Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Rêxistina sûc a dewleta Tirk: Cerdevanî

Edîtor: Nucan Serdoz
26/06/2023 - 17:00
di nav Analîz, Bakur, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Rêxistina sûc a dewleta Tirk: Cerdevanî
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Dewletê di valakirin û şewitandina gundan de cerdevan bi kar anî. Cerdevanan dest danîn ser mal, zevî û heywanên gundiyan. Di kuştinên kiryar nediyar de hatin bikaranîn, di avêtina li bîrên asîtê de jî cerdevan hatin bikaranîn. Îro jî weke hêzeke paramîlîter li operasyonên derveyî sînor têne bikaranîn.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurd piştî ku bi 15’ê Tebaxê re derbasî qonaxeke nû bû, dewleta Tirk kete nava lêgerîna wê yekê ku Kurdên xwe biafirîne. Ya ku destpêkê hate bîrê jî cerdevanî bû. Hikumeta Tûrgût Ozal di 26’ê Adara 1985’an de bi Qanûna bi Hejmara 3175’an û Rêvebernameya Cerdevaniya Gundan ên Demkî ya Wezareta Karên Hundir, bi armanca ‘Cerdevanên gund li nava gund namûs, mal û canê her kesî diparêzin’ sîstema cerdevaniyê xiste dewrê. Cerdevaniya gund ku sala 1985’an li 22 bajaran kete meriyetê, ji sala 1993’an û pê ve li 13 bajarên din jî bi cih hate anîn. Hejmara cerdevanan bi demê re hate zêdekirin. Li gorî daneyên heta Gulana 2023’an 57 hezar û 584 ‘cerdevanên ewlekariyê’, 17 hezar û 600 ‘cerdevanên dilxwaz’ bi giştî 75 hezar û 184 cerdevan hene.

Ji kuştina mirovan heta bi êşkenceyê, ji revandinê heta bi desteserkirinê, ji qaçaxçitiya çekan heta bi sextekariyê, ji destavêtinê heta bi şewitandin û valakirina gundan, bazirganiya narkotîkê û êşkenceya li cenazeyên gerîla, dema ku mirov bala xwe bidin ser sûcên di nava 38 salan de hatine kirin, wê were dîtin ku cerdevan veguherîne şebekeyeke sûc a dewletê.

AKP ku beriya 21 salan dema bû desthilatdar soz da wê cerdevaniyê bi dawî bike, li şûna rakirina cerdevaniyê, cerdevanî kir sîstemeke mayinde, her wiha ji bilî gundan li bajaran û li derveyî sînor jî bi rêxistin kir. Cerdevanî dema ku nû destpê kir bi rengê ‘demkî’ û ‘cerdevaniya gund’ bû, lê belê ev rêxistiniya paramîlîter piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an bi guhertinekê veguherî mîna artêşeke nû. Ji ber ku bi Kurdî zanin, cerdevan weke ‘kerê berdidin nava mayinan’ têne bikaranîn; lewma tevî leşker, jenderme û polîsan li gund û bajaran, her wiha li derveyî sînor di êrîşên dagirkerî û qirkeriyê de cih digirin. Cerdevanên ku berê bêyî sparteyeke xwe ya qanûnî dihatin xebitandin, bi desthilatdariya AKP’ê re mayinde û qanûnî bûn.

DESTPÊKIRIN Û BELAVBÛNA CERDEVANIYÊ

Sîstema cerdevaniyê ku koka xwe digihêje Alayên Hamîdiye, piştî Darbeya 12’ê Îlonê ji bo tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê dewletê ve hate avakirin. Piştî 12’ê Îlonê, Tevgera Azadiyê ya Kurd ku dewletê digot ‘Me tepisand, teqand, tune kir’ destpêkê li zindana Amedê li ber xwe da û piştre bi Pêngava 15’ê Tebaxê re hebûna xwe ji cîhanê re ragihand. Serokwezîrê wê demê jê re got, ‘Komeke serhildêr, em ê serê wan bieciqîne’, lê tevî vê yekê jî tevger li nava gel zû mezin bû.

