Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG nasnameya gerîla Delil Botan eşkere kir

"Fermandarê me yê enternasyonal ê nemir hevrê Delîl wê ji bo xelkê Şengalê, ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê timî bibe mînak."

Edîtor: Nucan Serdoz
01/12/2022 - 14:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG nasnameya gerîla Delil Botan eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî gerîlayê şehîd bûye wiha ye:

“12’ê Tebaxa 2022’an li qada Deşîşê ya herêma Metînayê, di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Delîl şehîd bû. Hevrêyê me Delîl ku ewladekî hêja yê xelkê me yê Ereb bû, bi bandora paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi fedaîtî şer kirin û Şengal rizgar kirin, tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Bi baweriya ku îdeolojiya Apoyî wê gelan azad bike, kedeke bêdawî da û di demeke kurt de bû fermandarekî pêşeng. Bi sekna xwe ya xurt a li dijî dijmin, bi tevlîbûna xwe ya ji dil têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî. Ewladê leheng ê Şengalê hevrêyê me Delîl mîrate û xeteke têkoşînê ya li ser esasê serketinê ji xelk û ciwanên Şengalê yên bi rûmet re hişt. Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Delîl sax be, bila ser xelkê Şengalê sax be ku bi Kurdên Êzidî û Erebên xwe bi xwişk û biratiyê bi hev re dijîn. Fermandarê me yê enternasyonal ê nemir hevrê Delîl wê ji bo xelkê Şengalê, ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê timî bibe mînak. Ala têkoşînê ya ku fermandar Delîl radestî me kir wê heta azadiya gelan û serketinê her tim bê bilindkirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Delîl Botan bi vî rengî ye:

Nasnav: Delîl Botan
Nav paşnav: Xalid Naîf
Cihê jidayikbûnê: Şengal
Dayik-Bav: Tarfa-Naîf
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Tebaxa 2022 / Metîna

Xelkê Şengalê yê kevnar, tevî ku bi dehan caran êrîşên qirkirinê ji aliyê dagirkeran ve li wan hate kirin, her tim dilsozê koka xwe bû û bû yek ji gelên herî têkoşer û berxwedêr ê dîrokê. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ku li pêş çavên tevahiya mirovahiyê li hemberî Şengalê kir, fedaiyên Rêber Apo bi destwerdaneke dîrokî xelkê me yê Şengalê ji çeteyên barbar parastin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bûn hêviya azadiyê ya gelên bindest û xwe bi îdeolojiya Apoyî xemilandin, Şengal rizgar kirin, mîsyona xwe ya dîrokî bi serketî bi cih anîn û piştre erka parastina xaka pîroz a Şengalê ji ewladên leheng ên xelkê Şengalê ji YBŞ-YJŞ’ê re hiştin. Di vê pêvajoya têkoşînê de gelek gerîlayê fedaî yên Apoyî bi jiyana xwe, bi hezkirina mezin a ji gel, bi fedakariya xwe, bi wêrekiya xwe ya di şer de û bi rêbaza xwe ya şerê fedaî li Şengalê cihê xwe di dilê gelên Êzidî û Ereb ên li Şengalê de girtin. Xelkê Şengalê yê welatparêz ku ji pêkhateyên Êzidî û Ereb pêk tê, ji ber vê yekê timî xwe minetdarê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dît, lehengî û berdêlên fedaiyên Apoyî ti carî ji bîr nekir.

Hevrêyê me Delîl ku ewladekî xelkê me yê Ereb e û li gundê Medîbanê yê Şengalê ji dayik bû, êrîşên qirkirinê û li hemberî vê yekê têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yekser dît. Malbata hevrêyê me Delîl malbateke welatparêz a dilsozê çanda gelê me yê Ereb e, têkiliyên xwe yên civakî xurt e. Ji ber vê yekê ti carî jiyaneke ji derve li wan dihate ferzkirin qebûl nekir. Di nava çend salan de ku gundê Medîbanê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkirin, ev sekna xwe parast û serê xwe li ber zextên çeteyan netewand. Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Şengalê de ji bo paqijkirina gundê Medîbanê ji çeteyan, gelek hevrêyên me di operasyonan de şehîd bûn. Şehadeta hevrêyên me bandoreke mezin li hevrêyê me Delîl kir. Her wiha piştî rizgarkirina gund, jiyan û sekna Apoyiyan a hezkirina ji mirovan û gel, sekna wan a milîtaniyê bandor li hevrêyê me Delîl kir. Bi vê bandorê hewl da felsefeya Rêber Apo nas bike, fêhm bike. Paradîgmaya Neteweya Demoratîk a ku Rêber Apo ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn afirand, bû sedem ku hevrêyê me Delîl beşdarî nava refên partiya me PKK’ê bibe. Li ser vê bingehê sala 2018’an tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku gelekî meraq dikir.

