Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Şehîd Helmet Viyan: Divê Gel Îro Bi Dehan Çeka Şehîd Viyan Wê Rabikin

Ji 11 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn Helmet Viyan di hevpeyvîneke xwe de bal kişandibû ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û gotibû, zilm û zorî ne çarenûsa gelê Kurd e, divê bi taybetî xelkê Başûr li ber dagirkeriyê rabe.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/01/2023 - 15:51
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Şehîd Helmet Viyan: Divê Gel Îro Bi Dehan Çeka Şehîd Viyan Wê Rabikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Bawan Mihemed bi nasnav Helmet Viyan, yek ji 11 gerîlayan bû ku 5’ê Mijdara 2022’an li herêma Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya bi çekên kîmyewî şehîd bû.

Helmet Viyan ji eşîra Caf a herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê bû û xizmê yek ji endamên Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK’ê Viyan Soran bû, ku bi bandora wê, ji bo hilanîna çeka wê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû.

Helmet Viyan beriya şehîd bikeve di hevpeyvînekê de qala têkoşîna Viyan Soran a ji bo jinan, bi taybetî jî ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê kiribû.

Helmet Viyan nirxandineke bi vî rengî kiribû:

“Em di şexsê heval Viyan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û em sozê xwe ji wan re dûbare dikin. Min di zarokatiya xwe de heval Viyan nas dikir. Me dizanî ku yek ji malbatê tevlî bûye, lê agahiya me ji çalakiyên wê yên vê astê tine bûn.

Di sala 2013’an de lêgerînên me ji bo hevala Viyan çêbû, ango bi taybetî jinek ji Başûr çima çalakiyek ewqas radîkal ji bo Serokatî kiriye. Piştre me fêm kir ku çalakiya hevala Viyan çalakiyeke radîkal e û me piştre Serokatî nas kir.

Çalakiya heval Viyan ji bo me xet e. Hevala Viyan bi çalakiya xwe peyameke mezin da dijmin ku çi dibe bila em ê li dora Îmraliyê bibin mumek. Çalakiya hevala Viyan peyamek wiha da ku her endamên vê rêxistinê her dem û saet ji bo Serokatî amade ye.

Bi taybetî naskirina me ya bi hevala Viyan re bi vî rengî çêbû. Her wiha me nameyên wê jî lêkolîn kir. Berê li Başûr jinek çalakiyeke bi vî rengî nekiribû, ji ber vê yekê me mereq kir ku ew hêz ji ku derê tê. Lê me wê demê fêm kir ku hevala Viyan di nava rêxistinê de xwedî nirxeke mezin e.

Şehadeta hevala Viyan şehadeteke mezin bû. Heval Viyan karî ku peyameke radîkal bide dijmin û rewşa heyî li gel bide fêmkirin. Ji ber vê yekê di roja me ya îro de erkê her kesê ye ku şehadeta hevala Viyan lêkolîn bike. Hevala Viyan hem di nava rêxistinê de û hem jî di nava gel de xwedî nirxeke mezin e. Lewma mîna ku heval Viyan dibêje, ‘Ji bîr kirin îxanet e’. Em jî heval Viyan ji bîr nakin û heta dawî em ê li pey şopa wê bimeşin.

Dema me nameyên wê lêkolîn kir, di beşeke nameya xwe de weke wesiyetê ji malbata xwe daxwaz dikir ku çeka wê rakin. Heta wê demê qasî ku agahiya me hebû, kesek çeka hevala Viyan ranekiribû. Di aliyê wijdanî de me wê tiştê layiqê xwe ne dît. Tevlîbûna min jî li ser vê esasê li refên gerîla çêbûn. Bi çalakiya hevala Viyan divê dijmin bizane ku her endamek vê rexistinê ew qas girêdayî Serokatiye. Dijmin di vê pêvajoyê de dixwaze gel û Serokatiyê ji hev qut bike. Lê divê dijmin bizane ku di vê rêxistinê de xwe xwîna Viyan û Zîlanan heye.

Çend sal ji şehadeta hevala Viyan û komploya li ser Serokatî derbas bû, em encex dikarin bi azadiya Serokatî wesiyeta hevala Viyan pêk bînin. Em encex dikarin bi awayekî xurttir û têkoşînekî bilindtir dikarin Serokê xwe azad bikin û wesiyeta hevala Viyan bi cîh bînin, em vê sozê jî didin.

Lêgerînên me ji bo hevala Viyan dereng çêbû, ev yek ji bo me cihê rexnedayînê ye. Heval Viyan ji eşîreta Cefa ye û xelkê Silêmaniyê ye. Bangawaziyên wê ji bo gelê Başûr jî hene. Li ser vê esasê divê hem gelê Başûr û hem jî eşîret û malbata wê bi awayekî xurt xwedî li hevala Viyan derbikevin û li ser vê esasê tevlîbûna xwe di nava refên gerîlayan de zêdetir bikin. Divê gel îro vê peyamê bide ku, duh Viyan bû îro em bi dehan çeka wê rabikin. Divê em tola şehîdên xwe rabikin. Îro her kes dizane ku rewşa Başûr çawa ye. Bêhêvîtiyekî mezin heye, divê wê bihêvîbûnê layiqê xwe nebînin û li hemberî dijmin serî hilde. Ma bi vî awayî wê çend sal dewam bike? Eger her dawiya vê mirin be, divê mirov careke bimire û bi şeref bimire.

Zilm û zorî ne çarenûsa me ye. Gelê Başûr ji xwe xwedî dîrokekî pîroz in, divê dîroka xwe dîsa bidomînin. Gelê Başûr çok li ber dewleta Bas ne danî, divê dîsa li hemberî ti kesê çok ne deyne. Serkeftin ji bo hemû kesê dixwazim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê Nasnameya 2 gerîlayên Şehîd Eşkere kir

Nivîsa Pêş

Karasû: DIVÊ EM QEHREMANÊN XWE YÊN FEDAÎ FÊM BIKIN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karasû: DIVÊ EM QEHREMANÊN XWE YÊN FEDAÎ FÊM BIKIN

Karasû: DIVÊ EM QEHREMANÊN XWE YÊN FEDAÎ FÊM BIKIN

Veysî Taş li dijî tecrîda Îmraliyê agir berda bedena xwe

Veysî Taş li dijî tecrîda Îmraliyê agir berda bedena xwe

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.