Hikumeta Ozal nûkirina Alayên Hamîdiye ji xwe re weke çare dît û di 26’ê Adara 1985’an de bi qanûna bi hejmara 3175 û Rêvebernameya Cerdevaniya Gund a Demkî ya Wezareta Karên Hundir sîstema cerdevaniyê anî. Ji bo vê yekê jî qala du sedeman dikare bê kir. Ya yekemîn; dixwest pêşî li Tevgera Azadiyê ya kurd bigire ku nikarîbû li pêşiya wê bibe asteng. Yanî bi gotina ku timî dibêjin, fikara ‘ewlekariyê’ ya dewletê. Ji xwe dewletê bi vê fikara xwe li bajarên ku Rewşa Awarte lê ragihandibû, gundiyên ku cerdevanî qebûl nekirin, bi zorê koçber kir. Ji bo gel cerdevaniyê qebûl bike bi her awayî zêxt lê hate kirin. Yên cerdevanî qebûl nekirin jî ji gund hatin koçberkirin, êşkence lê hate kirin, bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştin. Dewleta Tirk ji bo cerdevaniyê bide qebûlkirin leşker, polîs, dadgerî, girtîgeh û hemû amûrên zordar ên bi vî rengî da bikaranîn.

Sedema din jî ew bû ku li gel fikara ewlekariyê dixwest Kurdan bi hev bide qirkirin, Kurdan li ber hev rake û bi vî rengî Kurdan talan bike. Dewletê ji bo cerdevaniyê xwest ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hêzeke çekdar ava bike. Lê belê ev sîstem di heman demê de ji bo şikandina têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê ya civaka Kurd bi kar anî. Lewma bi sîstema cerdevaniyê re armanc ne tenê ew bû ku cerdevanan di şer de bi kar bîne, dewletê hewl da ku bi her awayî, ji aliyê fîzîkî, hestî û mîlîter van mirovan bi xwe ve girê bide.

Dewlet ji bo vê armanca xwe pêk bîne serî li çend rêyên bingehîn da. Destpêkê sîstema cerdevaniyê bi zorê ferz kir, piştre jî hewl da navê wê biguherîne û weke ‘cerdevaniya gund a dilxwaz’ pêşkêşî civaka Kurd bike. Navê vê sîstemê piştre di salên 2016-2017’an de kir ‘cerdevaniya ewlekariyê’.

Li gel vê yekê di sîstema cerdevaniyê de hin guhertin kir. Bi taybetî piştî berxwedana xwerêveberiyê di cerdevaniya gund de ji aliyê bingehînî ve hin guhertinên cidî kir. Cerdevanên extiyar teqawît kir, bira û zarokên wan kirin cerdevanên nû. Kinc, cebilxane, pere, xelat, tazmînata operasyonê, prîmên sîgortayê hemû ji aliyê dewletê ve ji cerdevanan re hatin dayin. ‘Nasnameyên nû’ ji wan re hatin dayin, telefonên destan ên nû ji wan re hatin dayin. Mûçeyê cerdevanan jî kirin bi qasî mûçeyê herî kêm ê karmendan.

Zext li cerdevanan hate kirin ku tevlî operasyonên li derve û hundirê welêt bibin. Hejmara bajarên ku sîstema cerdevaniyê lê hate bicihkirin hate zêdekirin. Guhertina herî krîtîk a di vê demê de hate kirin bi vî rengî bû: Eger ji ber wezîfeya xwe sûc bike, wê heta 3 parêzeran heqê parêzeriyê ji aliyê walîtiyê ve ji wan re bê dayin. Dewletê bi vî rengî nîşan da ku wê xwedî li sûcên cerdevanan derkeve. Dewletê ji ber çi parastineke bi vî rengî da cerdevanan? Ji ber ku şebekeyeke sûc e!

