Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Jinên Başûrê Kurdistanê: Bê dengî tê wateya erê kirina dagirkeriyê

Du jinên ji Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re gotin, “Divê em hemû bi hev re li dijî van dagirkeriyê bisekinin, ji ber ku armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker tune kirina gelê Kurd e."

Edîtor: Nucan Serdoz
29/07/2022 - 0:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
TAYBET – Jinên Başûrê Kurdistanê: Bê dengî tê wateya erê kirina dagirkeriyê
ParvekeTweet

SILÊMANÎ – Dewleta Tirk ya dagirker ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşeke nû dagirkeriyê daye destpêkirin. Sedema wan êrîşan jî ewe ku peymana Lozanê ber bi salên xwe yên dawiyê ve diçe, dixwaze bi van êrîşan hebûna xwe ya ser desthildariyê mayînde bike. Dixwaze tevahî Kurdistanê li gorî xwe bikarbîne û wê bixe bin serweriya xwe. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe ketiye nava vî şerî de, ji bo qezenckirina vê şerî, li dijî gerîlayên azadiyê, gelê Kurd, û xwezaya Kurdistanê çekên kîmyawî û nukler bikartîne. Heman demê de li dijî sivîl û mirovên welatparêz jî, bi êrîşên hawayî dixwaze encamên ku jê re pêwîstin bigire. Ji ber vê jî herî dawî di 20`ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex yê dikeve biniya Çiyayê Xanturê de bi balafirên biçek û topavêjan bombebaran kir. Dewleta Tirk divê bombebaranê de torîstên ereb yê ku ji devrên Bexda û Kelbelayê hatibûn seyrangehê kirin hedef û di encamê de zarok, jin û zilam di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Li dijî van êrîşan li her derê gelê Kurd û gelên Ereb bûn xwedî helwest, lê belê Hikûmeta Herêma kurdistanê, tu helwest nîşan neda û bê dengiya xwe ya li hember hovîtiya dewleta Tirk diparêze. Heman demê de nahêle ku tu kesekî din jî helwest nîşan bide, mînaka wê ya şênber girtina çalakvanên Hewlêrê bûn. PDK’ê dema ku çalakvanan li Hewlêrê li dijî polîtîkayên delweta Tirk helwest nîşan dan ew girtin û heya niha, ji hin kesên ku hatine girtin agahî nayê girtin.

Di çarçoveya van mijaran de jinên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku sedema bingehîn ya van hemû êrîşên ku dewleta Tirk ya dagirker pêk tîne, temambûna peyama Lozanê ye û gotin; “”Sedema van êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Kurdistanê, ewe ku peymana Lozanê 99’emîn salên xwe tijî kirin û ber bi sala xwe ya dawî ve diçe. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze nexwaşiya ku Osmaniyan çêkiribûn, wê careke din pêk bîne.”

Destpêkê jina bi navê Şadiya bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ya li ser tevahî Kurdistanê û got; “Dewleta Tirk ya dagirker, bi salane dixwaze ne tenê Başûrê Kurdistanê, tevahî Kurdistanê dagir bike. Eroxan bi xwe dehan caran gotiye ku, ewê heya sala 2023’an Kurdistanê bi giştî bixe bin serweriya xwe de. Ji ber ku dixwaze bi temambûna sed salên peymana Lozanê re, xeyalên Osmaniyên nû zindî bike, bi wê yekê re wê ne tenê Kurdistanê, wê hemû welatên derdora wê jî bixe bin desthildariya xwe de. Lê belê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li hember van hêzan cihê kêfxwaşî û serbilindiyê ye, gerîla yekemîn hêze ku parastina Kurdistanê dike.”

Her wiha Şadiya domand û got; “Ji ber vê jî divê em hemû destê xwe bikin yek û bi yek dengî bi gerîla re li dijî dagirkeriyê bisekinin. Ji ber ku armanca dewleta Tirk ya dagirker tunekirina tevahî gelê Kurde, ev hemû dewlet xwe li ser xwîna gelê Kurd ava dikin. Dewlet mafekî herî biçûk jî, ji bo gelê Kurd rawa nabîne, nahêlin ku gelê Kurd ne li cihekî jî bi zimanê xwe ya dayîkê bixwîne û biaxive. Heta nahêle ku zarokên me jî navê wan bi kurdî be. Bi her awayî li dijî me ne, li dijî hebûna me ye. Hinek gelên Başûrê Kurdistanê dibêjin, ji ber ku gerîla di çiyayan de ye, ji ber vê dewleta Tirk êrîşî Kurdistanê dike. Lê ger ku gerîla di çiyayên Kurdistanê de nemîne, gelo wê dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe bisekinîne? Bê guman na, terzî wî Erdoxan bi xwe dehan caran gotiye ku armanca wan a bingehîn ewe Kurdistanê bi tevahî dagir bikin. Em dibînin ku dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe dibe ser Sûriya, Lîbya û gelek welatên din, dixwaze van welatan jî dagir bike.”

