xwe nîşan dabû û tevlî nav PKK’ê bûbû. Ew çûbû ba Rêber Apo û ji Rêber Apo perwerdehî stendibû. Li Başûrê Kurdistanê bû nûnerê yekîtiya netewî ya Kurd û niştimanperweriya Kurd. Li dijî hemû êrîşên rejîma Seddam û faşîzma Tirk, wî azadî û demokrasiya Başûrê Kurdistanê û ji bo yekîtiya netewî ya Kurd têkoşiya. Ji ber vê yekê ew bû hedefa mêtingerî û xiyaneta hevkar.

DI HER ASTÊ DE PEYWIR Û BERPIRSYARÎ STEND

Hevrê Helmet li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê xebatên şoreşgerî û welatparêziyê meşand. Di her cure xebatan de, bi taybetî di nav xebatên gerîlatiyê de cih girt, di hemû astan de erk û berpirsyarî stend. Dema şehîd ket endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê  û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû. Ji bo her peywirê bi serkeftî bimeşîne wî kedeke mezin da. Her tim li ser xeta Rêbertî û şehîdan meşiya. Kesayetiyekî gelparêz bû, ji bo perwerdehiya gelê Kurd bênavber xebitî. Bi taybetî jî ji bo lêkolîn û eşkerekirina dîroka Kurdan kedeke mezin da û girîngiyek mezin da perwerdekirina ciwanên kurd. Şop û afirandinên keda wî hê jî li ser têkoşîna me dijî.

BI HEV RE QETIL KIRIN

Qirkerên faşîst ên AKP û MHP’ê û xayînênKurd bi hev re, hevrê Helmet qetil kirin. Bi vî awayî Tayyîp Erdogan û rêveberiya Devlet Bahçelî hewl dan tola têkçûna hilbijartinên herêmî hilînin. Ji bo li dijî êrîşên dagirker gel û ciwanên Başûrê Kurdistanê ranebin ser xwe, xwestin pêşengtiya berxwedanê tune bikin. Îxanetê hevrê Helmet qetil kir û nehişt ku li Başûrê Kurdistanê alternatîfa demokrasiya azadîxwaz geş bibe.

GERÎLA NEHIŞT KU DERBAS BIBIN

Ev hemû hewldan û xwestek li ser esasê berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin pûçkirin. Şehadeta hevrê Helmet, hişt ku ev rastî hîn bêhtir û kûrtir ji aliyê Tevgera me û gelê me û bi taybet gelê me yê Başûrê Kurdistanê baştir bê fêmkirin. Berxwedana gerîla ya leheng ku ji Heftanînê heta Xakurkê li her qadê pêş ket, nehişt ku dagirkeriya faşîst-qirker derbas bibe. Li Başûrê Kurdistanê bazirganiya xiyaneta hevkar derket holê û hat teşhîrkirin. Xeta hevrê Helmet a yekbûyî- neteweyî û welatparêziya rast gav bi gav ji aliyê hemû gelê Başûr ve hate fêmkirin û pejirandin.

LI SER VÊ XETÊ EM Ê BI SER BIKEVIN

Em niha dikevin sala 5’an a vê qetlîama nemerdane. Pir eşkere ye ku; Weke tevger û gel em ê xeta hevrê Helmet pir baş fêm bikin û di vê xetê de em ê bi hêztir erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Bê şik hêzên faşîst-qirker û xiyaneta hevkar wê hê zêdetir êrîş bikin û zêdetir hewl bidin ku Başûre Kurdistanê dagir bikin. Jixwe hewl dide êrîşên xwe roj bi roj zêde bike. Em jî di xeta hevrê Helmet û di pêşengtiya gerîla de li dijî van hemû êrîşên hovane li ber xwe didin û di sala 5’an de em ê bi hêztir û bi bandortir li ber xwe bidin. Ji bo bîranîna hevrê Helmet em ê xaka Başûrê Kurdistanê li ber xiyaneta hevkar faşîset û qirker bikin goristan.

HESABPIRSÎNEKE XURTTIR DIVÊ

Li ser vê bingehê em gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qehremanî li ber xwe didin, silav dikin. Ji ber çalakiyên wan ên serkeftî yên li Botan, Metîna û Xakurkê em gerîla, hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Em di şexsê fedaiyên nemir ên Xakurkê de hevrê Asya, Azad û Koçer hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Em komkujiya dewleta Tirk a li dijî rêveberiya demokratîk a Qamişlo şermezar dikin, şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin, berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî faşîzmê silav dikin.

Hevrê Helmet yek ji şehîdên fedaî yên meha me ya fedaî ya Hezîranê ye. Ji bo Roja me ya Fedaîbûnê ya 30 Hezîranê hindik maye. Bi vê minasebetê em hemû şehîdên xwe yên meha Hezîranê di şexsê fedaiyê fedaiyan hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza pêkanîna armancên wan dubare dikin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên demokrat di serî de jin û ciwanan dikin ku di xeta hevrê Zîlan û Helmet de bi xurtî fedaîbûn esas bigirin û ji pergala faşîst-qirker û îxaneta hevpar hê xurtir hesab bipirsin!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêxistina sûc a dewleta Tirk: Cerdevanî

Nivîsa Pêş

Ciwanan li şehbayê ji bo Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo pirtukxaneya Gerok bi dawi bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanan li şehbayê ji bo Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo pirtukxaneya Gerok bi dawi bû

Ciwanan li şehbayê ji bo Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo pirtukxaneya Gerok bi dawi bû

Ji Jinên Ciwan yên PYD basa gerok û şanoyek kolanan

Ji Jinên Ciwan yên PYD basa gerok û şanoyek kolanan

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Barana Botanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5’Ê ADARÊ 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.