CERDEVAN MÎNA ŞEBEKEYA EROÎNÊ XEBITÎN

Dewleta Tirk zane ku sîstema cerdevaniyê şebekeyeke sûc e û piştgiriyê dide. Ji xwe li gorî belgeya ‘Bi taybetî ji bo xizmetê’ ya ku Wezareta Karên Hundir a Tirk di sala 1996’an de amade kir, eşkere bû ku ji her sê cerdevanan yekî sûc kiriye. Li gorî qeydan tenê di navbera salên 1986 û 1996’an di 10 salan de 23 hezar û 222 cerdevanên gund ên demkî ji ber ku sûcên cuda kirin, dawî li wezîfeya wan hate anîn. Di sala 1996’an de Serokwezîr Necmettîn Erbakan rapora MÎT’ê weke çavkanî nîşan dabû û gotibû, “Li Başûrrojhilat sîstema cerdevaniyê mîna şebekeyên eroînê dixebite.”

Wezareta Karên Hundir di sala 2006’an de raporek li ser van sûcên cerdevanan amade kir û tespît kir ku cerdevanan 5 hezar sûc kirine. Li gorî vê yekê cerdevanan 2 hezar û 384 sûcên terorê, 934 sûcên li hemberî malê mirovan, hezar û 234 sûcên li dijî mirovan, 420 sûcên qeçaxçitiyê bi giştî 5 hezar sûc kirin. Hate ragihandin ku 853 cerdevanên gund ên demkî hatine girtin.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di navbera salên 1985 û 2023’an de cerdevanan sûcên şewitandin û valakirina gundan, destavêtin û destdirêjî, revandina mirovan, êrîşa çekdarî, desteserkirin û înfazê kirine. Her wiha kuştina mirovan, birîndarkirin, êşkence, kiryarên xerab, zexta ji bo xwekuştinê, talankirina xwezayê û sûcên li dijî mirovahiyê çend ji sûcên cerdevanan e ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve hate nîşandan.

DEWLETÊ PESNÊ CERDEVANAN DA

Rayedarên dewletê di demên cuda de di civînên çapemeniyê de ji bo sîstema cerdevaniyê gotin ‘serketî’ ye. Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Îlker Başbûg ku ji ber Ergenekonê hate girtin, di 14’ê Nîsana 2008’an de di civîna çapemeniyê de ragihand ku ew sîstema cerdevaniyê serketî dibîne.

Di 24’ê Tebaxa 2015’an de Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû li Qesra Çankayayê bi Cerdevanên Gund ên Anatoliyê û Konfederasyona Malbatên Şehîdên Tirk re li hev civiya. Serokwezîr ji bo cerdevanên gundan gotibû ‘Hûn parêzvanên Anatolî û Mezopotamyayê ne’. Davûtoglû pesnê cerdevanên gundan dabû, ji ber şerê xwe yê li dijî PKK’ê. Her wiha diyar kiribû ku cerdevaniya gund wezîfeyeke demkî nîne û cerdevan ji bo şerê nava Kurdan motîve kiribû.

Di 27’ê Nîsana 2022’an Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylû bi gotina ‘Ji sala 1985’an û vir ve rê nedan ku vê xakê parçe bikin’ pesnê cerdevanan da û xwedî lê derket.

ENCAM

Weke encam, dewletê dema ku sîstema cerdevaniyê ava kir, mezin kir û gihand vê astê, sûcên endamên vê rêxistiniyê ji nedîtî ve hat, teşwîq kir û piştgirî da. Lewma cerdevanî bûye yek ji şebekeyên herî mezin ên sûc ên dewletê.

Eger rojekê şer biqede, bi deh hezaran mirovên çekdar, ku tevî malbatên xwe dibe bi sed hezaran kes, wê çi bi wan bê? Civak wê van mirovên ku ewqas sûc kirine çi bike?

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla Bêrîtan Çiya: Em ê bidin pey çirûska Zîlan

Nivîsa Pêş

PKK’ê Diyar Xerîb bi bîr anî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PKK’ê Diyar Xerîb bi bîr anî

PKK’ê Diyar Xerîb bi bîr anî

Ciwanan li şehbayê ji bo Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo pirtukxaneya Gerok bi dawi bû

Ciwanan li şehbayê ji bo Azadîya Fîzîkî ya Rêber Apo pirtukxaneya Gerok bi dawi bû

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.