REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Reqayê civîna xwe ya salane li dar xistin , civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir. Piştî vê yekê, Mizgîn Berîtan nûnera Tecemeh Zenûbiya ya Herêmên Rizgarkirî axivî û behsa rola jinan di civakê de û girîngiya têkoşîna wan a berdewam kir.
Piştre prespektîfên Rêberê APO hatin xwendin, ku tekez li ser pêwîstiya xurtkirina rola jinan di warên cûda de û piştgiriya daxwazên wan ji bo azadî û rûmetê kirin. Piştî vê yekê, rapora Yekîtiya Jinên Ciwan hate xwendin, ku çalakî û destkeftiyên herî berbiçav ên sala borî di nav xwe de digirt. Sinevizyonek ku çalakî û karên herî girîng ên jinên ciwan nîşan dide hate nîşandan.
Nîqaş li ser rewşa jinan ya li herêmê û bi tekezî li ser girîngiya başkirina şert û mercên civakî û çandî yên jinên ciwan hate kirin. Her wiha rewşa rêxistinî jî hate nîqaş kirin, di heman demê de pêwîstiya xurtkirina tensîqê di navbera saziyên jinan yên cûda de, ji bo xurtkirina plansaziyên xebat yê sala nû.
ENCAMNAME:
Vekirina perwerdeyê xwendin û nivîsandinê bi taybetî ji bo jinên ciwan..
Rêxistinkirina perwerdeyên ideolojîk û rewşenbîrî yên vekirî ji bo zêdekirina hişmendiya siyasî û çandî.
Avakirina “Meclisa muneseqiyê ya Jinên Ciwan”.
Zêdekirina meşan ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
Rêxistinkirina perwerdeyên vekirî û girtî ji bo jinên ciwan di warên cûr bi cûr de.
Perwerdeyên taybet ji bo endamên muneseqiya Jinên Ciwan.
Rêxistinkirina kampên vekirî ji bo jinên ciwan.
Pêkanîna perwerdeyên pîşeyî yên taybetî ji bo amadekirina jinên ciwan ji bo kar.

