Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Teknîka dagirkeran nikare li pêşiya çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bigire

Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi balafirên şer, helîkopter û droneyan nikare encamê bi dest bixe, vê carê jî giranî daye ser mobesseyan. Gelek mobesse ji aliyê gerîla ve hatin îmha kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
02/09/2022 - 11:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Teknîka dagirkeran nikare li pêşiya çalakiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bigire
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmenê kamerayên mobesse weşand ku li Xakurkê, Heftanîn û Metînayê ji aliyê hêzên gerîla ve hatin tespît kirin û îmha kirin.

Ji çalakiyan 2 jê 13’ê Gulanê û 26’ê Hezîranê li Xakurkê hatin li darxistin. Yek jî 4’ê Tebaxê li heftanînê, ya din jî 28’ê Gulanê li Metînayê hate kirin.

Di çalakiya Metînayê de tê dîtin ku gerîla bi kincê xwe yê kamûflajê bêyî ku dagirker pê bihesin xwe nêzî mobesseyekê dike û îmha dike.

Di dîmenekî din de jî li Xakurkê du gerîla xwe nêzî kamerayeke mobesse dikin a li ser girekî hatibû bi cih kirin. Gerîla ji nêz ve li kamera mobesse direşînin.

Li Heftanînê jî kamerayeke mobesse ya bi dîrekekî ve hatibû kirin, ji aliyê gerîla ve bi kalaşkînovê hate îmha kirin û dîmenê wê hate kişandin. Her wiha tê dîtin ku gelek kamera piştî hatin îmha kirin ji aliyê gerîla ve ji cih têne rakirin.

Çavkaniyên gerîla dibêjin, dewleta Tirk giranî daye ser bikaranîna mobesseyan û ev yek jî nîşan dide ku mîsyona balafirên bê mirov ên bê çek û bi çek têk çûye.

Artêşa Tirk ku bi balafirên keşfê nikare li çiyayên Kurdistanê kontrolê bike, ji bo karibe her kamerayeke mobesse bi cih bike, neçar dimîne ku hêzeke mezin a leşkerî li qadê deyne. Mobesse ji bo çavdêriya bejahî tê bikaranîn. Li gorî çavkaniyên gerîla, ji bo bi cihkirina mobesseyeke bi tenê, herî kêm bi qasî tabûrekê leşkeran tînin qadê.

Gerîlayeke YJA Starê li ber du mobesseyên li Xakurkê hatin bi destxistin wiha axivî, “Dijmin li qada me ya Xakurkê, ji bo karibe pêşî li çalakiyên me bigire serî li rêbazên mobesse û wênekêşan dide.”

Gerîlaya YJA Starê got, “Ev yek li pêşiya me ne asteng e” û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo karibe van kamerayan bi cih bike hêzeke mezin a leşkerî bi kar tîne.

Gerîla got, “Ji bo karibin kamerayeke mobesse bi cih bikin, tabûreke leşkeran tînin. Li qadên ku nikarin lê serwer bibin, cîhazên bi vî rengî bi cih dikin.”

Gerîla diyar kir ku her ku kamera hate bi cih kirin wê bêne îmha kirin û got, “Dixwazin serwer bibin, lê em destûra vê yekê nadin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPJ’ê ji bo tolhildana zarokên ku hatine qetil kirin li dagirkeran da

Nivîsa Pêş

Ciwanên HDP: Emê hesabê vê hovîtiyê bixwazin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên HDP: Emê hesabê vê hovîtiyê bixwazin

Ciwanên HDP: Emê hesabê vê hovîtiyê bixwazin

Ji HBDH’ê li dijî xeta lojîstîkê ya dijmin çalakiyek hate li darxistin

Ji HBDH'ê li dijî xeta lojîstîkê ya dijmin çalakiyek hate li darxistin

Manşet

  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.