Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Sabrî Ok: Divê gelê me li her qadê bi ruhê seferberiyê têbikoşe

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser tecrîdkirina Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û got, "Rewş gelekî cidî ye. Heta ku agahî ji Rêberê me bê wergirtin divê gelê me li qadan be."

Edîtor: Çekdar Amed
07/12/2022 - 10:55
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Sabrî Ok: Divê gelê me li her qadê bi ruhê seferberiyê têbikoşe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Piştî nûçeyên li ser serdana vê dawiyê ya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) a li Îmraliyê û pêknehatina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi heyeta CPT re, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok daxuyaniyek da û got, “Heta ku agahî ji Rêberê me bê wergirtin divê gelê me li qadan be.”

Ok bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê dîlgirtî ye û di nava 21 mehên dawî de bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ok anî ziman, dewleta Tirk a faşîst û rejîma AKP-MHP’ê bi her awayî zextê li Rêberê Gelê Kurd dikin û ev nirxandin kir: “Parêzerên Rêber Apo jî bi mehan e nikarin agahiyê jê bigirin. Dewleta Tirk di bin navê ‘cezayê dîsîplînê’ de timî ceza li Rêbertî dibire. Van cezayan jî dike hincet û hevdîtina bi Rêbertî re asteng dike. Bi vî rengî tecrîd tê şidandin. Weke ku tê zanîn Rêber Apo girtiyekî ji rêzê nîne. Cîhan tev zane bê Rêber Apo kî ye. Lîderê gelê Kurd e, afirînerê paradîgmaya Modernîteya Demokratîk e. Xwediyê paradîgmayeke welê ye ku di serî de jin bandorê li tevahiya civakê û mirovahiyê dike. Di sedsala 21’ê de Rêber Apo bi wezîfe û berpirsyariyeke bi vî rengî radibe. Wezîfeya xwe jî bi rengê îdeolojîk, teorîk û felsefîk pêk tîne.

Modernîteya kapîtalîst, hêzên ku cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtin û dewleta tirk ji vê hêza Rêber Apo aciz in. Lewma hiqûqa navneteweyî jî di nav de bi binpêkirina hemû qanûnan, bi rengekî dijberê mirovahiyê bi her cûreyî zextê li Rêberê me dikin. Tecrîda girankirî ne tenê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve di heman demê de ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî DYE, Ewropa û Konseya Ewropayê ve jî tê ferzkirin. CPT ku qaşo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ye, ji roja destpêkê ve wezîfeya xwe ya li hemberî tecrîdê bi cih neanî. Bi rengekî polîtîk tevgeriya, pîvanên hiqûqî danî aliyekî. CPT hefteyên derbasbûyî ragihand ku serdana Îmraliyê kiriye û bi Rêber Apo, heval Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtin kiriye. Lê belê li ser naveroka hevdîtinê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo ti agahî parve nekir. Tenê çûne serdanê. Piştre parêzerên Rêber Apo rewşa tenduristiyê ya Rêbertî ji CPT pirsîn, xwestin di vê der barê de agahiyê werbigirin. CPT bersiv neda parêzeran, her wiha negotin ku çûne Îmraliyê yan jî neçûne. Rewşeke cuda derkete holê.

CPT çima nabêje ku bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye yan nekiriye? Bêguman Rêber Apo li ser pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, bûyerên li Rojava, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin timî fikir û pêşniyarên xwe tîne ziman. Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî naxwazin ev fikir, pêşniyarên Rêber Apo bêne bihîstin û bigihêjin civakê. Ji ber ku baş zanin bê fikir û nêrînên Rêber Apo çiqasî girîng û bi bandor in. Ya ku me dixe nava şik û gumanan, rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo ye. CPT bibêje ku me hevdîtin kiriye, wê parêzer jî li rewşa tenduristiyê ya Rêbertî bipirse û CPT jî neçar dimîne bersivê bide. CPT ji bo xwe nede ber vê yekê û bersivê nede, daxwazan hemûyan bêbersiv dihêle. Ji ber vê yekê nabêjin ne çûne Îmraliyê ne jî neçûne. Bi navê PKK’ê û gelê Kurd em vê mijarê gelekî girîng dibînin.

REWŞ CIDÎ YE

Li gorî agahiyan CPT 2 caran çû Îmraliyê, lê belê Rêber Apo di herdu serdanan de jî bi CPT re hevdîtin nekir. Em mafdar in ku bi guman, bi hêrs nêzî vê meseleyê bibin. Em baş nizanin bê çi qewimiye, yan jî yekane tişta ku em zanin ew e ku rewş cidî ye. Rewşeke awarte ye. Ev rewş ji me û gelê me tê veşartin. Lewma divê gelê me zanibe ku rewş ne asayî ye, cidî ye. Divê em jî bi vî rengî binirxînin û nêzî meseleyê bibin. Di serî de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û hêzên navneteweyî, baş zanin ku tendurstî, jiyan, nefesa Rêber Apo ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Rêber Apo hebûna me ye, dîroka me ye, jiyana me ye, her tiştê me ye. Beriya her titşî divê ev rastî were zanîn. Ne hevrêyên me, ne gelê Kurd, ne jî dostên gelê Kurd di mijara Îmraliyê de divê rehet nebe. Tiştên têkildarî Îmraliyê û Rêber Apo hatine gotin têrê nake ku dilê me rehet bibe.