Hevrêyê me Delîl piştî ku tevlî nava refên gerîla bû beşdarî perwerdeya şervanên nû bû, di dema perwerdeyê de jî ji bo hînî jiyana gerîla û çiyê bibe kûr bû. Hevrêyê me Delîl ku kete bin bandora bedewiya efsûnî ya çiyayên Kurdistanê, zû hînî jiyana li çiyê bû, mîna kub i salan e li çiyê ye, bi baweriya ji xwe tevlî bû. Her wiha bi bandora têkiliyên kûr ên hevrêtiyê yên gerîla û hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe, ji bo bibe hevrêyekî rast ê hevrêyan gelekî hewl da. Demekê li qada Garê kar kir û li vê derê têkildarî gerîlatiyê de tecrûbeyên girîng bi dest xist. Demekê li gel hevrêyên xwe yên xwedî tecrûbe ma, ji tecrûbeyên jiyanî û rêxistinî yên wan sûd wergirt û dersên pêwîst bi dest xist. Tevî ku li nava refên gerîla nû bû, di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeyên girîng. Ji bo di taktîkên şer ê gerîlayên serdema nû de xwe kûr bike û bibe gerîlayekî profesyonel beşdarî perwerdeyên pisporiyê bû û weke gerîlayekî şareza derbasî qada Metînayê, cihê şerê giran bû. Hevrêyê me Delîl li Metînayê li qadên şerê giran ma, di şer de bi wêrekî û tevlîbûna xwe ya bi biryar bû milîtanekî Apoyî yê pêşeng. Cihê xwe di gelek çalakiyan de girt ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Dema ku li ser Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî êrîşa dagirkeriyê destpê kir, hevrêyê me Delîl xwest cihê xwe li gel hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de ne bigire. Lê belê ji ber ku qada ku lê bû qada şer bû û hevrêyê me Delîl li wê derê bi erka fermandariyê radibû, nekarî vê daxwaza xwe pêk bîne. Tevî ku nekarî biçe Girê Hakkarî, ji bo berxwedana hevrêyên xwe silav bike û barê wan sivik bike, timî hewl da çalakiyan bike. Hevrêyê me Delîl ku hesta wî ya hevrêtiyê gelekî kûr û xurt bû, heta kêliya dawî hewl da wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne.

Ji fermandarên me yên pêşeng ên enternasyonal hevrêyê me Delîl ku kûrbûna xwe ya li ser felsefeya Rêber Apo bi tevlîbûna xurt a li nava jiyanê û şer nîşan da, li nava refên PKK’ê bû milîtanekî mînak ê xeta berxwedêr û lehengiyê ya xelkê Şengalê. Ewladê leheng ê xelkê me yê Şengalê hevrêyê me Delîl, têkoşîna fedaiyên Apoyî ya li Şengalê ti carî ji bîr nekir, bi tevlîbûna li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji bo azadiya gelên bindest bi fedaîtî şer dikin, bû şopdarekî bi biryar ê xeta şehîdan. Ciwanên bi rûmet ên Şengalê ku paşeroja gelê me û xelkê me yê Şengalê yê wefakar ê ji fedakarî û azadiyê ti carî tawîzê nadin, bêguman wê xwedî li têkoşîna hevrêyê me Delîl derkevin û bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêyê me Delîl ku yek ji milîtanên xurt ên xeta enternasyonal a PKK’ê bû, ev taybetmendiya PKK’ê weke temînata şoreşa azadiyê ya gelan didît û bi vê baweriya bilind tevlî nava refên gerîla bû, bû yek ji nûnerên herî xurt ên têkoşîna azadiyê ya hevpar a gelên Kurd û Ereb. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Delîl Botan, bila serê gelê me yê Ereb ê Şengalê, xelkê me yê Şengalê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Em bi biryardariyeke mezin soza xwe dubare dikin ku armanca pîroz a hevrêyê xwe Delîl a ji bo azadiya gelan pêk bînin.”

 

1 Ji 8
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK bangawaziya parçekirina Îmralî kir

Nivîsa Pêş

Gerîlayên Azadiyê li Girê Amediyê 5 dagirker ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çalakiyên gerîla ji bo silavkirina 27’ê Mijdarê gor dibe: 9 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê li Girê Amediyê 5 dagirker ceza kirin

Endamên TCŞ’ê li Atînayê broşurên tekîldarî madeyên kîmyewî belav kirin

Endamên TCŞ'ê li Atînayê broşurên tekîldarî madeyên kîmyewî belav kirin

Manşet

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan ji bo Niştecihên Kampa El-Meqs li El-Kasratê Înîsiyatîfeke Porê Mêran Dest pê Dike
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan ji bo Niştecihên Kampa El-Meqs li El-Kasratê Înîsiyatîfeke Porê Mêran Dest pê Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.