NAVENDA NÛÇEYAN- Li Stuttgart, Almanya, Komkujiya Mereşê, ku di 19ê Kanûna Pêşîn a 1978an de pêk hat, di salvegera 47emîn de, bi pêşengiya endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hate bîranîn.
Di bîranînê de, fîlma “Dengê Bavê Min” bi beşdariya ciwanan hate nîşandan. Fîlm birînên kûr ên ku ji ber Komkujiya Mereşê li ser bîranîna malbatekê mane û êşa ku bi rêya şahidiyên kesane ji nifşan ve tê veguhastin vedikole. Piştî pêşandanê, nîqaş hatin kirin û di derbarê komkujiyê de daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku Komkujiya Mereşê sûcek li dijî mirovahiyê bû û hate destnîşankirin ku hişmendiya ku bi êşê hatiye çêkirin û bi tolhildanê hatiye çekdarkirin, veguheriye meşek ji bo azadiyê.