Em zanin ku dewleta Tirk jî, hêzên komploger jî dixwazin rastiyê ji gelê me û partiya me veşêrin. Rastiyan vedişêrin. Dixwazin demê derbas bikin. Divê em zanin ku di mejiyê xwe de plana çi dikin. Lê belê rewş normal nîne. Di vê mijarê de berpirsyariya gelke sazî û kesayetan heye. CPT berpirsyar e, divê tavilê wezîfeya xwe bi cih bîne, durust be, nêzîkatiya gelê Kurd fêhm bike, rastiyan bi raya giştî û gelê Kurd re parve bike. Di vê mijarê de sûcdar e. Konseya Ewropayê jî sûcdar e. Konseya Ewropa di gelek mijaran de helwestê nîşan dide, lê belê dema mijar hebûn, jiyan û paşeroja gelê Kurd be bêberpirsyarî tevdigere. Ev nêzîkatî ne ya qebûlkirinê ye. Girîng e Konseya Ewropayê rola xwe bi cih bîne û pêşî li vê rewşa metirsîdar bigire. DYE û hêzên navneteweyî ji vê rewşê berpirsyar in. Gelê Kurd û PKK baş bi vê zanin. Heta ku ev mesele bê çareserkirin divê gelê me, tevgera me û dostên me bêguman li ser piyan bin.

Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê misoger bibe. Ji xwe ji bo gelê Kurd ti hiqûq bi cih nayê anîn. Rêbertî diyar kiribû ku ne hiqûqa ji bo mirovan ne jî ya ji bo heywanan têkildarî Kurdan bi cih nayên anîn. Civakeke ku nasnameya xwe nayê qebûlkirin, tune tê hesibandin. Bi têkoşîna 50 salî, bi keda Rêber Apo û gel re Kurd ne tenê bandorê li paşeroja xwe dikin, her wiha li ser paşeroja Rojhilata Navîn bi temamî bi bandor e. Di encama vê kedê û têkoşînê de divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Heta ku Rêber Apo azad bibe, têkoşîna me wê her tim mezin bibe û dewam bike. Agahiyên ku me li ser Rêberê xwe bi dest xistine û bihîstine, girîng in û em cidî dibînin. Mijar Rêber Apo ye. Divê gelê me jî zanibe ku ev rewş awarte ye û têkoşînek li gorî vê yekê bê meşandin.

DIVÊ JIN Û CIWANÊN KURD PÊŞENGIYÊ JI PÊVAJOYÊ RE BIKIN

Rewşa Rêberê me bi têkoşînê, bi serhildanan eşkere dibe. Di serî de siyasî, dîplomatîk, hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî divê her rê û rêbaz bêne bikaranîn, bi sekneke seferberiyê li hemberî vê rewşê helwest bê nîşandan. Divê gelê me li her qadê bi ruhê seferberiyê têbikoşe. Mijar Rêber Apo ye. Heta ku agahî ji Rêbertî bê standin divê gelê me her roj li qadan be. Bêguman armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Dewleta Tirk xwedî sicîleke qirêj e. Di salê 2006, 2007’an de mijara jehrdayina Rêber Apo ketibû rojevê. Ev rastî bû. Dewleta Tirk bi rêbazên bêexlaq tevdigere û encamên vê jî piştî bi salan eşkere dibe. Îro jî dewleta Tirk her roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Dîmenên li ser bikaranîna çekên qedexekirî hatin weşandin. Li hemberî gerîla her roj çekên kîmyewî bi kar tîne.

Dijmin bi her awayî êrîşî gelê Kurd dike û wê êrîş jî bike. Bêguman haya me ji vê heye. Di rêya ku Rêber Apo daniye pêşiya me em ê bi biryardarî û rêxistinbûyî têbikoşin. Lewma me pêvajo weke pêvajoyeke man û nemanê pênase kir. Piştî ku bûyerên dawî yên têkildarî Rêber Apo lê zêde bû, rewş bêhtir derbasdar e. Di serî de CPT û Konseya Ewropayê divê saziyên navneteweyî rewşa Rêbertî zelal bikin, ev yek wezîfeya wan e. Banga me ye; eger vê wezîfeyê bi cih nînin, wê careke din bibin şirîkê vî sûcî. Bangeke me jî li gelê me ye; bi taybetî ciwanên Kurd, jinên Kurd û dostên me divê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Divê rewşa heyî qebûl nekin, heta ku agahî ji Rêbertî bê wergirtin di nava çalakiyan de bin.

Li gel vê yekê divê parêzer teqez serdana Rêbertî bikin. Divê li cih rewşa wî bibînin. Heta ku ev nebe wê tevgera me û gelê me rehet nebe. Ji xwe rewşeke bi guman heey. Her wiha divê malbat karibe biçe Îmraliyê û mafê wan e ku hevdîtinê bi Rêber Apo re bike. Ji aliyê hiqûqî ve ti astengî nîne lê belê dewlet bi zanebûn serdanan asteng dike. Ev astengî jî bi têkoşînê dikarin ji holê bêne rakirin. Di encama vê têkoşînê de hem malbat hem jî parêzer dikarin serdana Rêber Apo bikin. Eger dewleta Tirk hevdîtinên bi Rêber Apo re asteng bike ev yek jî tê wê wateyê ku sûc dike. Di rewşeke bi vî rengî de mafê me heye ku bersivê bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Dewleta Tirk hejmara leşkerên xwe yên mirî vedişêre

Nivîsa Pêş

Gerîla TV dîmenekî çalakiya sabotajê weşand

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Gerîla TV dîmenekî çalakiya sabotajê weşand

Gerîla TV dîmenekî çalakiya sabotajê weşand

Ciwanan bi keviran li dewriyeya Rûsan dan

Ciwanan bi keviran li dewriyeya Rûsan dan

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.