Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Sê xeyalên Delal hebûn

Edîtor: Nucan Serdoz
22/09/2022 - 11:01
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Sê xeyalên Delal hebûn
ParvekeTweet

Di şexsê hevalên Nûrhak û Zîlan de hevrêyên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne hemûyan bi hezkirin, bi minet bi bîr tînim û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînim.

Nivîsandina li ser hevaleke şehîd gelekî girîng û bi wate ye, lê di heman demê de mirovan dixe nava fikaran ku gelo dikare bi têrkerî rastiya şehîdan vebêje. Eger hevrêya ku tu li ser dinivîsîne hevala te ya zarokatiyê be, hevrêyeke te ya têkoşînê be ku ji nêz ve nas dike, hingî ev rastî mirovan bêhtir berpirsyar û hesas dike. Lê belê ev rastiyeke; ji bo nava gelê me û şervanên azadiyê wê cihekî girîng di dîrokê de bigirin.

RÛMETA WÊ NEHIŞT KU JIYANEKE JI RÊZÊ QEBÛL BIKE

Hevrê Delal li Pazarcix a tejaneya Firatê, li gundê Bayram Gazî ji dayik bû, ku li vê herêmê bi her cûreyî polîtîkayên şerê taybet ji bo qirkirina gelekî tê meşandin. Li nava derdoreke welê mezin bû ku înkar li ser gelê Kurd dihate ferzkirin û ji bo parastina hebûna xwe, xwe li baweriya Elewiyan digirt. Di demekê de ku hewl dida vê rastiyê fêhm bike, Komkujiya Mereşê rû da. Bi sedan Kurd li pêş çavên wê bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Polîtîkaya şerê taybet a ‘kêrgo bireve, tajî bigire’ ku di herikîna dîrokê de li dijî Kurdan timî dihate meşandin, li vir careke din ketibû dewrê. Faktora sereke ya vê demê ew bû ku pêngava PKK’ê destpê kiribû. Dewlet li bendê bû ku serî bi gelê Kurd bide tewandin, teslîm bigire yan jî bi temamî koçber bike. Lê belê di rewşeke welê de bi sedan milîtanên mîna Besê Anûş, Mûstafa Yonden, Îsmet Omurcan, Battal Evsen, Dûran Yagcibûlût, Mûstafa Omurcan ji nava gelê Kurda rabûn û tevlî nava vê têkoşînê bûn. Komkujiya Mereşê bû sedem ku bikeve nava lêgerînê û xwe bigihîne koka xwe. Her ku rastî nas kir û têgihişt, dil, wijdan û rûmeta wê nehişt ku jiyaneke ji rêzê li xwe qebûl bike û biryar da ku tevlî nava refên PKK’ê bibe.

BÛ SEMBOLA BIRYARDARIYA LI SER PARTÎBÛN Û AZADIYA JINÊ

Ji qada Ewropayê tevlî nava têkoşînê bû. Cihê xwe di nava rêxistiniya me ya destpêkê YJWK û desteya weşanê a kovara me ya destpêkê Jina Serbilind de girt. Lê belê qebûl nekir ku li Ewropayê bimîne, xwegihandina Rêbertî ji xwe re kir esas. Ji perwerde û kûrbûna Rêbertî derbas bû. Hevala Delal di nava 33 salên têkoşînê de mohra xwe danî binê gelek serketinên dîrokî. Bi moral, coş û kelecaneke mezin tevlî karên leşkerî, civakî, siyasî, aborî û gelek karên rêxistinê bû. Ji bo serketinê gelekî hewl da, kedeke mezin da. Di sekn û nêrîna xwe de bi hesasiyeteke mezin hewl da bi hişmendiya jinê ya azad bûyeran binirxîne û çareser bike. Rêxistiniya jinê ji bo wê gelekî girîng bû û li her derê ji xwe re kir bingeh ku bi pîvan bixebite. Bi girîngiya pîvan û îdeolojiya partîbûna jinê zanî bû, li gorî wê xwe bi rêxistin kir, pê re bû yek, li ser xeta PAJK’ê bû milîtaneke pêşeng û jiyana li gorî vê yekê ji bo xwe kir felsefe. Ji ber vê sekn û kesayetiya xwe ya têkoşer, Civîna Meclîsa PAJK’ê sekna hevrê Delal Nûrhak a li jiyanê weke sembola me ya ‘Biryardariya li ser azadî û partîbûna jinê’ pênase kir.

