Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

Edîtor: Çekdar Amed
20/12/2025 - 16:58
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava, Rojhilat
Reading Time: 4 mins read
A A
Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Kongra Star qetilkirina Şêrîn Osê li bajarê Efrînê ya dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku ev sûc di çaçroveya tundiya sîstematîk a li dijî jinan de ye û tevahiya civakê eleqedar dike.

HESEKÊ 

Daxuyanî li pêşiya avahiya Kongra Star a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê bi amadebûna endam û nûnerên rêxistinênan jinan, saziyên civaka sivîl û komînan hat dayîn.

Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê Beyan Osman daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qetilkirina Şêrîn Osê ne bûyereke ferdî ye, lê belê berdewama zor, îşkence û zulma malbatî ya li ser jinan e.  Her wiha hate destnîşankirin ku ev sûc encama tundiya bi salane ye û hewldanên berevajîkirina rastiyan û bi hinceta “namûsê” ye.

Di daxuyaniyê de hewldanên rewakirina sûcê bi rêya lihevhatinên eşîrtî hat redkirin, her wiha banga hesabpirsîna vê sûcê û şandina cenaze ji bo tiba edlî hat kirin. Bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin ku lêkolînê bişopîne û zextê bikin bila qanûnên parastina jinan bên mîsogerkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan e, jiyanê nekujin” û “Na ji qetilkirina jinan re” hatin berzkirin.

TIL TEMIR

Endamên Kongra Star, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û jinên bajar li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û daxuyaniyek da.

Rêvebera Kongra Star Sena El Samir bi zimanê erebî û endama meclisa bajarê Nalîn Seydo bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Şêrîn hat şermezarkirin û hate gotin, tevî şopên lêdan û tundiyê li ser bedena wê hatin dîtin, lê tê îdiakirin ku dawî li jiyana xwe aniye.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tunebûna edaletê li herêmên dagirkirî nahêle ku malbatê tevahî detayên bûyerê parve bike, ev jî dide xuyakirin ku sûcdar ji ceza difilitin. Di daxuyaniyê de banga destpêkirina lêkolîneke cidî û serbixwe hat kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku hesab ji berpirsên binpêkirinên li dijî jinan bipirsin.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê jî bi beşdariya endamên sazî û komîteyan daxuyaniyek hat dayîn. Endama Kongra Star Menal El Ferec daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de qetilkirina jinan hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku qetilkirina Şêrîn Osê jî nîşana rewşeke biêş a domandina diyardeya zewicandina zarokan û tundiya li dijî jinan e.

Hate diyarkirin ku zewaca bi temenê biçûk binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de sûcek li dijî zarokan û rûmeta mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de banga hesabpirsînê û parastina jin û zarokan hate kirin. Hate gotin, Kongra Star dê têkoşîna li dijî hemû cûreyên tundiyê biparêze.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbsiyê jî bi beşdariya jinên ji saziyên sivîl û meclisan daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Şêrînê hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev sûc trajedyaya mirovî ya li Efrînê, tundiya sîstematîk û bêdengiya civaka navneteweyî nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qetilkirina jinan divê bibe doza raya giştî û banga lêkolîn û hesabpirsînê hat kirin.

 

1 Ji 10
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê di wesayîtekê de mayîn teqiya: Herî kêm 3 çete birîndar bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla lê da Kepçe û operatorê wî îmha bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2017’an şehîd bûn eşkerê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • EMÊ KARIBIN DEV JI 3 HEZAR ŞEHÎDAN BERDIN?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN: Li Elîhê di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqîn pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.