QAMİŞLO – Îro, civîna salane ya endamên ciwan ên parastinê yên Qamîşloyê li Akademiya Şehîd Bingeh a li taxa Qidorbek a Qamîşloyê hat lidarxistin. Beriya civînê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek bêdengî hat girtin.
Di civînê de pêşketinên siyasî û rêxistinî yên sala borî hatin nirxandin. Endamên ciwan ên parastinê li ser rewşa ewlehiyê û stratejiyên parastinê yên herêmê nêrînên xwe parve kirin. Plan û armancên pêşerojê jî hatin nîqaşkirin. Beşdaran girîngiya çalakiya kolektîf tekez kirin û biryar dan ku ji bo misogerkirina ewlehiya ciwanan li herêmê bêtir hevkariyê bikin.