Bi hişmendiya xwe ya îdeolojîk, feraseta xwe ya berpirsyariyê û tecrûbeya xwe bû ‘jin a zane’, lewma li nava hevrêyên xwe bi vî rengî hate qebûlkirin û bû xwedî cihekî diyarker. Bi ked, enerjiya xwe ya erênî navê xwe li dilê hevrêyên xwe nivîsî. Gelekî kêfxweş dibû ku hevalên xwe perwerde bike, zane bike, ji wezîfeyan re amade bike. Azadî eger jiyana ji bo hinekî din be, Ew jî ji bo hevrêyên xwe jiya. Ji bo wê ne mirin, lê belê bersiva li pirsa ‘divê çawa bê jiyîn?’ girîng bû. Diyalektîka têkiliya navbera xweza û jinê bi xurtî danî bû. Ji bo wê kelecaneke mezin bû ku di nava xwezayê de bû. Zanî bû ku di nava şert û mercên herî giran de jî çawa kare xwe ji xwezayê xwedî bike.

Hevala Delal hevalek bû ku karîbû mejiyê xwe dîsîplîn bike. Girîng didît ku bi têgihiştî û zanebûn her mijarê binirxîne, hevsengiya navbera mejiyê analîtîk û mejiyê hestewarî de bi xurtî datanî. Her tim hewl dida ku her kêliya xwe ya jiyanê fêhm bike, bi vî rengî bijî û têbikoşe. Bi kesayetiya xwe ya îdeolojîk û polîtîk, di pîvanan de xwe şaş nedikir û jiyan û têkiliyên xwe jî li gorî wê diyar dikir. Di fikrê xwe de valatî nedihişt, fikrên xwe timî yekgirtî dikir. Di nirxandinan de hesta wê ya pêşdîtinê gelekî xurt bû.

JI ZAYENDA XWE HEZ DIKIR, GIRÎNG DIDÎT

Di nirxandineke têkildarî xwe de wiha digot, “Haya min ji zor û zehmetiyên têkoşîna milîtaniya jin a azad û afirandina sekna jin a azad heye. Ji aliyê ruhî ve jî xwedî vê berpirsyariyê me. Di nava salan re vê yekê hîn bi xurtî hîs dikim, bedewiya jinbûyînê bi rengekî zindî dijîm.” Bi vê nirxandina têkildarî xwe de, sekna xwe, wateya kûr a azadiya jinê raxist pêş çavan. Ji zayenda xwe hez dikir û girîng didît. Hezkirina wê ya ji jinê re mezin bû û kûr bû. Di heman demê de di vê mijarê de baweriya xwe xurt bû. Zanî bû ku jin misogeriya jiyana nû û azad e.

SÊ XEYALÊN WÊ HEBÛN

Sê xeyal û bendewariyên wê yên girîng hebûn. Di nava şert û mercên azad de karibe careke din Rêbertî bibîne. Ya din jî xelkê Başûrojava bi taybetî jî jinên wê herêmê hîn bi xurtî tevlî têkoşîna ji bo jiyana azad a gelê me bibe. Xeyala wê ya din a herî mezin jî ew bû ku careke din li xaka lê ji dayik bûye vegere, tola jin û zarokên di komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin hilîne. Mijareke din a ku girîng didît ew bû ku li ser jinên di Komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin binivîsîne, bike malê dîrokê. Nivîsand, lê mixabin bêyî ku bixwîne şehîd ket. Bicihanîna vê xeyala wê karê me hevrêyên wê ye, em ê teqez pêk bînin.

Gelekî girîng e ku di şexsê hevala Delal Nûrhak de bersiv ji Şehîdên Başûrrojava, ji şehîdên têkoşîna azadiyê re bê dayin. Bi taybetî xelkê me yê Başûrrojava yê li Ewropayê dimîne, divê ji bo civaka rêxistinbûyî hîn bi xurtî xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derkeve. Hewldan û pêşketineke girîng hebe jî hîn her beşa civakê nahewîne. Di wê baweriyê de me ku jin wê pêşengiyê ji vê yekê re bikin. Şertê çanda berxwedana demokratîk a Elewî ye ku hûn bi rengekî çalak beşdarî pêvajoya avakirina jiyana azad û neteweya demokratîk bibin.

Em ê şehîdên xwe bispêrin dilê xwe. Mîna tovekî li nava dilê xwe bireşînin û şîn bikin. Bi dilsozî û hezkirina li şehîdên xwe em ê her roj av bidin û timî li ser piyan bihêlin. Weke hevrêyên hevala Delal Nûrhak, ji bo bicihanîna berpirsyariyên xwe yên li pêşberî şehîdan û dîrokê, em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin, gelê xwe bigihînin Rêbertî û serketinê. Şehîdên xwe careke din bi mineteke mezin bi bîr tînim û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim.

Çavkanî: ANF/ Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî Nivîsandî ye…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mûrat Karayilan: Divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin

Nivîsa Pêş

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Tecrîd sûcê mirovahiyê ye – Tecrîd îşkenceyekî spî ye”

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

HPG: “2 hevrêyên me şehîd bûn, 9 dagirker hatin cezakirin”

HPG: "2 hevrêyên me şehîd bûn, 9 dagirker hatin cezakirin"

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.