Şadiya di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku destê xwe bikin yek û wiha axivî; “Başûrê Kurdistanê ji ber ku ji ber ku dewlemendiyên wê yên ser erd û bin erd heye, ji ber vê ne tenê Başûr, dixwaze tevahî Kurdistanê dagir bike. Ji ber vê jî mixabin niha li Kurdistanê êrîşên mezin  bi rêve diçe. Lê heya astekê jî helwestên gel yên li dijî vê dagirkeriyê heye. Di dawiyê de bangawaziya min ji bo tevahî civakên Kurdistane heye ku, bi her awayî dakevin qadan, li hember dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Ji ber ku ev dagirkerî ne tenê li ser partiyekî, kesekî an jî gelekî ye, ev êrîş li dijî tevahî Kurdistanê ye. Em dibînin ku dewleta Tirk ya dagirker li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyawî bikartîne. ev jî zirar dide xwezaya Kurdistanê, Ji bilî wê jî li her çar perçeyên Kurdistanê darên me yên ku temena wan dirêje û bi salan li ser axa me şîn bûne dibire. Dewleta Tirk ne tenê li dijî mirovane, li dijî her zindiyekê ye, bi taybet zindiyên ku li Kurdistanê jiyan dikin. Êdî çima em bê deng bin, hûn dibêjin emê bê deng bin, tu jî li me nede. Ji ber vê jî di vê di serî de jin û tevahî gelê Kurd li dijî van êrîşan bê deng nemîne, da ku nebe qûrbaniya van êrîşan.”

Heman demê de parêzera bi navê Kejal jî got; “Sedema van êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Kurdistanê, ewe ku peymana Lozanê 99’emîn salên xwe tijî kirin û ber bi sala xwe ya dawî ve diçe. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze nexwaşiya ku Osmaniyan çêkiribûn, wê careke din pêk bîne. Heman demê de dixwaze beriya temambûna Lozanê dîsa vegere ser desthildariyê. Ji bo ku bigihêje vê armancê xwe jî ta ketiye laşê wî. Ji ber vê jî dewleta Tirk bêyî ku guh bide nirxên mirovahiyê, giştî sînorên xwe derbas kirine. Niha jî em li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku dewleta Tirk bi gelek hincetên cuda, êrîşî şoreşa Rojava dike û dixwaze wê dagir bike. Em her roj jî dibînin ku dewleta Tirk êrîşî Rojava dike, gelek şervanan şehîd dixe, piraniya kesên ku şehîd dixe jî fermandarên QSD’ê ne.”

Kejal bi bal kişandina ser êrîşên dagirkeriyê ya li Rojavayê Kurdistanê û hedef girtina fermandarên QSD’ê axaftina xwe bi dawî kir û got; “Pêwîste em weke gelê Kurd çavên xwe li van êrîşan negirin, ji ber ku tiştên em dibînin tiştên rastin û li ber çavên herkesî dike. Êdî Kurd pêwîste bibin yek, ancax dikarin xwe wisa biparêzin. Lê mixabin rewşa ku partiyên Başûrê tê de jiyan dikin, rewşeke cidî ye, qet me kêfxwaş nake. Çalakvan û kesên azadîxwaz ên li Hewlêrê, bertek li dijî komkujiya li Zaxoyê nîşan, ew hatin girtin. Gelê Îraqê û gelê Başûrê Kurdistanê tevahî xwedî helwest bûn, lê belê Hikûmeta Herêmê dengê xwe dernexist û nebû xwedî helwest. Heta niha jî hin çalakvanên ku ketine destê wan, agahî ji wan nayê girtin. Bê dengî û nêzîkatiyên Hikumeta Herêmê rastiya wî nîşan dide. Gotinek pêşiyan jî heye dibêje “Ger dema dengê xwe nekir, wê demê qebûl kirî”, bê guman rewşa Hikûmeta Herêmê jî wisa bûye, bi bê dengiya xwe bûye beşek ji dagirkeriyê”

 

NC// Destîna Qendîl

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêşketinên îro encama hamelya şerê gel ê şoreşgerî ye

Nivîsa Pêş

Yekemîn festîfala şehîd Gerzan li Şehbayê hate li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekemîn festîfala şehîd Gerzan li Şehbayê hate li darxistin

Yekemîn festîfala şehîd Gerzan li Şehbayê hate li darxistin

LEZGÎN: Gerîla TV dîmena çalakiya Qada Berxwedanê a Çemço parve kir

LEZGÎN: Gerîla TV dîmena çalakiya Qada Berxwedanê a Çemço parve kir

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.