Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Di tunelên şer ên Avaşînê de berxwedaneke bê hempa

“Em gerîlayên azadiya Kurdistanê em ê gav bi gav li çiyayan, li deştan û li şikeftan li ber xwe bidin. Em ê xwedî li mîrateya ku tevger, şehîd û hevrêyên me ji me re hiştine, derkevin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
05/11/2022 - 14:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di Nîsana 2021’an de, artêşa Tirk a dagirker hemû lîstikên şerê qirêj hilgirt ser milê xwe û bi helîkopter û balafirên şer êrîşek berfireh li Avaşînê li çiya, deşt, gir, kanî, her cihê ku gerîla lê bi cih bû, da destpêkirin. Gerîlayên Avaşînê li Mamreşo, Aris Faris, Girê Sor û Werxele bi berxwedaneke di dîroka mirovahiyê de nayê jibîrkirin bersiv dan vê êrîşê. Gerîlayê bi navê Devrîm cihê xwe di vê operasyona di Nîsana 2021’an de girt û bû rêhevalê hevrêyên xwe yên destan nivîsand. Wan li tunelên şer li cem hev şer kirin.

Di Nîsana 2022’an de jî mîna ku artêşa Tirk a dagirker ders ji têkçûnên xwe yên li hemberî gerîla negirtibe, vê carê jî li dijî herêma Zapê êrîşeke berfireh da destpêkirin. Gerîlayên li vê derê dizanin ku çawa derbên giran li dijmin bidin, dîroka berxwedanên mezin ji xwe re mînak girtin. Di 26’ê Tîrmehê de, artêşa Tirk a dagirker ku tevî têkçûna li Zapê nizanîbû xwe li ku bixe, dîsa berê xwe da ava Avaşînê. Gerîlayên Avaşînê bi tecrubeyên ku ji tunelên şer bi dest xistine derbên giran li dijmin xistin û nehiştin ku dijmin nêzî şikeftan bibe. Gerîlayê bi navê Devrîm dîsa di nav van berxwedêran de bû. Devrîm ji Tunelên Şer ên li Avaşînê israra gerîla ya di şer de bi van gotinan diyar dike:

“Me berê jî gelek tişt got. Tişta ku me par got hîn jî derbas dibe. “Em û ew nînin, tenê em hene.” Dewleta Tirk a ku qaşo mezin e propagandaya xwe mezin kir, rêbazên şer ên herî qirêj bi kar anî û li dijî gerîla şer kir. Her tim digotin me Avaşîn vala kirine û berxwedana Werxele şikandine. Hesabên xwe kirin, difikirîn ku wê di şikeftan de me têk bibin, lê hesabê wan şikest, gerîla ev hesab şikand. Berxwedana par îsal hê zêdetir pêş ketiye. Me ji sala par azmûn bi dest xist, îsal em dizanin tiştê ku dijmin kir, em ê çawa li wan vegerînin. Wan got ev operasyona pençeyê ye, rast e. Lê belê, divê baş bizanibin ku çi bikin bila bikin, wê tu tişt ne hêsan be. Dibe ku ew li ser çend giran bi cih bûne, teknolojiya wan a pêşkeftî heye, lê ev tişt bi hêsanî pêk nehat. Wê careke din jî neqewime, ew ê nikaribin bi vî awayî bi hêsanî werin û axa me bistînin.

Gerîlayên li vir şer dikin bi ruhê berxwedanê yê Şehîd Şoreş Beytûşebab, Şehîd Serhed Giravî, Şehîd Bawer, Şehîd Botan, Şehîd Cumalî, Şehîd Ernesto û hemû şehîdên me yên di tunelên şer de li ber xwe didin, li ber xwe didin. Me got em ê li vir ji berxwedanê zêdetir li ber xwe bidin, em ê di tunelên şer de li ber xwe bidin, lê armanca me bilindkirina berxwedanê û bidestxistina serkeftinê ye. Girîng e ku em çeperên xwe yên berxwedanê bikin çeperên şer. Rast e, dijmin gazên kîmyewî bi kar tîne û diteqîne, lê ev yek wê berdêla wê jî hebe. Her cara ku dijmin gavekê diavêje, divê herî kêm hesabê 10 kuştiyan bike. Ji ber ku em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gav bi gav li çiyayên xwe, li deştên xwe, li her der û deveran em ê şer bikin. Em ê mîrateya tevgera xwe, şehîdên xwe û hevrêyên xwe biparêzin û xwedî lê derkevin. Ev axa ku bi xwîna wan hat avdan, bi xwêdana wan hatin çandin, bi keda wan şîn bûn û niha jî em ê bi şerê xwe vê keda 40 salî biparêzin. Em ê van xakên bi rûmet ji dewleta Tirk a mêtinger re nehêlin.

Îro dewleta Tirk ji ber ku di her warî de krîz û kaosê dijî, neçar maye şer bike. Yan na ew ê nikaribe ji krîz û kaosa ku tê de ye derbas bibe û ew jî vê yekê baş dizanin. Lê divê baş bizanibin ku heta ku her ciwanek Kurd hebe heta ev axa ku mafê gelê Kurdistanê ye, bibe ya me ev têkoşîn wê bidome. Em ê berdêlên giran bidin, çi ji destê me were em ê bikin. Me digot em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin, lê niha em ê vî şerî bikin, heta xwîna me zuwa bibe û hestiyên me bişkênin em ê li ber xwe bidin. Heger heta niha me nekarîbû em xwe rexne dikin û careke din tekez bikin ku serkeftin wê teqez ya me be. Em ji hemû hevrêyên xwe re serkeftinê dixwazin.”

 

 

Çavkanî: ANF ( Ajansa Nûçeyan A Firatê) 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV’î dîmena çalakiya bi bandor a gerîlayên azadiyê weşand

Nivîsa Pêş

Ciwanan li Kobanê li dijî êrișên çekên kîmyaw belavok belav kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanan li Kobanê li dijî êrișên çekên kîmyaw belavok belav kirin

Ciwanan li Kobanê li dijî êrișên çekên kîmyaw belavok belav kirin

Gerîla li Werxelê lê da – 2 dagirker hatin ceza kirin

Gerîla li Werxelê lê da - 2 dagirker hatin ceza kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.