Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Emîne Eloş: Ji ber ku dewleta Tirk li Zap û Îmraliyê encam negirt, êrîşî gel kir

Jina ciwan a bi navê Emîne Eloş ku endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrîn-Şehba, derbarê amadekariyên xwe yên di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de ji ajansa me re axivî.

Edîtor: Nucan Serdoz
24/07/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
TAYBET – Emîne Eloş: Ji ber ku dewleta Tirk li Zap û Îmraliyê encam negirt, êrîşî gel kir
ParvekeTweet

ŞEHBA – Dewleta Tirk a dagirker ev 3 mehin êrîşî Herêmên Parastina Medyayê dike, her cure amûr û teknîkê bi kar tîne, di serî de li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bê navber çekên kîmyawî bikartîne. Lê li ruxmî wê jî dewleta Tirk ya dagirker nikare gavê xwe pêşde bavêjin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku dewleta Tirk şerma xwe ya binkeftinê veşêre, êrîşî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Lê belê ev demeke dirêje ku li hemberî êrîş û polîtîkayên qirkirinê ku li ser gelê herêmê tê meşandin, tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xwe di çarçoveya stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî de bi rêxistin dikin û li hember her rewşeke awarte di nava amadekariyên xurt de ne. Yek ji herêmên ku di vê çarçoveyê de dest bi xebatên xwe rêxistin kirinê, kirine gelên Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûne ye. Li ser vê bingehê jina ciwan ya ji bajarê Efrînê ku cihê xwe di rêveberiya Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrîn-Şehbayê de digire Emîne Eloş ji me re axivî û diyar kir ku wê bi Şerê Gelê Şoreşgerî, li ber êrîşên dagirkeriyê bendan ava bikin.

Bi temamî axaftina jina ciwan Emîne Eloş wiha ye;

“DI DÎROKA GELÊ KURD DE HERTIM DU XET LI BERAMBERÎ HEVDU DERKETIN E”

“Navê min Emîne ye, ez cihê xwe di rêveberiya Meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrînê de digirim. Em weke gelê Kurd hertim di nava şer de jiyan dikin. Di nava şerê ku em jiyan dike de jî hertim xeta îxanetê û berxwedanê xwe daye pêş. Di şoreşê de hertim xeta îxanet û berxwdanê bi hev re hatiye meşandin. Ji ber vê jî li dijî gefên dewleta Tirk ya li ser herêmê jin û tevahî gel, amadekariyên xwe dikin. Amadekariyên ku dikin jî ji bo şerê ku pêk were ye. Beriya ku dewleta Tirk gefên xwe li ser herêmê bike, amadekariyên me yên ji bo şerekî dijwar hebû. Bingeha van amadekarî û rêxistinbûyîna jî Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Li ser vê bingehê em ciwanan rêxistin dikin û perwerde dikin. Me weke tevgera ciwanan amadekariyên xwe yên ji bo vê şerê kiriye, me di stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî de rêxistinbûyîna xwe ava kiriye.”

“JIN Û CIWAN LI BER ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BÛNE BEND”

“Şoreşa Rojava jî şoreşa ku hêviyê dide tevahî mirovahiyê, ew jî di pêşengtiya jin û ciwanan de hatî ava kirin. Yê ku ev şer bi ser xistine, dagirkerî têk birine û di asteke bilind de rol û misyona xwe lîstine ciwan û jinên ciwan bûn. Jin û ciwan li ber êrîşên dagirkeriyê bûn bend.”

“DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞA LI SER BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ, DIXWAZE BINKEFTINA XWE VEŞÊRE”

“Di heman demê de di van demên dawiyê de ev êdî diçe meha xwe ya sêyemîn ku li ser Zap, Metîna û Avaşînê şerekî dijwar diqewime, di nava vê şerî de jî bê navber li ser gerîlayên çiyayên azad çekên kîmyawî tê bikaranîn. Lê li ruxmî wê jî dewleta Tirk her ku roj diçe hîn zêdetir gav paşde davêje û widahiyan dide. Ji bo vê jî em dibînin ku dewleta Tirk, bi awayekî hovane êrîşî ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber ku li Zap, Metîna, Avaşîn û Îmraliyê de encam negirt, berê xwe da bajaran û dixwaze di bajaran de îradeya gel, ciwan û jinên ciwan bişkîne.”

“RÊXISTINBÛYÎNA ME WÊ HEMÛ DI ÇARÇOVEYA ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ DE BE”

“Ji bo vê jî li hember dagirkeriyeke wisa û li hember sîstema kapîtalîst, em weke ciwan xwe di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de xwe bi rêxistin dikin. Bi taybet em aliyê pîskolojî, aliyê zanabûn, kesayeta xwe pêşxistin, xwe tam ji pêvajoyê re amade kirin, ciwanan bi rêxistin dikin. Em dizanin yek ji pîvana sereke ya projeya Netewa Demoqratîk jî, Şerê Gelê Şorşegerî ye, û di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de jî ya ku herî zêde rola pêşengtiyê dikeve, ser milê wan jin û ciwanin. Ji ber vê jî wê xebat û gav avêtinên me li ser vê bingehê be.”

“BI ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ, EMÊ DEWLETA TIRK TUNE BIKIN”

“Di dawiyê de dibêjim çawa ku ciwanan şoreşa Rojava bi pêşxistin, û pêşengtiya wê kirin, wê ji bo tunekirina dewleta Tirk jî dîsa bi heman rola pêşengtiyê rabin. Tunekirina dewleta Tirk û tevahî hêzên hegomanîk wê li ser esasê bi rêxistin kirina gel ya di stratêjiya Şerê Gelê Şoreşgerî de be. Mînaka wê jî mirov dikare berxwedana Şêx Meqsûdê bid, bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî gel xwe bi rêxistin kir û derb li dijmin xist. Herî dawî em diyar dikin ku wê kîna me hertim li dijî dewletên hıv hebe, emê bi riya Şerê Gelê Şoreşgerî li ber êrîşên dagirkeriyê bibin bend.”

 

NC// Baran Mawa

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Başûrê Kurdistanê: Emê sûcên dewleta Tirk ya dagirker teşîr bikin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Tebqa xwe di her alî de ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade dikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Tebqa xwe di her alî de ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade dikin

Ciwanên Tebqa xwe di her alî de ji bo şerê li dijî dagirkeriyê amade dikin

Di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de ciwanan li Dêrîkê perwerdeyeke leşkerî vekirin

Di xeta Şerê Gelê Şoreşgerî de ciwanan li Dêrîkê perwerdeyeke leşkerî vekirin

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.