Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPG’ê fermandar Koçero Batman ku di êrîşa hewayî de şehîd bûye bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê eşkere kir ku fermandar Koçero Batman di encama êrîşeke balefirên bêmirov a dagirkeriya Tirk de li Kobanê şehîd bûye û soza serkeftinê da.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/10/2022 - 12:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
YPG’ê fermandar Koçero Batman ku di êrîşa hewayî de şehîd bûye bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar Koçero Batman ku van rojên dawî li Kobanê, di encama êrîşeke balefirên bêmirov de şehîd bûye bi bîr anî.

Di daxuyaniya YPG’ê de hate ziman ku fermandar Koçero di sala 2001’an de tevlî têkoşîna azadiyê bûye, ji Zagrosan heya Dêrsîmê gelek qadên Kurdistanê têkoşîn meşandiye û herî dawî di dema şerê Kobanê yê 2014’an de berê xwe daye Kobanê û rizgarkirina Kobanê de rolekî mezin lîstiye. Her wiha piştî rizgarkirina Kobanê, di gelek pêngavên rizgarkirina bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞ’ê de cih girtî ye.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi vî rengî ye;

“Di rojên dawî de li bajarê Kobanî di encama êrîşa balafirên bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker de, hevalê me fermandar Koçero Batman tevlê karwanên şehîdan bû.

Rêhevalê me Koçero di sala 1983’an de, li bakûrê Kurdistanê bajarê Êlihê di nav malbateke welatparêz de hate dinyayê. Bajarê Êlihê ji ber welatparêziya xwe her tim di hedefa dijmin de bû. Dijmin li hember gelê me yê Êlihê bi her cureyên şer êrîş kir. Her êrîşeke dijmin dibû sedema berxwedaniyeke hîn mezintir. Ji bo vê, her çiqas dijmin pir mezin êrîş bike jî, gelê me ti carî li hember van êrîşan serî netewand. Ji ber vê taybetmediya xwe, bajarê Êlihê di têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de her tim bû xwedî cihekî taybet. Her ku têkoşîna gelê Kurd mezin dibû, ji Êlihê jî gelek mirovên welatparêz di vê tekoşînê de cihê xwe digirtin. Gelek ji van di têkoşîna azadiyê de bi awayek fedaiyane pêşengtî kirin.

Rêhevalê me Koçero jî, di cihekî wisa de mezin bû, di zaroktiya xwe de rastiya dijmin nas kir û bi vî awayî kesayetek welatparêz û ruhek azad di şexsê xwe de ava kir. Li hember dijmin her tim hêrsek mezin jiyan kir û ji bo tolhildana gelê xwe di temenek ciwan de dest bi xebatên şoreşgertiyê kir.

Heval Koçero, di dema ciwantiya xwe de, di sala 2001’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû. Ji Zagrosan heta çiyayên Dêrsimê di gelek qadan de gerîlacitî kir. Di sala 2014’an de dema êrîşên DAIŞ’ê li ser bajarê Kobanî despê kir, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û tevlî berxwedana Kobanî bû. Bi tecrûbeyên xwe yên gerîlacîtiyê ve, wekî pêşeng û fermandar tevlî vê berxwedana bêhempa bû. Li hember êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê rêhevalê me Koçero ti carî gav paş de neavêt û di şikandina DAIŞ’ê de rolek mezin leyîst. Di gelek pêngavan de bi awayek çalak û pêşeng cîh girt. Di serkeftina berxwedana Kobanî de bû xwedî kedek mezin. Piştî berxwedana Kobanî, di pêngavên Reqa, Minbic, Eyn Îsa û Tabqa de wekî fermandarek wêrek cîh girt û heta serkeftinê şer kir. Di van berxwedanî û pêngavan de gelek caran birîndar bû. Her birîndariya xwe kir sedema tevlîbûnek hîn xurtir û serkeftinên nû.

Rêhevalê me Koçero di her qada ku lê ma û xebat meşand, bi tevlîbûneke cewherî û bi hevaltiyeke xurt, ji bo rêhevalên xwe her tim bû mînak. Di nava şert û mercên herî zor û zehmet de bi coş û kelecaneke mezin xebat da meşandin û erkên ku diketin ser milên wî bi awayekî serkeftî bi cîh anî. Di şervantî û fermandartiya xwe de her tim mînak bû. Em wekî rêhevalên wî, di şexsê rêheval Koçero de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û soza serkeftinê ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dûbare dikin.

Nasnameya rêhevalê me wiha ye;

Nasnav: Koçero Batman

Nav û Paşnav: Hasan Demîrtaş

Navê Dayîkê: Aycan

Navê Bav: Ahmet

Cih û Dîroka Ji dayîkbûnê: Êlih – 1983

Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji malbata hêja ya şehîdê xwe û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdana parêzeran berdewam dike

Nivîsa Pêş

Beşdarvanên Komxebat: Erka herî mezin ku dikeve ser milê ciwan û jinên ciwan ve têkbirina komployê ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Beşdarvanên Komxebat: Erka herî mezin ku dikeve ser milê ciwan û jinên ciwan ve têkbirina komployê ye

Beşdarvanên Komxebat: Erka herî mezin ku dikeve ser milê ciwan û jinên ciwan ve têkbirina komployê ye

Jinên Ciwan ên Reqa êrîşa li dijî akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kirin

Jinên Ciwan ên Reqa êrîşa li dijî akademîsyen Nagîhan Akarsel şermezar kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.